TEMAŞEKIRINA TELEVIZYONÊ FIŞARA XWÎNÊ BILIND DIKE
Çavkanî: Anna-Lena Haverdahl, Svenska Dagbladet, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Temaşekirina televizyonê ya demdirêj bandoreke nebaş li fişara xwîna zarokên qelew dike. Ev yek di encama lêkolîneke emerîkî de hatiye. Lêkolîn li ser 546 zarokên 4 ta 17 salî hatibû kirin. Ji berê ve hatibû naskirin ko fişara xwîna zarok û gêncên qelew ji ya hogirên wan yên normal bilindtir e. Lê hê sedema rastî ya vê pirsê nehatiya naskirin.
Lê va êdî ev lêkolîna nû dide xuyakirin ko temaşekirin û rûniştina zêde li ber televizyonê bandoreke negatîv li fişara xwîna zarokan dike. Çiqasî zarok bêhtir li ber televizyonê rûnin hewqasî fişara xwîna wan bilindtir dibe. Wek nimûne zarokên her roj ji du seet ta çar seetan li ber televizyonê derbas dikin, metirsî heye ko fişara xwîna wan 2.5 caran ji ya zarokên, ko her roj du seetan yan kêmtir li ber televizyonê dirûnin, bêhtir e. Eger mirov her roj çar seetan yan bêhtir li ber televizyonê rûne, metirsî heye ko fişara xwînê 3.3 caran bilindtir bibe. Encama dawî ya lêkolînê, piştî pirskirin û pîvandina gewd û giraniya zarokan, di kanûna yekê de, di American Journal of Preventive Medicin de tê weşandin. Bilindbûna fişara xwînê metirsiyên nexweşiyên dil û damran zêde dike.
Profesor Claude Marcus, pisporê nexweşiyên zarokan û şêfê Rikscentrum ji bo zarokên qelew li Karolinska Universitetssjukhuset Huddinge, dibêje ko ev encam balkêş e, lê şirovekirina wê zehmet e.
- Em nizanin kîjan mirîşk e û kîjan hêk e, gelo temaşekirina televizyonê di vê têkiliyê de xwedî roleke rasterast e yan na.
Fişara xwîna zarokên swêdî yên qelew bi xwe jî ji ya zarokên normal bilindtir e. Nemaze di çerxa şevûrojê de kêşe derdikeve. Astê fişara xwînê, weke ko gerek e, bi şevan kêm nabe.
Lêkolîn dê hişkere bike, ka bi zêdekirina çalakiyên fîzîkî çare heye, ko astê fişarê kêm bibe. Ji xwe ji lêkolînên berê jî derdikeve ko girêdan di nav temaşekirina televizyonê û qelewiya zarokan de heye. Têkiliyên di nav hijmara seetên li ber televizyonê û qelewiya zarokan bi BMI-ya (Body Mass Index = Nîşankerê Barista Lêş) dêûbavan ve û rewşa wan ya civakî û aborî ve negirêdayî ye. Lêkolînên li ser mirovên bi temen hebûna vê girêdanê eseh dikin.
Hin şirovekirinên ko hirzrên mirov diçine ser ev in: rûniştina li ber televizyonê metabolîzmê laşê mirov kêm dike, herweha meyla gelek zarok û mezinan heye ko li ber televizyonê bêhtir çilekiyan bixun.
Li gor rêxistina pijîjkên zarokan ya emerîkî gerek e zarok ji du seetan bêhtir li ber televizyonê nerûnin.