SALA 2005AN LI BAKUR SALA HERÎ GERM BÛ
Çavkanî: Richard Black, malpera BBC News
Werger: Zagrosê Hajo
Zaneyên Brîtanî dibêjin ko sala 2005an li Bakurê Zemînê sala herî germ bû.

Ji dema ko pîvana germiya Zemînê tê tomarkirin ve, sala 1860î, li seranserî Zemînê ev cara diduyan e ko ew digehe pileya herî bilind.
Germiya okyanosan ya li Bakurê Zemînê, li Okyanosê Atlesî ew jî ya herî germ bû.
Lêkolînvan ji UK Met Office û ji University of East Anglia dibêjin, gelek nîşan hene ko çalakiyên mirovan bûne sedema vê germiya tevayî.
Datayên wan didine xuyakirin ko germiya têkrayî (average) ya sala 2005an li Bakurê Zemînê 0.65 CO di ser germiya têkrayî ya salên 1961-1990 de ye, germiya wan salan rêza binikî ya ko zane pîvanên xwe pê re hevber dikin.
Pileya germiya tevayî 0.48 CO bû, ew dike ko di sala 2005an de cara diduyan bû ko germiya Zemînê digehe pileya herî bilind, cara pêşî sala 1998an bû, lêbelê germiya sala 1998an dibin mercên ko El Ninoya bi hêz peydekiribûn, bilind bûbû.
Zane behwer dikin ko germiya Bakurê Zemînê zûtir ji ya şûr bilind dibe, ji ber ko rêjeya beja di bin qeşayê de mezintir e, sedema vê yekê ev e: Bej zûtir ji deryayê li gor bandora seqayê tê guhertin.
Germiya Bakurê Zemînê niha nêzîkî 0.4CO ji ya berî deh salan bilindtir e. Dr. David Viner ji Climatic Research Unit li University of East Anglia (UEA) dibêje ko “Data didine xuyakirin ko germiya rûyê deryayan li bakurê Okyanosê Atlasî ji sala 1880î ve ya herî bilind e.”
Sînorê şaşîtiyê
Pîvanên germiya têkrayî ti caran bi tewayî ne rast in, û Dr. Viner behwer dike ko sînorê şaşîtiyê yê jimartinî kêm zêde nêzîkî 0.1 CO pêpelûkan e.
Lêbelê ew dibêje jî, ko di pîvanên demdirêj de bi zelalî tê xuyakirin ko germî ber bi jor ve diçe – rastî ev e, di deh salên dawî de nîşanên bandora çalakiyên mirovan di bilindkirina germiyê de hene.
Wî gote peyamnêrê BBC New: “Em li ser rastiyê ne, reşbîn şaş in.”
“ Ew fîzyayeke hesan e, dema gazên germxaneyî (greenhouse) di bergebayê (atmosphere) de bêhtir bibin germbûn jî bêhtir dibe.”
Lêbelê, Fred Singer ji Science & Environmental Policy Project li Washington DC, ya ko navendeke civata reşbînên seqayî ye, di rûyê vê ravekirinê de diraweste.
Wî gote peyamnêrê malpera BBC News: “Eger bi rastî li bakurê Zemînê ji 1860î ve sala 2005an sala herî germ be, ev tev bi tenê dirûv dike (prove) ko ji sala 1860î ve sala 2005an ya herî germ bû”
“Ew tiştekî din dirûv nake, û bêgoman datayên wan bi serê xwe dirûv nakin ko sedema germbûnê weşîneka (emission) gazên germxaneyî ye.”
“Da mirov bizane ka ta çi radeyê mirov dibe sedema germbûnê, vepirsînên hûr pêwist in.”
Ji 1860î ve heşt ji deh salên herî germ di van deh salên dawî de rû dane.