WÊNEYÊ HERÎ CIWAN JI ZANISTÊ

 

Çavkanî: Anders Wallerius, Ny Teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

 

Dilopeke magnetîzekirî

 

Xelata Lennart Nilsson ya îsal geha lêkoler û wênegira emerîkî Felice Frankel. Ew bi zankoyên emerîkî  Harvard û MIT re kardike. Wêneyên wê dikevin ser sînorê di nav huner û zanistê de.

 

Di şirovekirina sedema dana xelatê de tê gotin ko ”temaşevan yekser bi reng û sîmayê wêneyan ve têne girêdan. Zanxwaziya (curiosity) me bi dîtina wan re dipişkive, mirov dixwaze zanibe ka ev çi nîşan didin”.

 

Lennart Nilsson li ser wêneyên Felice Frankel dibêje:

 

- Ez di van wêneyan de şêweyê xwe yê ez pê li cîhanê dinerim, dibînim.

 

- Hewesa me weke hev e, ew jî da em zanistê  bi wêneyan şirove bikin û danûstandinê pê re bikin


Di şirovekirina sedema dana xelatê hê tê şirovekirin ko:

”Bi vî rengî Felice Frankel erkê herî giring yê peyama zanistê bi cih anî; ew jî bi şiyarkirina bala temaşevanan û tîkirina wan ji zanistê re.”

Felice Frankel jiyana xwe ya pîşeyî bi lêkolînên zîndewerzanî (biological) dest pê kir, lê dawî ber bi wênekişanê ve şemitî, bi taybetî ber bi avazanî (architecture) û dîmenên xwezayî ve çû. Li dawiyê wê hewesên xwe tevlî hev kirin û ber bi wêneyên zanistî ve çû.
 

Gelek caran mirov berhemên wê li ser qapê kovarên zanistî dibîne, wek kovara Nature û Science. Wêneyên wê dikarin ji warê nanoteknîkê bin, yan jî ji warê magnetîzma li ser rûyê dilopa avê be.

 

 

Binyata (structure) krîstalên qotîkrî

 

 

 

Libeke mirwarî

 

 

 

Şûna birûskê piştî 1 femtoçirkeyê (1 femtoçirke = 10−15 çirke (second))

 

 

Dilop li ser zêr

 

 

Girêdana bi nanotayan

 

 

Şane ji nêzîk ve

 

 

Hevîrtirşê pişkivî

 

 

Komeke şaneyên hevîrtirş