|
‘XWENDINA RAMANAN’ BI PÎVANA SÎGNALÊN MÊJÎ
Çavkanî BBC News Werger Zagrosê Hajo Zane dibêjin ko bi pîvana sîgnalên
mêjî ew dikarin ramanênên mirovan bixwênin Komên zaneyan ji Kolêja
London û ji Zankoya Kalîfornya li Los Angeles dikarin bibînin mirov li
kîjan wêneyan dinere û çi dengan dibehîze. Koma zaneyên amerîkî dibêje,
ko lêkolînên wan didine xuyakirin ko sîgnalên mêjî bi çalakiyên
kehrebayî, yên şanikên mêjî ve girêdayî ne. Koma zaneyên brîtanî dibêje,
ko heye lêkolînên ji vî rengî karibin alîkriya mirovên bayê felecê li
wan daye, bikin, da bi alîkariya komputerên ramanxwên danûstandinê bi
hawîrdorên xwe re bikin. Di lêkolîna ko Wellcome Trust pere jê re peyde
kirin, du wênêyên cuda di yek wextî de danîne ber çavên mirovên di bin
ezmûnê de, wêneyekî sorî xetxetî danîne ber çavê rastê û wêneyekî şînî
xetxetî danîne ber çavê çapê. Berçavkên taybetî li ber çavên dilxwazên
di bin ezmûnê de bû, wan dikir ko çav çepê bi tenê wênyê li pêşiya xwe
bibîne, her weha çavê rastê jî bi tenê wê neyê li pêşiya bibîne. Di
rewşeke weha de carinan bala mêjî diçû ser wêneyê çavê çepê û carinan
diçû ser wêneyê çavê rastê. Di heman dem de lêkolînvanan bi kAZM (kirdariya
Aşopkirina Ziringeha Magnetîsî) fMRI (functional Magnetic Resonance
Imaging) mêjî skan dikirin, çavdêriya çalakiyên di beşê dîtinê dibin,
bikin. Hate dîtin ko dema hizira mejî diçû ser rengê şîn yan yê sor,
wêneyê çalakiya mêjî bi awayekî ji hev cuda bi rengan ve têkildar bû.
Skankirina bi kAZM (fMRI) rê dida lêkolînvanan, da bi piştrastî nasbikin
yên di bin ezmûnê de li çi dinerin. Handana ramankirinê? Lêkolîna
emêrîkî, di Science de hate weşandin, ew dîtane li ser nimûneyên rojane
pêk anî. Wan elektrod di mêjî de di nav beşê bihîstinê de çandin, da
bertekiya şanikên mêjî ji dengan re bibînin, dema wan li filmê “Yê Baş,
Yê Xirab û Yê Kirêt” (The Good, the Bad and the Ugly) temaşe dikirin.
Mirovên di bin ezmûnê de du kesên nexweş bûn. Lêkolînvanan bi kAZM data
ji 11 kesên saxlem jî berhev kirin, dema ko wan li wî filmî bi xwe
temaşe dikir. Professor Itzhak Fried, nişterkarê damarî yê birêvebirê
lêkolînê got: “ En dikarin dîmenan ji hev derxin û dengan ji hev cuda
bikin” Dr John-Dylan Haynes ji UCL Institute of Neurology, yê birêvebirê
lêkolînê gote malpera BBC News: “Tiştê niha ji me re dive programekî
komputer e, da gotinan ji hev derxe û nas bike kîjan beşên mêjî bo erkên
taybetî çalak dibin .” Wî bi ser de zêdekir û got, ko lêkolîn didine
eşkerekirin ko bi alîkariya kAZM mirov dikare raman bixwêne, lê hê rê
dûr e bo amîrên bikaribin ramanê her kesî bixwêin. Lê Dr Haynes got: “Ji
nav hijmareke heyberên sînorkirî dibe, em karibin nas bikin ka mirovek
li çi dinere.” “Dibe ko rojekê zanayek were amîrekî piçûk bixe bi kumê
beysbol, hingî dê ji bo bikaranînên rojane bi sûd be.” Û hêjî berdewam
kir: “Lêkolînên me pir giring in, lê hê pir zû ye bo amîrên, ko
bikaribin kêlî bi kêlî bîr û behweriyên mirovan nas bikin.” “Bi
alîkariya van vedîtinên me dibe, ko em bikaribin amîrên alîkariya
mirovên bayê felecê li wan dabe, çêbikin, da têkiliyên adetî bi
hawîrdorên xwe re bikin” Lê wî dubare kir: “Em hê pir ji avakirina
amîrên giştî yên ramênên her mirovî bixwênin dûr in” Dr Fried got: “Ji
berê de tiştekî naskirî ye, ko hin aliyên mêjî bi dîtina rûyan yan jî
avayiyan çalak dibin.” “Encamên lêkolînê dibêjin, ko ji bo ji hev
derxistina sedemên çalakiyên di mêjî de diqewimin, pêwist nake, ko ew
sedem bi temamî ji hev cuda bin.” |
Amadekar:Zagrosê Hajo
Çavkanî :BBC News
|