ZAZA Û KURMANC JI ALÎ DNA VE JÎ NÊZÎKTIRÎN GRÛB DERKETIN
Têvelbûna MtDNA û kromozomên Y di nav komên kurdan de
Nivîskar: Ivan Nasidze, Dominique Quinque, Murat Ozturk, Nina Bendukidze û Mark Stoneking
Werger: Zagrosê Hajo
Bi kurtî
Ji bo ko peywendiyên di nav komên kurdîaxêv de werine vekolînkirin mtDNA, peyhevhatina HV1, 11 kormozomên Y, nîşanên bî-alelîkî û 9 Y-STR din nav sê komên kurdan de hatin şîtel kirin. Ev kom jî ji dumilîaxêv û kurmancîaxên li Tirkiyê û kurmancîaxên li Gurcistanê bûn.
Dema ev datayên di dest me de bi datayên belavkirî re, yên ji nav koma kurdên din û ewropî, kavkasî û komên Asya rojava û ya navîn re hatine barahevkirin, diyar bû ko, ji aliyên jenetîkî ve, bi mtDNA yên xwe û bi kromozên xwe yên Y ve, komên kurdan pir nêzîkî komên ji Asyaya rojava ne û pir dûrî komên ji Asyaya navîn in. Lêbelê, li ser bingeha mtDNA, hate xuyakirin ko peywendiya komên kurdan nêzîkî komên ewropiyan e û kêmtir nêzîkî komên kavkasan e, bervajiyê wê jî û li ser bingeha kromozomê Y, hin cudayî di dirokên wan de ji aliyê bavîtî û makîtiyê ve têne xuyakrin.
Datayên jenetîkî didine xuyakirin, ko şûna rûdana qirika şûşê li ser koma kurdên Gurcistanê maye, ew jî di dema koçbûna wan de ber Kavkasya ve, û nîşanên tevlîbûna bi cîranên xwe yê jeografî re li Gurcistanê xuya nakin.
Encamên vekolînên me herweha pişgîriya wê dîtinê dikin ko dibêje, bingeha koma dumilîaxêvan ji bakurê Îranê ye; ew ji aliyê jenetîkî ve nêzîkî komên kurdan yên din in. Şîtelkirinên jenetîkî yên bûyerên vê dawiyê, weke bingeh û koçbûnên komên kurdîaxêv, dikarin rê li ber zanînên nû li ser van koçbûnan vekin.