10 TRENDÊN TEKNÎKÊ DÊ CIHANA TE BIGUHERÊNIN
Çavkanî: Lars Anders Karlberg, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Tiştên li pişt dîwêr bibîne, bêhna xwe di bin avê de bikişêne yan jî ji ber çavan winda bibe. Bi van teknîkan dê jiyana me ya rojane bête guherandin.
Rojnameya New Scientist gerek li nav lêkolînên zanistiya xeyalî (science-fiction) yên îro kir, û ji nav wan deh teknîk bijartin, ew dê van 30 salên li pêşiya me cihê xwe di jiyana rojane de bigirin. Ew teknîk jî ev in:
1. Tu dikarî weke Superman bibînî
Amêrê röntgen yê Cambridge Consutanta brîtanî dikare bi alîkariya pêlên radyoyî, yên bê ziyan, çi tiştê li nav yan li pişt dîwarên bêtonî hebe bibîne. Navê vê sîstemê Prisma 200 e û biqasî çentekî komputerê laptop mezin e.
Herweha sehkerekî (sensor) elmanî ji Zankoya München heye, ew dikare her tiştekî bilive bibîne, wek nimûne ew dikare dilkutika dilê mirovekî li pişt dîwêr bibîne.
2. Weke Mirovê Veşartî ji berçavan winda bibe
Kê di xeyala xwe de nexwestiye şalikê veşartinê li xweke û bibe mirovekî neyê dîtin? Va îro madeyên bi rastî xwedî xisletên bînayî (optical) ji bo veşartinê peyde bûne.
Lêkolînvanên Zankoya Berkeley li Los Angeles madeyeke wilo çêkirine, ew made dikare ronahiyê bi awayekî taybet ber bi paş ve biçivêne ko mirov nikaribe heyberê li pişt bibîne. Lêkolînvanên brîtanî ji University of St Andrews ew made ji bo gelek lereyan (frequency) ceribandin û derxistin ko ew li ser hemû lereyan kar dike, û li Zankoya Hongkong ya teknîkî hiştin ko heyberên dûr jî ji ber çavan winda bibin.
3. Bê xwînrêtin bi alîkariya dengan neşterkariyê bike
”Kêrên ultradeng” ji Ultrasound Technology li Seattle ya amerîkî di destên pijîşkên neşterger (surgeon) de laşê nexweşan diqelêşin û di heman demê de jî damarêm xwînê dişewitênin, da xwîna birîna nexweş rawestêne.
4. Weke marmarokan bi dîwarn ve hilperike
Dema dilê mirov dixwaze bi dîwaran ve hilperke, lehengê filmên Spiderman tê bîra mirov.
Lê piyên marmarokan di rastiyê de pir bala pisporan dikişêne ber bi xwe ve. Hizira hiperikandinê li cem lêkolînvanên University of Machester ya brîtanî jî peyde bû, lê Zankoya Polîteknîkî li Turîna îtalî bi ser ve bû çawa mirov dikare bi alîkariya nanolûleyên kurt û yên dirêj wê hizrê bi cih bike.
5. Bila cilên li te bateriya mobîla dagirie
Ji ber bateriyan bikaranîna hemû amêrên mobîl yên li derdora me bi sînor e. Lê Georgia Institute of Technology li Atlanta nanncawek ristiye her û her cara mirov xwe bilivêne tayên vî nanocawî ditewin û ew kehrebê diafirênin û pê baterî têne dagirin.
6. Weke James Bond bifire
Di sala 1965 de James Bond di filmekî de, bi alîkariya kembera xwe û du jetên pê ve, weke bazekî difirî.
Pişî 19 salan di vekirina Leystikên Olîmpî de li Los Angeles sala 1984 xewnên zanistiya xeyalî (science fiction) dîse serê xwe hildan û piştê wê bi 11 salan dîse bi wî rengî kompanya Millennium Jet li Santa Clara makîneyeke firînê çêkir, lê ew neserkeftin bû.
Jin û niha ew xewn bi destê Martin Aircraft li New Zeeland dibine rastî. Ew li şûna rakêtan du yekîneyên turbojetan bi kar tênin. Herdû yekîne bi benzînê têne gerandin û mirov bi wan dikar 30 xulekan (minute) bifire.
7. Tûrîst li nav gerdûnê digerin
Xewneke dinî şêrîn ya ji zanistiya xeyalî ew e ko mirov ji nav pencên rakêşê (gravitation) derkeve. Niha êdî netenê gerdûngerên (astronaut) pispor dikarin li nav gerdûnê bigerin, niha êdî tûrîst jî bi riya Virgin Galactic û Xcor Aerospace ya li Nevada amerîkî dikarin bilêtên seyranên gerdûnî bikirin û sala tê bi kar bênin, bihayê bilêtê nêzîkî 150 000 dallarî ye.
8. Weke masiyan bêhna xwe di nav avê de bikişêne
Bi gumasên (gill) destkar (artificial) mirov dikare weke masiyan bo demeke bêsînor di bin avê de bimêne. Hê berî şeş salan bi alîkariya gumasên destkar mirovekî dikarî bû 30 xulekan di bin avê de bimêne.
Problem ev e ko tibabeke mezin ya avê dive da gumasên destkar karibin têra mirov oksîjênê ji nav avê derênin.
9. Wergêrê cîhanî hemû zimanan dizane
Google dikare di kêlîkekê de tekstekî ji komeke zimanan wergerêne zimanekî din, lê çawa mirov dikare zimanê axaftinê yekser (in real time) di dema axaftinê de wergerêne zimanekî din?
Makîneyeke wergerandinê bi navê Iraq Comm (Speech to Speech Translation System) ji bo leşkerên amerîkî li Îraqê heye, ew di pêşerojê de dikare bibe wegêrê cîhanî.
Eger mirov bi erebî li ber mîkrofonê biaxive, makîne axaftinê bi tekstê erebî dinivîse û piştre wê nivîsê werdigerêne inglîzî û bi inglîzî dixwêne. Ta nia 50 000 peyvên giring hatine civandin.
10. Televizyona bêhnweşên
Hê di salên 1950 de çend hewldan, bê serkeftin, hatin kirin ji bo çêkirina filmên bêhnweşên. Kêşeyek ew bû çawa mirov dikare nehêle bêhn tevlî hev bibin, da di encamê de koktayleke bêhnên nû çênebe.
Bersiv li cem lêkolînvanên Sony li Japnyayê ye. Ew guh nadin bêhvilê, ew bi bi alîkariya ultradengan (ultrasound) han didine beşên peywendîdar yên mêjî da hestên bêhnkirinê biafirênin.