TEQÎNA GERDÛNÎ YA HERÎ DÛR HATE DÎTIN
Çavkanî: Swift, Nasa
Werger: Zagrosê Hajo
Gerdûna berê şahîk û hevçeşin bû, bervajiyê gerdûna îro, ya ko galeksî tê de li hin cihan weke gulok û weşiyan li hev kom bûne.

Stêrzan bûne dîdevanên teqîna gerdûnî ya herî dûr, ya ko vê dawiyê hatiye tomarkirin: Ew teqîn ya tîrêjên gama bû, ko li keviya gerdûna berçav qewimîbû.
Tîrêjên teqîna gama pêtên wizeyeke (energy) pir bilind diweşêne, ew bê agehkirin ji nişkê ve li deverên gerdûnê yên cuda serî dihildin.
Ew dikarin di maweyê çend xulekan de tibabeke (quantity) wizeyê verêsin, ko Roja me encex dikare bi dirêjiya tevaya jiyan xwe, ya ko bi 10 milyard sal tê rabînkirin (expected), verêse.
Zêrevaniya teqînê ji aliyê teleskopa gerdûnî Swift û ji aliyê çend zêrevangehên (observatory) zemînî ve hate kirin.
Bûyer di 4ê êlûna 2005an qewimî û nêzîkî sê xulekan dirêj kir. Dibe ko ew nîşana mirina stêreke mezin be ji dema ko ew dihêrivî û dibû Çaleke Reş (Black Hole).
Şemitîna sor (redshift) ya wê stêrê 6.29 e, ev jimar bi pîvana dûrbûnê dike 13 milyard salên ronahiyê, ev jî dûrbûna wê ji Zemînê ye.
Stêrzan dikarin dûrbûnên gerdûnî bi alîkariya şemitîna sor bipîvin. Şemitîna sor nîşana vê yekê ye: ka ronahî, di gera xwe ya dirêj de, di nav gerdûnê de, çiqasî, di şebenga (spectrum) rengên pêlên kehremagnetîsî de, ber bi rengê sor ve dişemite.
Çiqasî jimara şemitîna sor ya laşekî gerdûnî mezintir be, hewqasî ew dûrtir e û zûtir ew ketiye nav pelên dîroka gerdûnê de.
Dûrbûneke nedîtî nebînayî
Dr. Daniel Reichart, ji Zankoya Bakurê Karolîna, DYA (University of North Carolina, USA), yê serpereştiya pîvanan dikir, got:
- Dûrbûna vê teqîna dawî da ser hemû pîvanên berê, ew bi 500 milyon salên ronahiyê ji wan bêhtir e.
Profesor Keith Mason, serokê kargêr (chief executive) yê Encûmena Fîzyaya Çendikî û Lêkolînên Stêrzanî yên Brîtanî (UK's Particle Physics and Astronomy Research Council (PParc)), yê ko piştgîriya semyanî daye Swift, di têbîniyeke xwe de got:
- Ev encameke seyr e, ew dê şiya bike (enable), da em gelek tiştan, li ser stêrên ji heyama nêzîkî destpêka demê ve, zanibin.
Bi Xwendinên li ser van heyberan (object), stêrzan li kêlîkên pêşî yên gerdûnê dinerin. Teqîn ji heyamekê tê, nêzîkî yek milyard sal piştî Teqîna Mezin (Big Bang) e, ko hingî hê nû galaks dihatine çêkirin.
Dr. Nial Tanvir, ji Zankoya Hertfordshire (the University of Hertfordshire) li Brîtanyayê, yê ko yek ji peygerên (investigator) şandeka Swift e, got ko teleskop dikare teqînên ji vê teqînê dûrtir vebîne, teqînên heyama guherînên gerdûnê yên destpêkê.
Wî gote malpera BBC News:
- Ez goman dikim, ko em dikarin wan ji heyama 200-300 milyon salên piştî Teqîna Mezin bibînin. Em hê nizanin ka di wê demê de stêr hebûn yan na; lê eger ew peyde bûbûn, gerek e, em karibin wan ji wê dûrbûnê bibînin.
Pencereke bi aliyê paşerojê de li piştê vekirî
Gerdûna berê şahîk û hevçeşin (homogeneous) bû, bervajiyê gerdûna îro tê dîtin, ya ko galeksî tê de li hin cihan weke gulok û weşiyan li hev kom bûne.
Zêrevaniya bûyerên li keviya gerdrûna berçav, weke vê bûyerê, dikare alîkariya stêrzanan bike, da tê bigehin ka çawa ev guherîn qewimîne.
Tê behwerkirin ko bi Teqîna Mezin re bi tenê du hêman (element) hatine afirandin, ew jî hîdrojên û hêlium in. Her tiştên din ji kela beroşên stêrên pêşî derketine.
Dibe ko ew stêrên pêşî pir ji yên, ko îro hene, cuda bin – weke nimûne, hin lêkolînvan hizir dikin, ko ew gelekî ji yên îro mezintir bûn.
Dr. Tanvir got ko, “Ramaneke weha bi mirov re peyde dibe dema, ko mirov li kavilê ew stêr li pey teqîna xwe dihêlin, dinere,”
Zaneyan li çar kertan (continent), teleskopên rengereng bi kar anîn û zêrevaniya teqînê û çirûskên lipeymayî, yên berebereyî (gradually) melûl dibûn, kirin.
Stêrzanen Teleskopa Azmanî Hubble jî, piştî çar heftiyan, bo zêrevaniya pêtên piştî teqînê bi kar anîn, tevlî ko bi rastî di wê demê de ew pir korî bûbû.