SUPERKOMPUTER JI NÛ VE MÊJÎ Û GERDÛNÊ DIAFIRÊNIN

Çavkanî: Jan Melin, Ny Teknik

Werger: Zagrosê Hajo

Du projeyên superkomputeran yên nû modelên binyatên herî aloz, yên li dinyayê hene ava dikin: Ew jî modelê gerdûnê û yê mêjiyê mirovan e. Astrofîziyayî dixwazin bizanin, çawa gerdûn hatiye avakirin û lêkolînvanên mêjî dixwazin sedemên şîzofrenî kovaniyê (depress) nas bikin.

 

Xurtbûna jimartinê û zanîna çawa mirov dikare superkomputeran program bike ta wê radeyê bilind bûye û ber bi pêş ve çûye ko niha lêkolînvan dikarin modelên tewaw yên gerdûnê û yê mêjiyê mirov avabikin.

 

Lêkolînvanê mêjî bi alîkariya superkomputerê li dinyayê herî xurt, IBM Blue Gene, dê hûr û kûr modelekî 3D (3 Dimension= 3 Dûrbûn) yê qaşûlê mêjî ava bikin, yê wî beşê mêjî yê herî mezin û herî aloz û yê bi erkê dîtin, bihîstin, hizirkirin û afirandariyê dirabe.

 

Li gor konfransekî çapemenî ji IBM, lêkolînvan dê bi allîkariya modelê komputerî handankirinan (simulation) li ser astê gerdan (molecule) bajon, û ew hêvî dikin ko bi wê karibin derbas bibine nav bûyerên hundurî yên weke axaftin, hizirkirinên aloz û hiş.

 

Çirkexurt
Herweha lêkolînvan hêvîdikin ko tê bigehin, ka çima carinan hin beşê mêjî kar nakin û tevlîhevî û nexweşiyên weke şîzofrenî û kovaniyê bi mirov dikevin.

 

Henry Markram di konfransa çapemenî de dibêje:
- Hin handankirinên îro têne pêkanîn di ezmûngehên klasîkî de rojek tewaw dikişênin, em hêvî dikin ko bi alîkariya superkomputeran wan di çend çirkeyan de pêk bênin. 


Henry Markram berpirsiyarê projeyê ye û profesor e li Ecole Polytechnique Fédérale de Lausanne li Swîsrayê. Datayên ko wî ji ezmûnên li ser mêjî dane hev, li seranserî dinyayê, weke berhemeke herî fereh tê jimartin.


Di wextê ko lêkolînvanên mêjî superkomputer ji bo ko herî kûr derbas bibine nav mêjî bi kar tênin, di heman wext de zanayên fîziya stêran (astrophysicist) dixwazin vî amêrî ji bo ko bigehine cihên herî dûr yê rastiya mirovatiyê.

 

Modelê gerdûnê

Di projeyê Handankirina Hezarsalî de (Millennium Simulation) lêkolînvanan bi serkeftin modelekî komputerî yê gerdûnê ava kirin. Yan bêhtir nêzîkî rastiyê ew e, ko wan modelê parçekî kabikî ji gerdûnê ava kirin, ko her aliyekî vî kabî du milyard salên ronahiyê dirêj e.


Carlos Frenk ji University of Durham li Englistanê ji rojnameya The Guardian re dibêje:

- Me komputerê herî mezin li Ewropa, yê xwediyê 25 milyon Mega Byte-ên datayên zêrevaniyê, bi destûrên bingehîn yên fîziyayê program kir. Piştre me hişt ko komputer dest bi karê xwe bike.


Carlos Frenk pê de diçe dibêje:

- Bi dirêjiya heyveke tewaw komputerê li Max Planckinstitut, li Elmanya bi cih e, bi tenê ji bo projeya me kar kir û li ber hemû çalakiyên din hate girtin, di dawiyê de gerdûneke pir spehî danî ber çavên me, li gor hemû daxwaz û hêviyên me ew ”The Real Thing” bû.  

- Bi wê niha ev cara pêşî ye, ko em dikarin ”ezmûnan” li ser gerdûnê çêbikin. Bêgoman ev proje yê herî mezin e, dema em basa lêkolînên fîziyayî bi alîkariya komputeran dikin.