ROTIKVANÎ RAST E, YAN DEREW E?

Çavkanî: Ake Andersson, Pirtûka Kontakt, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Gelek salan av li kolika min ya havînî nebû. Her car divabû ez herim avê ji cem cîranan bênim. Rojekê ez ji anîna avê westam û min got êdî bes e. Min biryar da, ko ez bîrekê li ber kolika xwe di nav bexçe de bikolim, lê ez li kûjan cihî bikolim? Ava di bin erdê de bi tenê li cihnan heye. Min dizanîbû ko nêzîkî min mirovekî rotikvan heye, û min biryar da ko ez ji bo dîtina avê alîkariyê jê bixwazim.

Di wê havînê de, rojeke yekşembêyî xweş ew hate cem min. Di destpêkê de ew hêdî hêdî di nav bexçe de çend caran çû û hat. Dargulîkekî zirav û dirêj di nav destên wî de bû. Li cihê pêşî ko li nav diçû û dihat ti tişt neqewimî, li cihekî din dargulîk di nav destên wî de lerizî û serê bi xwar de hate çivandin. Wî bi kevirek danî wir û ew cih nîşankir. Piştre kujrast di nav bexçe de meşî ta geha cihê jê dest pê kiribû. Çaxê ew vegera cihê, ko kevir lê danîbû, dargulîk xurt bi xwar de hate çivandin. Ew çend care din di ser wî cihî re çû û hat, da dilê xwe bixe cih de. Gelek neçû, wî ji xwe piştrast got.

-Çaviya avê li vir e, wî got û tilha xwe bi cihekî ve kir, ew cih heft metran ji malê dûrbû. Singekî li wir bikute! Niha ezê kûrbûna avê jî derxim.

Rotikvan rawesta û got:

-Darikekî li vir di erdê de biçikêne û dûrbûna di nav darik û sing de bipîve.

Weke wî got min kir, lê min di dilê xwe de got: Çawa mirovek çend caran di ser erdekê here û were û bi alîkariya dargulîkekî bibêje va av li wir heye yan na? Ew kar gelekî nekete serê min.

Her çawa be min dûrbûn pîvand, ew 3. 30 metr derket.

Piştî wê bi salekê min destpêkir û bîra xwe kola. Min bi destên xwe 1. 5 metr kolan. Piştre min alîkarî ji xwediyê bagrekê xwest, heftiyek neçû wî bagra xwe anî û hat. Wî ta dest bi kolanê kir, ta geha 2. 5 metran, lê ti avê xwiyanekir. Li kûrbûna 3. 5 metran jî haveynê avê nehate dîtin.

-Ev der weke sehrayê ziwa ye, xwediyê bagrê bakir.

-Ta devera bagr digehiyê tu bikole, min bersiv da, lê ti nemabû ez dev ji çîrokê berdim.

Bagr ji 4. 1 metran bêhtir nikarîbû kûrtir bikole. Lê wê kûrbûnê jî ti av dernekt. Min hêviyên xwe bibirim.

-Da were em herne hundir fincanek qehwe vexwin, min pêşniyaz kir, û emê bibînin ka emê çi bikin.

Piştre bi bîst xulekan çaxê em derketine der, çaviyeke avê di dîwarê bîrê de vebûbû û av diherikî binê bîrê. Hin bi hin av bêhtir dibû û weke bilbilîkeke zirav dipijiqand. Av ne ji binê bîrê diza, lê hinekî di ser re ji dîwêr derdiket. Me kûrbûna çaviya avê pîva, ew 3. 5 metr derket, li wî cihê ko rotikvan gotibû.

Tiştê ko rotikvan got rast derket, tevlî wê jî ez nizanim bi çi behwer bikim. Gelo bi rastî mirovekî ji hemû amîran destevala dikare zanibe ka ava di bin erdê de li kû ye?

Yek ji yên ko bi rotikvanan behwerdike Leif Enghê ji Zankoya Lund e. Ew doktorê filosofiyê ye û wî lêkolîn li ser vê pirsê kirine.

-Rotikvan e yê giring û ne rotik e, Leif Engh dibêje. Rotikvanên herî baş ti rotikan bi kar nayênin. Rotikvan bi jenandina çeng û destên xwe dihesin. Dibe ko girêdanek di nav herikandinên avê de, zeviya magnetîsî de û hestên ko di çeng û destên rotikvan de têne afirandin, peyde dibe.

Rotikvanî bêhtir ji Swêd li welatên din tê pejirandin. Li DYA û li welatên Sovyêtistana berê rotikvanî gelekî tê bikaranîn, herweha li Almanya û Fransa jî wilo ye. Li welatên Sovyêtistana berê bi rotikan li xaman jî digerin. Li Polonyayê nêzîkî 2000 rotikvanên xwedî dîplom hene. Li Fransa bi têlên sifir, li şûna rotikan, li kablên kevn yê di bin erdê de mane, digerin.

Lê dîse hê ti kesî bersiva vê pirsê nedaye: Ev çi ye, ko rotikvan pê dihesin?