PARÇE JI KAR KET BIGUHRE

Çavkanî: Ulla  Karlsson-Ottosson , Charlotta  von Schultz , Anders  Wallerius; Grafîk: Jonas Askergren; wêne 3D4Medical; Ny Teknik, Swêd

 

Werger: Zagrosê Hajo

Argûşkeke nû di zikê Reino Leisti de hat çandin.

Dil, deng yan çermê te baş bi karê xwe narabe? Ti kêşe  di vê de nîne. Hê îro çare ji nexweşiyên te re heye: di cihê dilê te de pumpeyeke mekanîkî tê danîn, ji bo dengê te têlên dengan yên destkar û di şûna çermê te yê berê de çermê çandî tê danîn. Di pêşerojê de dê parçên laşê mirov di zerikên petrî de hatibin çandin û li ber dest bin. Ny Teknik parçên laşê mirov bi we dide naskirin.

 

Gelek parçên laşê mirov di azmûnxanan de têne amadekirin

 

Dema nexweşiya penceşêrê jiyana Reino Leistiyê fînlandî kire ber metirsiyê, ew mecbûr ma ko bêhêle parçekî mezin ji argûşka wî ya jor rakin, ji ber ko girêka (tumour) penceşêrê dikir bigehe mêjiyê wî. Bi vê ew bi xwe bû fabrîka çêkirina parçên laşê xwe.

 

Doktorên Nexweşxana nişterî (surgical) li Helsînkî qalibekî taybetî çêkirin û ew qalib tijî şaneyên Reino Leisti kirin, şane jî ji tevna bezê wî hatibû standin û çandin.

 

Ew şane negehayî ne, şaneyên êlî ne (stem cell), lê dema ew digehin ew dibine şaneyên rengereng, wek nimûne dikarin bibin şaneyên hestûyan yên ko argûşk jî ji wan tê avakirin. Bi nijdariyekê (surgery) ew qalib di nav masûlkeyên zikê (abdominal muscle) Reino Leisti de hate danîn, piştre ew şiyandin mala wî û mane li benda şînbûna şaneyan.

 

Wî gote rojnameya Hufvudstadsbladet, Hbl, li Hêlsînkî:

-         Her roj hestne xerîb li cem min peyde dibûn û min xwe bi tirs dilivand dema dihate bîra min ko parçekî hestûyan di zikê min de şîn dibe.

 

Piştî heşt ta nih heyvan argûşk hatibû amadekirin, bi nijdariyeke din hestû ji zik hate derxistin û li cihê argûşkê hate danîn.

 

Ew dibêje:

-         Niha ez gelekî baştir im. Her tiştê ez bixwazim dikarim bixum. Û ez dikarim ji şûşê jî vexum, pif bikim mûman û bê kêşeyên mezin jî biaxivim.

 

Di vî warî de dibe ko ev nijdekariay pêşî be ya ko hatibe pêkanîn. Di rewşên adetî de parçek hestû ji kemaxên nexweş tê birîn û li cihê argûşkê tê danîn, lê ev metodeke pir bi êş e.

 

Ti dinan di argûşka nû ya Reino de şîn nabin. Lê dinan bi birxoyan dikarin di vê argûşka nû de bên siwarkirin.