MISTEK AVA EXTERA BEHRAM
Çavkanî: Kate Tobin, malpera CNN
Werger: Zagrosê Hajo
Lêkolînvanên NASA dibêjin, ko zendê robotî yê keştiya behramî Phoenix mistek qeşa ji avê ji nav axa Behram civandiye û avêtiye nav firneke piçûk da biçespêne ka gelo ev av piştgîriya jiyanê dike yan na.

Bill Boynton ji Zankoya Arîzona dibêje:
- Me av dît
Ew zaneyê sereke ye di birêvebirina şîtelkerê germî û guherîna gazan (Thermal and Evolved-Gas Analyzer) de. Herweha ew berpirsê firnê ye, firna ko nimûneyên (sample) civandî dikelêne û germiya pêwist ji bo ko pêkahtî (component) bibin hilm (vaporize) dipîve.
Boynton pêve diçe û dibêje:
- Me berî niha jî nîşanên hebûna qeşayê li ser Behram dîtibûn, ew jî ji zîrevaniyên ko bi alîkariya Mars Odyssey hatibûn kirin dihat xuyakirin. Mars Odyssey satelît e di çerxekê (orbit) de li dora exterê (planet) digere. Heyva buhûrtî Phoenix dît çawa hin parçeyên ji bin axa Behram têne der dema tîrêjên Rojê li wan dixe ew winda dibin, lê ev cara pêşî ye ko ava behramî hatiye hingavtin (touched) û çêjtin (tasted).
Ev çend heftî ne ko kontrolvan têkoşînê dikin da hin nimûneyan ji qeşayê bi dest xin û deynin nav firna TEGA (Thermal and Evolved Gas Analyzer), lê nimûne bi bêrika zendê robotî ve dizeliqîn û nediweşane nav firnê.
Lêkolînvanên NASA dibêjin:
- Vê heftiyê me biryar da ko bi bêrikê hê jî erdê bikolin. Me bi vî awayî nimûne danîn nav TEGA û me dît ko nêzîkî yek ji sedî ji barista (mass) nimûneyan av e.
Azmûnên em li ser wê avê dikin dê nêzîkî heftiyekê bikişêne. Sê ta çar heftiyên din jî ji lêkolînvanan re divin da encama azmûnê şîtel bikin (analyze) û dê jê hişkere bibe ka gelo keresteyên kîmyaya endamî (organic chemical) di nav de peyde dibin yan na.
Hêjayî bîranînê ye ko Phoenix di çarê tebaxa 2007an ji Cape Canaveral Air Force Station ber bi extera Behram ve hatibû firandin û di 25ê gulana 2008an li ser exterê, nêzîkî cemserê bakur (north pole) danî, ev herêm jî ji aliyê zanistî ve gelekî balkêş e. Phoenix karê xwe pir baş dike û wizeya ji Rojê werdigire têra hemû erkên li ber dike. Li gor planê berê gerek bû Phoenix ta dawiya vê tebaxê di xizmetê de bûna, lê NASA biryar da ko xizmeta wê ta dawiya êlûna îsal dirêj bike.