Voyager 1 li keviya sînorê Sîtema Rojê ye
nivîs Kaianders Sempler; Ny Teknik, Swêd
werger Zagrosê Hajo
Sonda gerdûnî Voyager 1 dike ji sînorê Sîstema Roja me derkeve û here nav gerdûna nav stêran.

Sonda Voyager ber bi stêran ve diçe.
Di birêketina xwe de Voyager 1 niha gehaye "the Termination Shock", ew xala ko 94 yekîneyên astronomî ji Rojê dûr e, li wir xurtbûna bayê Rojê ji nişka ve dişike.
Guhertina xurtbûna bayê Rojê, yê ji parçekên iyonîzekirî, dike ko ji nişka ve zeviya magnetîsî bilind bibe û amîrên sondê jî vê zêdebûnê dipîvin û herweha dipîvin, çawa tîrêjên gerdûnî yên ji derve tên bi hêz dibin.
Voyager 1 û 2 di sala 1977 de ji aliyê NASA ve hatibûne şandin, da lêkolînan li ser exterên derekî (exterên piştî Zemînê) bike, û da piştre ber bi sînorê derve yê Sîstema Rojê ve here.
NASA radigehêne ko Voyager 1 di nav helyosfêrê de ye (Helios= Xwedayê Rojê) û gehaye çîna helyosî, ev herêm jî sînorê Sîstema Rojî diyar dike.
Piştre berî ko sond bigehe sînorê dawî, yek çîn dimêne ew jî helyospaus e.
Stêrzan pir dilxweş in, ko Voyager 1 hê jî datayan diweşêne û hêvî dikin ko berî sîgnalê wê vemirin ew bigeha nav boşayiya nav stêran.
Li van cihên weha ji Rojê dûr şanikên rojî kar nakin. Ji ber wê herdû sond wizeya xwe ji bateriyên plutonyum werdigirin. Dema oksîdê duwemê plotonyum yê radyoaktîv dihilweşe wizeya kehrebegermiyê dide ew jî dibe kehrebe û pê amîrên sondê kar dikin.