Radyoya analog xatir dixwaze û cihê xwe dide radyoya dîgîtal
Çavkanî: Ny Teknik, Jan Melin
Werger: Zagrosê Hajo

Xişxiş û parazîtên pêlên navê û yên kurt yên radyoyên klasîk xatir dixwazin. Êstegehên kalasîkî weke Radio Luxemburg niha programên xwe bi forma dîgîtal, bê parazît diweşênin.
Di dema ko Radyoya FM (Frequency Modulation= Rastkirina Lereyî) li gor standardê Digital Radio Broadcasting, DRB, dibe dîgîtal, radyoya klasîk AM (Amplitude Modulation= Raskirina Fireyî) bi pêlên xwe yên navê û kurt jî ji nû ve geş dibin.
Cudabûna di nav kvalîta dengê radyoya dîgîtal û analog pir mezin e. Lê dema ko pêlên navê û kurt kirasê dîgîtal li xwe dikin, mirov dimêne matmayî. Xişxiş, wîzwîz û pîtpîta ko her û her hevalbendên weşana êstegehên AM bû êdî ji bo guhdaran û êstegehên weşanê dikevine nav dîroka pêşveçûna radyoyê de. Kesên ko li êstegehên rayoyî guhdariyê dikin, yên ko programên xwe li gor standarda cîhanî Digital Radio Mondiale, DRM diweşênin, pir zelal û bê parazît in.
Îro li cîhanê nêzîkî 70 êstegehên radyoyî programên xwe li gor vê standarda nû diweşênin û di rojê de tevayiya dema weşana wan digehe 350 demikan.
Yek ji cudabûnên di nav radyoya FM û ya AM ew e, ko AM li ser lereyên pir nizm têne weşandin. Ji ber wê tibabê datayên dengî teknîka AM tên weşandin, nikare bigehe hijmara datayên bi ya FM tên weşandin.
Di DRM de nabe hijmara datayên dengî yên pêwist ji 20 kb/s (kilobît di çirkeyekê de) bêhtir bibe. Eger mirov mûzîkê pir bi ser hev de bikurkusêne, da datayaên di weşanê de bibe 20 kb/s, dê dengê wê pir sixte be. Da mirov karibe li mûzîkê bi dilxweşî guhdariyê bike, dive tibabê datayên dengî ji 128 kb/s û ber bi jor de be. Di DRM de kurkusandineke standard bi navê AAC tê bikaranîn, ew mîna mp3 ya ko, wek nimûne, di Ipod lîzkera Apple de tê bikaranîn.
Di destpêkê de, di dawiya salên 1990 de, dema pêşvebirina DRM gelekan behwer nedikir ko bi teknîka AAC û bi 20 kb/s dê li mûzîkê were guhdarîkirin. Îro jî em dizanin ko ew gotin rast bûn.
Pisporekî dengan yê taybet
Lê hingî Saizya Coding Technology û pisporê dengan Lars Liljeryd derketine meydanê. Karxaneya Lars Liljeryd di wê demê de “turbo”-yeke bi navê AAC Plus ji bo AAC bi pêş de xistibû. Ev teknîk dengên ko di proseya filterkirinê de winda dibin ji nû ve diafirêne. Bi wê ji nişkê ve mirov dikarîbû li mûzîka zelal guhdariyê bike. Ji pisporên dengan re taybetmendiyeke pir balkêş ya vê teknîkê heye. Kurkusandina mûzîkê bi vê pileya bilind, da di nav 20 kîlo bîtan di çirkeyekê de bihêwire û dengkekî, gişt, bi kvalîteya radyoya FM were wergiritn, ti kesî behwer nedikir ko pêk were.
- Na, gelek matmayî mabûn, Lars Liljeryd digot.
- Lê dema min digot, ko mirov dikare dengan wek stereyo jî biweşêne, ji xwe yên ji min behwer dikirin pir kêmtir dibûn.
Ev teknîka ko Coding Technologies ji bo stereyo bi pêş de biriye, navê Parametric Stereo lê kiriye û ne ji mêj ve ew teknîk di DRM de bûye standard. Nehîniya vê teknîkê ew e, ko datayên stereyoyî di nav signalên mono de diveşêre.
Lê ne bi tenê li gor dîtina guhdaran DRM jiyaneke nû daye radyoya AM. Ji bo saziyên rayoyan û dezgehên weşanê qizinceke pir mezin hatiye kirin. DRM bi pêlweşênên ko îro hene, pêlweşênên analog yên ji bo pêlên kurt û pêlên navê, piştî hin guherandinên piçûk; dikare were weşandin.
Wizeya pêwist bo pêlweşênan bi awayekî dramatîkî tê kêmkirin, di hin hevtêkiliyan de ew ta 80 ji sedî kêm dibe, û tevlî wê jî pêl digehine warên ko pêlweşênên analog digehane wan.
- Weşandina pêlên kurt pir beha ye, pir kehrebe ji pêlweşênan re dive. Wek nimûne pêlweşêneke pêlên kurt li gor Anders Backlin 800 kîlo watan dixwe.
Îro ji her kesî bêhtir dezgehên radyoyên neteweyî, yên ko ji guhdarên navneteweyî re diweşênin DRM bi kar tênin.
Radyoya xwedî kvalîta bilind
Li Çîn û Ûrus herweha li hin welatên afrîkî û Australya planên dûr û dirêj hene, da ji hevwelatiyên xwe re tora DRM ava bikin, û da weşanên radyoyî xwedî kavalîteya bilind bi wan bigehênin. Hebûna pêlweşênên FM li wan welatan teng e, wek nimûne li Çînê pêlên FM yên radyoyî nagehine 100 milyon mirovî. Di bingeha xwe de bi rastî bi sîgnalê pêlweşêneke DRM dikare bigehe hemû niştivanên Çînê.
Kêşeyeke DRM ew e, ko îro kêm pêlgîrên DRM li bazarê hene, yên hene jî pir beha ne.
-Lê di salên werin de dê pêlgîrên berîkan bazarê tijî bikin û behayê wan dê ji 10 ewroyan ne bêhtir be, bi gotinên Lars Liljeryd.
Wî bi xwe vê dawiyê pêlgîreke DRM aniye berdestan. Lê pêlgîr dive bi riya USB (Universal Serial Bus) i komputerê malê ve were girêdan û behayê wê nêzîkî 200 ewroyan e.
Îro bikaranîna van rengên pêlgîran li welatekî weke Swêdê ne hizreke pir jîr e. Îro hijmara pêlên DRM yên di rojê de digehine Swêdê bi tenê çend demik in.