ROBOT ÊDÎ PÊŞDIKEVIN Û WEKE ZÎNDEWERAN XWE LI GOR REWŞÊ DIGUNCÊNIN

 

Çavkanî: noviny.cz, Komara Çekî

Werger: Zagrosê Hajo

 

 

Li gor Daily Telegrapha brîtanî zanayên zankoya Aberdeen hin robot avakirine û ta wê radeyê bi pêş xistine ko êdî ew dikarin lasayiya (mimic) guherîna zîndewran (evolution of organisms) bikin. Lê guherîn hê di destpêkê de ye, ji ber ko ew ji nû hînî meşê bûne.

 

Dive ko em ji bîr nekin ko guherîna zîndewrên bej-avî, ji dema ko ji avê derketin û ta ko bûne çarlingo, milyonên salan kişandiye. Lê robotên zankoya Aberdeen vê qûnaxê di şêst xulekan (minute) de derbas dikin. Asoyê nermalavên (software) robotan yekser û automatîkî bi pirbûna hişkalavan (hardware) re fereh dibe, wek nimûne dema ko zane lingan bi robot ve dikin nermalav yekser xwe li gor wê diguherin û diguncênin.

 

Christopher MacLeod pisporê jîriya destkarî (artificial intelligence) armanca projekta zankoyê şirove dike û dibêje:

 

- Eger bi rastî em dixwazin robotên humanoyd (humanoid, robotên di terzê mirovan de) yên xwedî gelek sehker (sensor) û xwedî rewiştên aloz biafirênin, dive ew weke hemû zîndeweran bi demê re ber bi pêş ve herin.

 

Mêjiyên zîndeweran, bi têgehiştinê, bê rawestan pêşdikevin. Bi vî rengî jî dema endamên nû li laşê robotan zêde dibin, di encamê de wek bertekî (reaction), komên nû yên neuronan şiyar dibin û dikevine nav kar de. Dema robotê MecLeod yê pêşî hate ser rûyê dinyayê, ew weke sebetekê bû û biqasî pirtûkekê mezin bû. Du movikên wî hebûn, bi alîkariya wan robot dikarîbû xwe 180 pileyan bizîvirêne. Piştre firmaneke sereke ji mêjiyê robot re çû, jê re got: Di 1000 çirkeyan (second) de tu bi kû de diçî, here!

 

Robot xwe da ber vî karî, lê weke zarokan karê xwe bêşehrezayî dibire serî. Balkêş e ko ew pir zû hîn dibû û gav bi gav ew di karê xwe de baştir dibû.