VEDÎTINA TRANSISTOR DIKARÎBÛ EWROPÎ BE
Dîroka tenîkê
Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Lêkolînvanên ezmûngeheke fransî mûkî dûrî wê mabûn, ko ew di sala 1948an bibine yê pêşî di vedîtina transîstor de. Bi tewayî bê ko haya wan ji karê Bell labs ya emerîkî hebe, Herbert Mataré û Heinrich Welker li Parîsê li ser dahênana mezinkerê (amplifier) nîvgehên (semiconductor) kar dikirin û wan navê transistron lê kirinbûn.

WÊNE 1: Transîstor sê cemser e: KOKER (collector), BINKE (base) û DERKER (emitter)
Li Fransa her kes dizane ko dahênan û vedîtinên mezin tev ji aliyê fransiyan ve hatine kirin. Clément Adèrê fransî ji mêj ve berî bira Wright firî bû, û Henri Cagan yê pêşî ye ko katalysatorê kîral (kîral ji bêjeya yûnanî cheir, ya bi wateya dest hatiye) vedîtibû, tevlî ko di sala 2001ê de Xelata Nobel ya kîmyayê bi tewayî ew di ser guhê xwe re avêtibû. Ji bilî wê jî di rastiyê de transîstor vedîtineke fransî ye.
Kêşe bi tenê ew e, ko beşê mayî yê dinayê bêhtrên caran dîrokê bi rengekî cuda dinivîse. Dibe ko ne her û her ew beş rastir be, lê wî bêhtir cihê xwe girtiye.
Sala 1948an loklînvanên Bell Labsa beşgeha (company) emerîkî ya telefonê AT&T, piştî xir û cireke dirêj, dane xuyakirin ko wan mezinkerê nîvgehên –transîstor- yê pêşî li cîhanê vedîtiye. Êdî va ye di dawiyê de çare ji wan derçeyên (valve, in radio, el. ) qelew, bêcir û wizequrpên re hate dîtin, vê carê transîstor dê bibe destpêka pêşveçûnên nebînayî di elektronîk û teknîka komputeran de.
Sala 1956an Xelata Nobel ya fîzyayê bû para William Bradford Shockley, John Bardeen û Walter Houser Brattain ji Bell Labs ji bo ”lêkolînên li ser nîvgehênan û vedîtina karîgeriya transîstor”

WÊNE 2: Xelatwergirin Xelata Nobel ya fîzyayê 1956: Bradford Shockley, John Bardeen û Walter Houser Brattain ji Bell Labs
Gelo bi rastî emerîkî yê pêşî bûn?
Dîroknasê zanistiyê Armand van Dormelê beljîkî lê kola ka di jidayikbûna transîstor de çi qewimî. Fîzyazanên ezmûngeha lêkolînan ya Westinghouses li Parîsê di yek demê de, bê ko ji binî haya wan ji kar û zanînên Bell Labs hebe, transîstorê taybet bi xwe bi pêş ve xistibûn.
Xortekî fîzyazanê elman bi navê Herbert Mataré, yê li École Normale Supérieure li Parisê xwendibû, di dema cenga cîhanî ya diduyan de li Telefunken li Berlinê lêkolîn li dora nîvgehênan û teknîka radaran çêdikirin. Tê gotin ko wî rixne li şêweyê Gestapo kiribû û ji ber wê ew tûşî vepirsînên dijwar bûbû. Li gor gotina wî, tiştê ko ew ji çûna bêveger ya girtîgeha civandinê (concentration camp) parast bi tenê rastiya ko ew pisporekî pêşeng bû di warê stratejî yê teknîka radar de.
Edî, piştî cengê wî barkir çû Fransayê û dest pê kir li ezmûngeha lêkolînan ya Westinghouses li Parîsê kar kir. Sala 1948 wî bi hogirê xwe re Heinrich Welker mezinkerê nîvgehên bi pêş ve birin û navê ”transistron” lê kirin.
Di heyama xwe de vê vedîtinê gelekî bala masmedya fransî kişande bi ser xwe de. "Brilliante réalisation de la recherche française!" çapemeniyê jê re li daholê dixist. Lê ew tev kete bin cilikê dema ko nûçe ji DYA dihatin û digotin, ko berî çend heyvan li wir ew tişt bi xwe – transîstor - hatiye vedîtin.
Bell Labs lêkolînên xwe hişk nehênî hiştibûn, lêbelê li Parîsê pir bi dostayî agahdarî li ser pêşketina karê xwe belav dikirin. Li gor Michel Riordan, nivîskarê pirtûka "Crystal fire", ji ber karê Mataré û Welker pir nearam bûn, ji ber ko karê wan dikarîbû kelemam bixe ber standina belûya (patent) vedîtina transîstor.
Di despêka salên 1950î de hewsa Westinghouse ji transîstor û elektronîkê re nema, û bi tewayî xwe da ser wizeya navokî (nuclear power). Herbert Mataré dev ji karê xwe berda û barkire Elmanyayê, wî li wir bi pişgîriya semyanê emerîkî yek ji radyoyên transîstorî yên herî pêşî pêşkêş kir.
Piştî heyameke dereng Mataré di hevpeyvînekê de ji New York Timesê re got: - Xelk matmayî mabûn, digotin ev transîstor çiqasî piçûk e.
Herbert Mataré serê xwe naêşêne ji ber ko cihê wî di rêza diduyan de ye
Mataré hêjî çalak e. Ew niha li Kalifornya dijî û şêwirdarê beşgehan e, yên bi pêşvexistina şaneyên rojê yên nîvgehên (solar cell) û yên bi hilberandina (production) gasa hîdrojenê ve (hydrogen gas) mijûl dibin.
Keresteyên nû, weke gallium-indiumfosfid û gallium-indiumarsenid, tê behwerkirin ko ew dê karîgerîtiya (efficiency) şaneyên rojê ya îro 10 ji sedê reben bilind bike 40 ji sedî. Ev tişteke ko dê li cîhanê ji bo peydakirina pêwîstiya ya wizeyê (energy supply) bibe xwedî nirxekî bilind