PHOENIX BI SERFIRAZÎ KARÊ XWE BIRE SERÎ
Çavkanî: www.nasa.gov/phoenix
Werger: Zagrosê Hajo

Piştî karê bêhtir ji pênc mehan li ser extera Behram, têkiliyên radyoyî yên keştiya NASA ya bi navê Phoenix Mars Lander bi Zemînê re hatin birîn. Ji xwe taximê pisporên Nasa li benda vê yekê bûn, ji ber ko zivistan bi ser cemserê bakur de hat, cihê ko Phoenix lê kardikir, û êdî tîrêjên ronahiya Rojê lawaz bûbûn û nema tera dagirtina bateriyên ko alavên Phoenix digerandin, dikirin.
Diduyê vê mehê, çiriya paşîn, endazyaran sîgnalên dawî ji Phoenix wergirtin. Ji bilî rojên kurt toz û remedîlk jî li Phoenix dirabûn û ewr giran dibûn, vê dikir ko germayî li bakurê Behram pir dakeve, dawî li havînê hat û payîzê girte ser herêmê. Li gor planê Nasa gerek bû ko Phoenix sê mehan kar bike, lê wê pênc mehan datayên zanistî civandin û ber bi Zemînê ve rêkirin.
Taximê projeyê dê di van heftiyên bên de jî çavên xwe li sîgnalên Phoenix bigerêne, bi hêviya ko rewş baş bibe û ew şiyar bibe. Lêbelê hêviyên endazyaran pir kêm in, ji ber ko rewşa seqayê li ser Behram roj bi roj xirabtir dibe.
Di dema ko karê Phoenix ber bi dawiyê ve hat, hê şîtelkirin û şrovekirina a datayên ko bi dest ketine di qûnaxên pêşî de ye.