TELESKOP ‘EXTERÊN DÛR’ DIBÎNIN

Çavkanî BBC News

Werger Zagrosê Hajo

 

 

 

 “Extera nû” (Wêne: li aliyê rastê) nêzîkî stêreke bi temen piçûk xuya dike. Komeke zanayên ewropî dibêjin ko wan wêneyên pêşî û yekser yê exterekê li derveyî Sîstema Roja me girtine.

 

Ev “exter” li dora sterekê bi navê GQ Lup digere û tê gomankirin, ko ew pir weke Roja me be, dema hê Roj di xortaniya xwe de bû.

Berê jî hinekan got ko wan jî ev exter vedîtibûn, lê zanayên reşbîn behwer dikin, ko ev laşê di wêne de tê dîtin bi korfelaqî ketiye wî beşê ezmên de û ne nêzîkî stêrê ye.

Li gor dîtina grûpa Ralph Neuhaeuser ya di kovara Astronomy & Astrophysics de hatiye weşandin, GQ Lup ji wî laşî dûrtir e.

GQ Lup û hogirên xwe di nava koma stêrinan de ne, ko li herêmeke 400 ronahî-sal dûr e.

Ev ‘exter’ ji sala 1999an ve ji aliyê grûpê ve tê zêrevanîkirin.

Stêrzanan li ser datayên weneyên ji Zêrevangeha Başûr ya Ewropî (European Southern Observatory's (ESO)), Teleskopa Pir Mezin (Very Large Telescope (VLT)) li Çîlê, Teleskopa Valayetiyê ya Hubble (the Hubble Space Telescope) û Teleskopa Japonî Subaru li Hawayî, kar kirine.

Ji ber ko GQ Lup û koma stêrên pê re sîstemeke nûgehayî ye, tê gotin, ko bi rêjekî exter sincirî ye. Ji xwe germbûna exterê alîkarî kir ko ew ji stêra mêhvandar were cudakirin.  

Exter têra xwe dûrî GQ Lup e – 100 carî li dûrbûna nav Rojê û Zemînê ye, û wê jî alîkarî kir, da ronahiya herdû laşan ji hev werine cudakirin.

Hêjayî gotinê ye, ko di van deh salên dawî de stêrzanan nêzîkî 130 exter li derveyî Sîstema Roja me, bi zêrevaniya rakêşê (gravitation), vedîtine. Lê ji ber lawaziya teknolojiya roja îro ya di vî warî de derfet nînin ko ew zelal bêne dîtin.

Lê tê rabînkirin (expected) ko wêneyên wan exteran, piştî ko nifşên nû yên teleskopan, di van her deh salên bên de, li valayetiya hawîrdorî Zemînê bêne bi cih kirin, dê ew zelal bêne dîtin.

Ji niha ve hin zane pirsan dikin dibêjin, ma gelo bi rastî mêhvanê GQ Lup exter e?

Profesor Mark McCaughrean, ji Zankoya Exeter, li Brîtaniya, dibêje ko li ser barista (mass) vî laşî ew pir dipûnije, ji ber ko grûpa stêrzanan bi xwe dipejirêne, ko barista wê 42 caran li ya Keywan (Jupiter) e.

Ew dibêje: “Gişt hemû modelên dîtaneyî (theoretical) barista vî laşî 15 ta 40 carî li ya Keywan dibînin: ev kêm zêde stêreke beravêtî ye, ew ne exter e.”   

Professor McCaughrean lê zêde dike û dibêje: ”Ti nîşan nînin, ko ev laş di çerxekê de li dora stêrê digere.”