STRÊRIKA BI DÛV BÊ TELESKOP TÊ DÎTIN
Çavkanî: Karin Bojs, DN, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Li gor raporta dezgeha Spaceweather komêta (stêrika bi tûv) bi navê Lûlîn êdî bi çavan bê dûrbên û teleskop tê dîtin. Havîna derbasbûyî Lûlîn ji aliyê xortekî 19 salî ve bi navê Quanzhi Ye hatibû vedîtin. Quanzhi meteorolojiyê li Çînê li zankoya Sun Yat-sen dixwêne. Wî lêkolîn li ser wêneyên ji Zêrevanîgeha Lûlîn (Lulin Observatory) ya Taiwanê dikirin, ji ber wê jî navê Lûlîn li vê komêtê hate kirin.
Di wêneyên teleskopê de komêta Lûlîn dişbe sêveke kesk bi ser şivekê ve. Şiv jî dûvê komêtê yê dirêj e, ew li ber ronahiya Rojê şewq dide. Lê dema mirov bi çavan li komêtê dinere ew bêhtir dişbe stêreke di nav mijê de. Di şevên sayî û reş û tarî de gerek e ew xweş bête dîtin. Di van rojan de Lûlîn li berbangan li nav Birca Şehrîwarê (Virgo) tê dîtin.
Lûlîn dê hin bi hin geştir bibe û baştir bête dîtin ta bigehe nîvê heftiya li pêşiya me, wê demê ew dê li binya extera Keywan (the planet Saturn) bête dîtin. Piştre dê ronahiya wê her lawaztir bibe, dema ko ber bi keviya systema Rojê ve here û ji wir ber bi pêşerojeke nediyar ve.