STÊRZAN ESEH DIKIN KO EINSTEIN ŞAŞ BÛ

Stêrzanî

Çavkanî: Kaianders Semple, Ny Teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

i dema ko fîzyazan li seranserî dinyayê sedsaliya dîtaneya rêjeyîtiyê ya taybet pîroz dikin, di heman demê de gelek stêrzan goman dikin ko tevlî her tiştî jî dibe ko Einstein ne rast bû. Xuya dike ko leza ronahiyê guhêrbar e, erê, ew bi demê re tê guhertin, ev yek jî dîtaneya rêjeyîtiyê dike ber şek û pekan de.

Niha stêrzan ji herçar aliyên dinyayê tên li Zankoya Warwick li hev dicivin, da sedsaliya "annum mirabilis" 1905an ya Einstien pîroz bikin. Lê di nîvê ahengê de mêhvanek tê û rûşiştî eseh dike ko leza ronahiyê, bingeha dîtaneya rêjeyîtiyê ya taybet, guhêrbar e û dibêje ko ji heyam Teqîna Mezin (Big Bang) ve ew hin bi hin kêm dibe.

Stêrzan Michael Murphy eseh dike ko…

Leza ronahiyê kêm dibe

Komeke lêkolînvanan bi rêvberiya stêrzanê brîtanî yê ciwan Michael Murphy ji Cambridge ronahiya kvasarên (quasar) pir dûr şîtel kirin (analyse). Zêrevaniyên bi Teleskopa Keck li Hawayî hatine kirin didine xuyakirin, li gor Murphy, ko neguhora (constant) bi navê neguhora binyata hûrik (fine-structure constan, α = μ0e2c / (2h) = 7.297 352 533(27) × 10-3), gelek caran xweş û rind navê neguhora α ”alfa” lê têkirin, bi demê re tê guhertin. Eger alfa bête guhertin êdî leza ronahiyê jî tê guhertin, ev jî mîxekî qalind e li tabûta dîtaneya rêjeyîtiyê ya taybet, ya ko Einstein daniye, dikeve.

Einstein şaş bû...

Neguhora binyata hûrik hêza kehremegnatîzî bi rê ve dibe, ew hêz jî atoman bi hev ve girêdide. Haya lêkolînvanan ji mêj ve jê heye ko eger -Xwedê neke- eger ko ev neguhor mûkî mezintir yan mûkî piçûktir bana, dê bi ti awayî jiyan sirûştî peyde nebana. Ji ber vê yekê lêkolînvanan ”ji ber prinsîpên antropî (Li gor prinsîpê antropî gerdûn weke xwe ye çawa heye, eger ne wa bana em dê nebana)” alfa weke neguhoreke xwezayî dipejirênin.

Lê dibe ko pejirandina vê ecncamê hê zû be.

Pencemuhra atoman guhertinan nîşandide

Mezinbûna alfa bandorê li mijîna ronahiyê ji aliyê atoman ve dike, ji bilî wê jî her ko ronahî li atoman dikeve ”pencemuhreke” (fingerprint) xwe dide. Koma Murphy niha ronahiya ji kvasarên pir dûr tê, dipîvin. Ew ronahiya ko ji berî deh milyard salan ve hatiye weşandin. Ew ronahî ji aliyê toza gerdûnî ve ya nav galaksiyan hatiye mijtin. Dema koma Murphy encama wan pîvanan û pîvanên azmûnên ko li vir, li jêr, li ser Zemînê hatine kir dana bara hev, wan hin nîşanên guhertina alfa dîtin. Tibaba wê guhertinê di dirêjiya van deh milyard salên dawî de nêzîkî yek li ser dused hezarî (1/200 000) bû. Ew ne gelekî mezin xuya dike, lê ew bi temamî serî li stêrzanan gêj dike.

Peyva dawî hê nehatiye gotin

Ne her kesî giranî da vedîtina Murphy. Lêkolînvanine din ecamên azmûnên xwe weşandin û di wan de ti guhertin di alfa de peyde nabe. Lê Murphy behwer dike ko pîvandinên wan ne wek yên wî rast û durist in.

Peyva dawî ya vê gelşê hê nehatiye gotin.

Dema ronahî ji kvasarekê ber bi Zemînê ve tê ew di nav ewrên gerdûnî yên gazî ve derbas dibe. Hin dirêjiyên pêlî yên ronahiyê têne mijtin, ev yek jî ”pencemuhrekê” dide ronahiyê. Ji berhevkirina vê pencemuhra ronahiyê ya milyardên salan kevn bi ronahiya ko îro li ser Zemînê di encama azmûnan de tê çêkirin, mirov dikare guhertinên neguhora binyata hûrik, eger biqewime, bipîve.

Amadekar:Zagrosê Hajo