PLAZMA YAN LCD?
Çavkanî: Mikael Lindqvist, M3-Digital World, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Tu dudil î kîjan texlîtê televizyonan bikirî? Televizyonên plazma yan yên LCD?
Îro li bazarê du teknîk hene: teknîka plazma û ya LCD; her yek ji wan dide cirîdê da li pêş be. Rêzên jêr taybetmendiyên herdû teknîkan li ber we diraxin:
Plazma
Teknîka plazma (pêt) bi kurtî ev e: her xaleke wêne yan jî her pîksel (pixel, picture element) ji koçkeke piçûk pêk tê, hemû koçk bi gazeke taybetî hatine dagirtin. Bi guhertina voltaja kehrebayî (electrical voltage) re rengê wê gazê tê guhertin. Bi alîkariya rengê sor, kesk û şîn (RGB color model; R = red, G = Green, B = Blue ) hemû reng têne afirandin. Başiyeke mezin ya vê teknîkê ew e, ko mirov dikare perdeyên (screen) pir mezin çêbike, di vî warî de Panasonic bi perdeya xwe ya 150 înçî (inch = 2.54 cm) serkêşiyê dike. Nebaşiya vê teknîkê jî ew e ko piçûkkirina pîkselên perdeyên plazmayî pir aloz e û ev dibe sedem ko televizyonên mişt HD (Full High Definition Television) yên ji rêza 42 înçan û ber bi jor de kêm peyde dibin. Ji bilî wê bi gelemperî televizyonên teknîka plazma ji yên LCD girantir û stûrtir in, lê Panasonic û Pioneer çend prototîpên (prototype) pir tenik û sivik çêkirine. Dive mirov zû behwer neke ko pêşketina teknîka televizyonên plazma li vir gehaye dawiyê.

Wêne 1. Binyata (structure) teknîka plazma
Başiyên teknîka plazma
· Wêne ti sihê li pey xwe nahêle.
· Bi gelemperî afirandina rengan û kontrast (contrast) ji LCD baştir e.
· Bîner pir pêça xwe nadin gijbûna pîkselan.
Nebaşiyên teknîka plazma
· Teknîka plazma di televîzyonên piçûk de peyde nabe.
· Televizyonên mişt HD bi piranî ji 50 înçî û ber bi jor ve ne.
· Modêlên televîzyonên xwedî teknîka plazma hindik in.
Pirûpûç
Erê, televîzyonên plazma kehrebê mûkî ji LCD bêhtir serf dikin, lê di rastiyê de ti cawaziyeke mezin di nav herdû teknîkan de nîne.
Erê, şewtandina pîkselên perdeyên TV û komputeran hêjî arîşe ye, lê ev yek kêm caran di modêlên nû de peyde dibe.
LCD
Ji pişt perdeya şilekrîstal LCD (Liquid Crystal Display) ronahî di nav çend taqan re derbas dibe bi guhertina voltajê ew diçe pîkselê pêwist. Ev yek dike ko wêne hinekî derengtin bêne guhertin û nûkirin, ev dike ko siha wîneyan bimêne, û ev jî yek ji problemên teknîka LCD ye. Lê îro pîşesazan (manufacturer) ev derengî pir kurt kirine û gehandine radeya mîlîçirkeyan (millisecond) û ev diyarde êdî di modêlên nû de nema pir dîdebar (visible) e. Başiya perdeyên LCD ew e ko wêne pir geş e, û ev jî pir baş e dema mirov, wek nimûne, li odeke ronî li televizyonê temaşe bike. Jihevcudakirina (resolution) tûj ya pîkselên mişt HD, yên ta 32 înçan, dike ko mirov wêneyên pir zelal û şahîk bibîne. Ev teknîk pir di komputer û sebetên leystikan tê dîtin.

Wêne 2. Binyata teknîka LCD
Başiyên teknîka LCD
· Wêneyê geş
· Jihevcudakirina tûj ya pîkselan di modêlên piçûk de jî heye.
· Perde teniktir û siviktir in ji yên plazma.
· Wêneyên pir zelal û şahîk ji komputer û sebetên leystikan.
Nebaşiyên teknîka LCD
· Kontrasta LCD ne wek ya plazma baş e.
· Di hin modêlan de siha wêneyan demeke kurt li ser perdeya TV dimêne.
· Bîner ,bervajî plazma, kêmtir qîma xwe bi gijbûna pîkselên LCD tênin.
Pirûpûç
Îro nenormal e ko ev diyarde peyde bibe, pîşesaz piştrastiyê ji bo çakiya pîkselan didin, di vir de ti tolerans li cem wan nîne.
Di roja îro de ronahiya li pişt LCD di modêlên nû de guhêrbar e û kontrasta wêneya êdî nekêmî ya plazma ye.