ROBOT DIBINE XWEDÎ RÛ
Çavkanî: Jonathan Amos, BBC News Online science staff
Werger: Zagrosê Hajo

K-bot: Rûyê mirov li komputeran tê kirin.
K-bot nas bike dibe ko ew robotê herî bêhtir pêşketî be. David Hanson ew afirandiye, Hanson karmedê Disney yê berê niha li zankoya Texas-Dallas (University of Texas-Dallas) kar dike.
Di herdû çavên robotê xwedî rû de du kamêra hatine çandin. Tu bi kû de bilivî ew robot dê çavên xwe li te bigerêne. Nermalavekî (software) pir pêşketî motorkên piçûk yê di bin çermê polîmerî (polymer) de dilebitêne, da lasayiya (mimic) derbirînên (expression) rûyê te bike.
K-bot dibeşişe, di bin simbêlan re dikirkire, mad û mirûsên wî tirş dibin û heweha awirên dijwar ji mirov divede. Di çirkeyekê de 24 masûlkeyên mêkanîkî (mechanical muscle) kar li rûyê K-bot dikin da lasayiya rûyê mirovan bikin.
Komputerên pêşerojê
Serê du kîlograman giran li Denverê di civîna salane ya Komela Emerîkî ji bo Pêşketina Zanistê (American Association for the Advancement of Science (AAAS)) hate nîşandan.

Andy: Pêşiyê K-bot
Zanist di pêşketinên dawî de sirûşa (inspiration) xwe ji zîndewarzaniyê (biology) distênin. Zanistên warê teknîka robotan ji beşdaran re hatin nûjenkirin.
Rêzdar Ph.D Hanson (Doctor of Philosophy), yê robotan weke beşekî ji lêkolînên xwe ava dike, ji beşdaran re dibêje:
- Ev rûyekî robotekî civakî ye. Rûyê mirov şiklê herî xwezayî ye ji bo lihevbondorkirina (interaction) dualî di nav robot û mirov de. Ev dê bibe şêweyê ko çawa em û komputerên pêşerojê bi hev re kar bikin û bandora xwe li hev bikin.
Tiştê balkêş ev e ko buhayê parçeyên elektronîkî yên ev makîna pêşketî jê hatiye avakirin ji 400$ ne bêhtir e. Lê Hanson behwer dike ko buhayê wan hê dikare bi awayekî drametîkî were kêmkirin.
Lezandina pêşveçûnê
“ Armanc ew e ko teknolojiya çêkirina rûyê van robotan di pîşesaziyê de bibe karekî sereke. Her ko gewd û giraniya van robotan kêmtir bibe ew dê hesanîtir li nav azmûngehên zanistî bêne belavkirin.”
Hanson behwer dike ko dema ev yek pêk were dê pêşketina serê robotan bi lez ber bi pêş ve here. Yekîneya hîmî dê bibe rêbaz da teknolojiyên din derxe meydanê, wek teknolojiya masûlkeyên destkar (artificial muscle).
“ Mirov nikare pêşî van tiştan li nav azmûngehên seranserî dinyayê belav bike û piştre rabe li standatîzekirina rêbaza jîriya humanoydan (humanoid, robotên di terzê mirovan de) bigere da ko karibin bi lebata robotan re û bi prosesên zimanên xwezayî re kar bikin.”
“Lê piştre mirov dikare dest pê bike parçeyên cuda yên jîriya destkar (artificial intelligence) li hev bihûne û jê humanoydên yekbest (cohesive), yên dikarin pêşbirkiyê bi mirovar re bikin, ava bike. Lê tiştê herî giring ew e ko dive mirov serên baş ava bike, eger ev yek nebe mirov nagehe armaca xwe.”
Derfet hene ko K-bot ji bo rahînanên pijîşkî bête bikaranîn. Ew dikarin alîkariya kesên ko şaşîtiyên tendurstî li wan peydebûne bike, wek nimûne kesên nikarin têkiliyê bi derdora xwe re bikin. Wa tê gomankirin ko robotên pêşerojê dê karibin alîkariya kesên xwedî nexweşiyên derûnî, wek nexweşên autizmê (hizirkirina xweyîtî), bikin. Wek nimûne bi tercemekirina derbirînên rûyê nexweş şîtelkirina (analysis) nexweşiyê dikare hesanîtir bibe.