WÊNEYÊN PÊŞÎ JI TÎTAN

 

Huygens bi çelpênî li ser Tîtan danî

Tevlî ko bi tenê kanalek ji herdû kanalan bi karê xwe rabû, lê mijdeberî serkefî

Piştî gera heft salan di nav exterên Sîtema Rojê de sonda gerdûnî ya ewropî Huygens li ser heyva Saturnê Tîtan danî. Wêneyên pêşî yên ji kamêreyên Huygens kevirên ji qeşayê li deşteke rast didine xuyakirinkirin. Ew kevirên ji qeşeyê ne adetî ne, ew ji hîdrokarbonên qerisî ne. Lêkolînên dawî didine xuyakirin ko germa li ser rûyê Tîtan li dora -120 °C (120 pileyên Celsius di bin sifir re). Huygens roja înê 12.12.2005 piştî firavînê di nav begebayê Tîtan re hesanî hatina xwar. Wêneyên pêşî ji kamêreyên wê di riya keştiya dayik Cassînî  yekser berî seet 21:00 wê êvarê gehane Zemînê.

Ti kesî nizanîbû çi li benda Huygens e. Gelo dê erd hişk be yan nerm be?

Di wêneyên rengîn yên pêşî de besteke Tîtan ya fereh xuya dike û gilokên qeşayê li wê bestê belawela ne. Rengê wan   gilokan ne spî tîtanî, lê cilatînî mor in, ew ji  hîdrokarbonê ne.

 

Ma rûyê Tîtan rehn e? Gelo gurmênî, çelpêjnî yan jî şelpênî ji danîna Huygens hat?

Huygens bi endaziyriyekê hatibû çêkirin, da bin av nebe.

Tiştê ko qewimî ew bû ko çelpênî ji danîna Huygens hat. Tê gomankirin ko Huygens ketibe nav tiştekî weke heriyê û ew nêzîkî 15 sentimetran di nav de çûye xwar.

Huygens di 25ê kanaûna yekî de ji keyştiya dayik Cassînî  hate berdan. 14ê kanûna diduyan roja înê seet 10:06 bi katê Swêdê Huygens bi xurtbûna 6 k/s (kîlometr/çirke) derbasî nav bergebayê Tîtan bû.

Rawestandina Huygens li ser rûyê heyvê dijwar bû. Teknîkzanan hesabê 14 G-yan (14 gravitationan, 14 rakêşan) ji danîna wê re kiribûn. Tîrbûna bergebayê Tîtan yê ko ji nîtrojîn û hîdrokarbonê biheketiye nîvê tîrbûna bergebayê Zemînê ye.

Piştî du-sê xulekan paraşûta Huygens ya pêşî vebû, piştre ya sereke jî vebû. Danîna dawî bi paraşûteke piçûktir pêkhat. Wext teng bû, divabû Huygens zû li ser rûyê Tîtan deyne, ji ber ko ti kesî nizanîbû, ka çiqasî bateriyên Huygens dê li ber seqema Tîtan xwe bigirin.

Danîna li ser rûyê wê heyvê du demikan dirêj kir. Di wan herû demikan de Huygens bi şeş amîrên zanistî bergeba pîva û wêneyên vî  laşê gerdûnî girtin.

Datayên hatine wergirtin yekser ji keştiya dayik Cassînî re hatine nardin, ya ko ew data di hişê xwe yê ji sê gîga baytan de parastin.

Dema ko dawiya dawî Huygens li pala girekî danî, bi tenê nêzîkî nîv demikê li ber mabû, da biheketina kîmyayî ya axa Tîtan bipîve, berî ko Cassînî bikeve pişt asoyê heyvê û winda bibe û têkilî bi keştiya dayik re bi tewawî bêne birîn.

Piştî wê Cassînî berê antêna xwe ya parabolî da Zemînê û sîgnalên ko di hişê xwe de tomarkiribûn libo libo weşandin. Bo piştraskirinê ev yek sê caran û bi riya du kanalan hate kirin, kanalên A û B.

Piştî yek demikê û heft xulekan sîgnalên pêşî gehane wê antêna parabolî ya 70 metrî li Canberra û ji wir ber bi NASA û ESA ve rêkir.

Şaşîtiyek qewimî. Bi tenê sîgnalên ji kanalê B gehane Zemînê. Hemû datayên ko bi riya kanalê A hatine weşandin windabûn.

- Êdî ji bo wê em nikarin tiştekî bikin, Heidî Graf ji ESA li Noordwijk, Holand dibêje. Datayên ko bi hev re ji herû kanalan A û B nehatine weşandin- ji ezmûneke dopplerî bûn, dawî xweşbextane, ew hatine bidestxistin, ew 350 wêne bûn. Ta kêlîka dawî mirov hêvî dikir ko du caran li wê hijmarê wêneyan bi dest bixe. Lê ev yek neçû serî. Ji wan pêve ti datayên din winda nebûn.

Li karxaneya Saab-Ericsson Space tev dilxweş in. Antên, mezinkerê kêmparazît, filterên germê, elektronîka amîran, mekanizma paraşûtan û tiştine din ji cem wan ji bo Huygens û Cassînî hatibûne çêkirin, hemûyan bê kêmasî karkirin.

Jan-Erik Wahlund ji amojgeha fîzîka gerdûnî li Uppsala designa Langmuirsond daniye. Langmuirsond navê amîrê ko iyon û gerdîleyên di bergebayê Tîtan de dipîvin e. Vî amêrî jî bê kêmayê karê xwe pêkanî.

 

Çavkanî: Nyteknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo