SEHKER ”IMPACTOR” LI STÊRIKA BI DÛV TEMPEL 1 KET

 

Çavkanî BBC News, CNN

Werger Zagrosê Hajo

 

 

NASA ragehand ko sehker ”impactor” bi awayekî serkeftî û programkirî  li stêrika bi dûv Temel 1 ket, ew jî di çarçewa lêkolîneke zanistî de bo naskirina dîroka Sîstema Rojê.

 

 

Zanayên NASA xwe bo şîtelkirina bandora vê lihevketinê amade dikin. Gewdê sehker weke yê cilşokekê ye û giraniya wî 375 kg  û bi xurtbûna 37 000 k/h (kîlometr/demik) li stêrika bi dûv Tempel 1 ket û pelixî, lê konçale bi kûrayiya 25 metran û ferehiya 100 metrî di laşê Tempel 1 de çêkir. Vê konçalê qaşolê Tempel 1 rakir û keresteyên ji destpêka çêbûna Sîstema Roja me ve, berî 4.6 milyard sal ve weke xwe mane û ronahî nedîtine, derxistin. Ev kereste xwedî datayên pir bi nirx in bo naskirina dîroka gerdûna me. Hêviya zanayan ew e, ko biheketina kîmyayî  ya Sîstema Rojê, di wê heyamê de, bi dest bixin.

 

 

Deep Impact ko navê keştiya hilgera Ipactor e, ji nêzîk ve wêneyên vê lihevketinê kêlî bi kêlî kişand û ew ber bi Zemînê ve weşand. Deep Impact niha133 milyon kîlometran ji Zemînê dûr e.

  

Navê Deep Impact ji filmekî emerîkî yê zanistiya leylanî hatiye girtin. Di wî filmî de stêrikeke bi dûv li Zemînê dikeve û wêrankariyeke mezin çêdike.

 

Zane dibêjin ko ev lihevketin dê alîkariya wan bike, da stratîjiyan avabikin bo guhertina riya laşên gerdûnî ji ser Zemînê û bi dûrxistina qewimandineke weha tirsnak.