XELATWERGIRÊ XELATA NOBEL YA KÎMYAYÊ 2006

Da laşên me bikaribin sûdê ji datayên di genan de wergirin, dive kopiyek ji wan datayan bê çêkirin û piştre ji parçene din yê şanikê re bê guhestin.

Di daxuyaniya Akademya Padîşahî Swêdî ya Zanistî de li ser dana Xelata Nobel ya kîmyayê bo Roger D. Kornberg, ji Zankoya Stanford, Kalîfornya, DYA hatiye: “ji ber lêkolînên wî li ser bingehên gerdî (molecular) yên guhertinên eukaryotî”

Çavkanî: malpera Nobelprize.org

Werger: Zagrosê Hajo

Çîrokeke malbatî li ser jiyanê

Da laşên me bikaribin sûdê ji datayên di genan de wergirin, dive kopiyek ji wan datayan bê çêkirin û piştre ji parçene din yê şanikê re bê guhestin. Ew parçeyên şanikê vê kopiyê weke hînekan (instruction) ji proteînan re bikar têne – ji xwe proteîn in yên ko zîndewer (organism) û karên (function) wan ava dikin. Navê jibergiritn (transcription) li proseya kopîkirinê hatiye kirin. Roger Kornberg kesê pêşî bû yê wêneyê rastî yê ko çawa jibergiritn di astê gerdî (molecular level) de di komeke giring de ya zîndeweran, yên ko navê eukaryotes (zîndewerên xwedî sîsikên durist danaskirî) li wan hatiye kirn, kar dike. Guhanber (mammals), herweha em bi xwe jî pêre, di nav vê komê de ne, weke ko hevîrtirşekî adetî bin.

Jibergirtin ji bo tevaya jiyanê gerek e. Şirovekirina mekanîzma ko Roger Kornberg bi hûrgilî (detailed) pêkaniye, dike ko ev“vedîtina kîmyayî ya herî giring” bi tewawî li gor daxwaza dilê Alferd Nobel be.

Eger jibergirtin raweste, dê datayên genetîkî nikaribin li nav parçên lêş belav bibin. Ji ber ko êdî data nû nabin, zîndewer dê di çend rojan de bimire. Ev rûdan diqewime eger mirov hin texlîtên kumikên bi jehr bixwe, yên ko proseya jibergirtinê dirawestênin, weke nimûne kumika mêşê (death cap). Têgehiştina ka çawa jibergirtin tê kirin, tiştekî xwedî giringiyeke bingehî ye. Terpilandina (disturbance) proseya jibergirtinê dibe sedema gelek nexweşiyên mirovan, weke penceşêr (cancer), nexweşiyên dil û çend rengên kulbûnan (inflammation).

Çawa jibergirtin tê gerandin, ew bandorê li şiyana (capacity) şanikên rayî (stem cells) dike, da ew karibin bibne şanikên taybet. Şanikên taybet bi erkên xwe yên baş naskirî di organên cor bi cor de dirabin. Ji ber wê têgehiştina proseya jibergirtinê, bi rengekî baştir, gelekî giring e ji bo bipêşvexistina bikaranîna çarezaniyan (therapeutic applications).

Berî çil û heft salan, Roger Kornbergê duwazdehsalî bi bavê xwe Arthur Kornberg re hate Stockholmê, dema ko hingî di sala 1959an bavê wî Xelata Nobe ya Fîzyolojiyê yan jî Textoriyê stand. Wî lêkolîn li ser datayên genetîkî yên ko şirove dikin, çawa gerdeke (molecule) DNA-yê tê guhertin û dibe gerdeke DNA-yî din. Û Kornbergê bav şirove kir çawa datayên genetîkî ji şanika dayik diçine şanikên dot. Tiştê ko niha Roger Kornberg bi xwe kiriye ev e, çawa datayên genetîkî ji DNA kopî dibine yên ko navê RNA-yên peyamnêr (messenger-RNA) li wan tê kirin. RNA-yên peyamnêr datayên sîsika şanikê dihilgirin, êdî ew ji bo avakirina proteînan dikarin bên bikaranîn.

Alîkariya Kornberg, ya ko gehaye lutkeyê, di afrandina wêneyên hûrgulî yên belûrzanî (crystallographic) de ye. Wî pesnê amêrên jibergirtinê, di dema çalakiya xurt ya şanika eukaryotî de, daye. Di wêneyên xwe de (hemû hê ji sala 2000î ve hatine afrandin) em dikarin bibînin çawa tayên RNA hêdî hêdî tên guhertin, herweha em dikarin rola gelek gerdên din yên ji bo proseya jibergirtinê re pêwist in, bibînin. Wêne wa hûrgulî ne, ta wê radeyê ko em dikarin atoman yeka yek ji hev cê bikin, û dikin ko têbigehin ka mekanîzma jibergirtinê çilo tê gerandin.

Roger D. Kornberg 59 salî, di sala 1947 de li St Louis, MO, DYA xwedê daye. Ph.D. (Philosophiæ Doctor) ji Zankoya Stanford, Kalîfornya, DYA.