SEHKER ’KERESTEYAN JI SER ASTEROYÎDEKÊ DIDE HEV’

Çavkanî: BBC News

Werger: Zagrosê Hajo

Zane dibêjin, ko sehkerê japonî guhêzerê pêşî ye, yê nimûnene keresteyan ji ser rûyê asteroyîdekî dide hev.

Sehkerê bi navê Hayabusa – bêjeyeke japonî ye bi wateya eylo – bi nermayî hingivte asteroyîdê Itokawa û guleyek avêtiyê, da hin kereste jê belawela bibin. Zane behwer dikin ko sehker hin pîjik ji steroyîdê dane hev, lê ew dê vê rastiyê zanibin demo ko sala 2007an Hayabusa vegere ser Zemînê.

Berî niha kevir ji heyvê hatine şîtelkirin, lêbelê nirxê zanistî yê keresteyên asteroyîdan di wê ye ko ji destpêka peydebûna Sîstema Rojê ve, ew nehatibine guhertin.

Zanayên japonî ji Nûnertiya Japonî ya Vedîtinên Ezmanî (JAXA) piştraskirin ko Hayabusa demeke kurt li ser rûyê Itokawa daniye.

Li gor berdevkê JAXA danîna sehker Hayabusa li ser rûyê asteroyîdê, ko 290 milyon km ji Zemînê dûr, ji danîn balafireke jembo jet li Grand Canyon aloztir bû.

Kiyotaka Yashiro ji JAXA dibêje:

- Xuya dike ko proseya civandina nimûneyan baş derbas bûye

Wezîrê japonî yê zanist û tekenolojiyê Iwao Matsuda pesnê bizava JAXA da û got:

- Ez dilxweş bûm dema min behîst, ko nimûne hatine berhevkirin. Ev cara pêşî ye ko karekî wiha diqewime û ev kar dê di vedîtina gaerdûne de pir alîkariya mirovan bike.

Nehîniyên ezmanî

Nûçeya Nûnertiya Japonî ya Vedîtinên Ezmanî (JAXA) hate, ragehandin, piştî ko guhêzer rûbirûyî çend kêşeyê bû.

Hayabusa cara pêşî da xwe, da li ser asteroyîdê deyne, lê ji ber ko ew dora ew tewerê xwe digere, wê nikarîbû deyne, herweha bi ser neket nimûneyan bi dest bixe, bi ser de jî têkiliyê Hayabusa bi Zemînê re hatine birîn.

Di hewdaneke din de xwest robotekî daxêne ser rûyê asteroyîdê, lê bê serkeft bû. Hayabusa di gulana 2003an de hatibû rêkirin û ta meha kanûna li pêşiya me wext pê re heye ko di çerxa asteroyîdê bimêne, lê piştî wê demê dive bê rawestan vegere ber bi malê ve. Tê hêvîkirin ko ew di hezîrana 2007an vegere ser Zemînê û li Australya deyne.

Tê rabîn kirin ko lêkolînên li ser keresteyên asteroyîdan bêne kirin, dê nehîniyên awayê çêbûna laşên ezamî hişkere bikin, ji ber tê behwerkirin, ko rûyê asteroyîdan di hemû heyamên hebûna xwe de kêm hatine guhertin, bervajiyê laşên ezmanî yên mezin wek heyv û exteran, yê tûşî gelek guhertinan dibin.

Navê zanayê mûşekan yê japonî Hideo Itokawa li asteroyîdê hatiye kirin.

Itokawa 690 metran dirêj e û 300 metrî fereh e û rakêşa wê bi tenê 1/100,000 ji ya Zemînê ye