NÊZÎK PERÊN FIREMBÊLÊ BER BI BÊ DIKEVIN

 

Çavkanî: Emelie Ahlstrand, DN Swêd

Werge:r Zagrosê Hajo

 

 

Yên leystikên Transformers nas dikin dê zanibin çawa terembêl dikare ji garajê derkeve, xwe bigehêne şivîleyeke nêzîk, perên xwe veke û hêdî hêdî ber bi ezmên ve hilfire û di nav pelên ewran de winda bibe.

 

Firembêl (personal air vehicle) weke projekteke xwendekarên MIT (Massachusetts Institute of Technology) dest pê kir, lê piştre fîrma bi navê Terrafugia li ser bingeha wê hate avakirin û patenta avakirina firembêlên perçivên (retractable wings) xwest. Ev firembêl dikeve nav katagoriya firokên werzeşî de, ew dikare di 30 çirkeyan (second) de perên xwe veke û termbêlê dibe firembêl.

 

 

Du kes dikarin li firembêlê siwar bibin, di rastiyê de firembêl weke her firoka piçûk kar dike. Li ezmên ew bi perwaneyekê tê firandin, û li ser erdê tekelên pêş wê dimeşênin. Motorê ko li ezmên perwanê digerêne ew li ser erdê tekelan jî digerêne. Cudayiya di nav firokên klasîk û firembêlê de perên firembêlê yên têne pêçan e.

 

 

Carl Dietrich, rêvebirê fîrma Terrafugia, di hevpeyvînekê de ji Fox News dibêje, ko afirîndeya (creature) wan li ezmên jî bi ewleyî û êrayî (safe) kar dike. Û pê ve diçe dibêje, em bi hêvî ne ko di nav van rojan de em firînên pêşî pêk bênin û havîna îsal di pêşangeha Eaa AirVenture de wê şanî temaşevanan bikin.

 

 

Lê mirov dê bi terembêla xwe bi kû de bifire? Dibe ko mirov pê here yarîgeha golf (golf course) yan jî li pişoyê (holiday) here xwe li ser berfê bişemitêne. Firembêl piçûk e û dê bi kotekî cihê çogan (club) û palikan (ski) tê de hebe.

 

 

Dema sala 2010 firembê bikeve nav bazarê dê bihayê wê nêzîkî 194 000 dollaran be.

 

 

Wêne: terrafugia.com

***

Ji bo makîneyeke li ser erdê weke terembêlan bimeşe û li ezmên weke balafiran bifire, ez bi ser bêjeyekê ve nebûm, ji neçarî min ev bêjeya firembêl li hev anî. Lê berî ev makîne bikeve nav bazarê, ez hêvî dikim pêşniyaza navekî baştir peyde bibe. (Zagros)