WÎKÎPEDIYA PEYAKE NAV KOMPUTERÊ XWE
Çavkanî: Jan Melin, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Mirov dikare guhartoyeke (version) zimanê inglîzî ya Wîkîpêdiyayê peyake nav komputerê xwe yê malê. Piştî peyakirinê di vir de ti pêdivî bi internetê namêne.
Di vê guhartoyê de 5 500 bêjeyên sereke hene. Mirov dikare ji vê lînka li jêr guhartoyê daxêne:
http://www.soschildrensvillages.org.uk/charity-news/2008-wikipedia-for-schools.htm
Ji bo ko ansîklopêdî belaş li ber destê şagirtan hebe, ew dikarin beşên Wîkîpediya yên bixwazin ji internetê peya kin û li komputerê xwe siwar kin.
Dezgeha xêrxwaz SOS Children û Wikimedia Foundation bi hev re ev gav avêtine û ji
êlûna 2008an ve “Wikipedia Selection for Schools” li ber destan e.
Fîlê mezin yê ansîklopêdiyê 3.5 gîga bayt e, mirov dikare di hard dîskê komputerê xwe de embar bike, yan jî bavêje ser sîlikên DVD.
Armanc ji vê projeyê ew e ko kesê tora internetê pir caran yan ti caran li cem wan peyde nabe yan nebûye, karibin vê ansîklopêdiyê li cem xwe embar bikin.
Armanca din jî ew e ko beşê Wîkîpediya, yê li gor temenê zarokan e, li ber dest be.
Ji ber wê SOS Children “mijarên taybet bo mezinan” ji nav ansîklopêdiyê avêtin û naveroka wê li gor wanayên dibistanan û zarokên di nav 8 ta 17 salan de guncandin.
Ew bi taybetî li gor wan 192 dibistanên ko 91 000 şagirt li welatên nûhatî (developing country) tê de dixwênin hatiye guncandin.
Di vê ansîklopêdiyê de, ya ji bo peyakirinê li ber dest e, 5 500 sernav, 34 000 wêne û 20 milyon bêje hene. Eger ew beramberî ansîklopêdiyên çapkirî bibe ew dê bike 20 berge (volume).
Faktayên ji bo tekstên ansîklopêdiyê hatine bijartin ji aliyê gelek dilxwaz-hevkarên projeyê ve hatine kontrolkirin.
Ev guhartoya daxistinê ya Wîkîpediyayê bi hemû webxwênên (browser) adetî divebe, bi tenê funksyona lêgerînê ji vê çapê (edition) kêm e.
Di şûna lêgerînê de ew li gor babetan û mijaran hatiye dabeşkirin, wek:
Antropolojî: Zanîna li ser bingeh, pêşketin û qanûnên guhertinên fîzyayî yên mirovan û tuxmên mirovan e.
Astronomî: Stêrzanî, zanîna li ser gerdûn û stêr, exter (Tîr, Gelawêj, Zemîn, Behram, Bercîs, Keywan, ...) û laşên din yên gerdûnê ye.
Biolojî (zîndewerî): Zanîna li ser jînê, xisletên organizmên jîndar, li ser têkiliyên di nav bûneweran bi hev re û têkiliyên jîndaran bi xwezaya nejîndar re ye. Ew jî dibe çend beş; botanîk, zoolojî, mikrobyolojî û antropolojî.
Pijîşkî: Zanîna li ser tenduristiyê, li ser nexweşiyan û dermankirinê ye.
Ceografî: Zanîna li ser şêweyê rûyê Zemînê ye.
Ceolojî: Zanîna li ser Zemînê, li ser qaşûlê Zemînê, çêbûn û guhertinên wî qaşûlî, binyat (structure), avakirin û guhertinan e.
Dîrok: Zanîna li ser bûyer û serpêhatiyan e.
Ekonomî (aborî): Zanîna sîstema civakî ya prosesa helberîniyê (production), pevguerandin (exchange), belavkirin û bikaranîna xizmet û berheman e.
Felsefe: Zanîna ko hewl dide qanûnên gelemper yên pêşketina dinyayê, civak û ramanan şirove bike; dîtaneyên (theory) gelemper û metodên têgehiştinê deyne; felsefe formên ideolojî ye; felsefe helwesta cîhanî ye.
Fîzya: Zanîna li ser xwezayê, bi wateya wê ya herî fereh, û rûdanê xwezayî ye.
Informatîk: Zanîna li ser hayadariyan (information) e, çawa kar li ser informasyonê dibe û çawa informasyon tê guhastin bi taybetî bi alîkariya navgînên automatîkî û dîgîtal.
Kîmya: Zanîna li ser struktûr, xislet, hokarî û guhertina keresteyên xwezayî ye.
Klimatolojî: Zanîana li ser keş û seqayê û guhertinên wê di heyameke dirêj de ye.
Matematîk(Bîrkarî): Zanîna li ser tibab (quantity), binyat û şewazên (pattern) razber (abstruct) e. Bîrkarî ji rêbazên (method) ko şîtelkirin (analysis) û pesindana têkiliyên razber avabûye.
Meteorolojî: Zanîna li ser bûyerên fîzyayî di bergebayê (atmosphere) hawîrdorê Zemînê de û sedemên rûdanên wê ye.
Politolojî: zanînên siyasî ye.
Psîkolojî: Zanîna li ser qanûn, pêşveçûn, rûdan û çalakiyên derûnî yên mirov e.
Sosyolojî: Zanîna li ser civaka mirovatî, li ser rûdan û peywendeyên civakî ye.
Teknîk: Koma çalakiyên mirovatî yên şêweyên kar û navgînên afrandina berhemên madî bo civaka mirovatî û pakkirina mercên bikaranîna hêzên xwezayî û hebûnên xwezayî ye.
Lê mirov dikare pir hesanî li bêjeyên sereke bigere, bi tenê bes e ko mirov çend tîpên pêşî yên bêjeyan binivîse, da bi ser ve bibe.
Di nav gotaran di de girêdan (link) hene, bi alîkariya wan mirov dikare derbasî nav bêjeyên sereke bibe.
Fîlên ji bo peyakirinê amade ne di malpera proje de ne, li jor binere.