PARÇEKÎ ELEKTONÎ YÊ NÛ ”XWEDÊ DA”: MEMRÎSTOR

Çavkanî: Marie Alpman, Ny Teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Memrîstor tevlîhevkirina bîr û bergiriyê ye. Ev 40 sal in ew di dîtaneyê (theory) de hatiye vedîtin. Ji nû niha lêkolînvanên HP, li dinyayê , ”memrîstorê” pêşî ava kirin.

 Lêkolînvanên azmûngehên Hawlett-Packard li Kalîfornyayê parçeyekî elektronî yê nû ava kirin. Ev parçe weke bergirî (resistor) û bargegir (capacitor) pasîv e, lê cudayiya memrîstor ew e ko eger tezû (current; lewzew, rewtek) bête birîn jî, ew ji bîr nake ka di çi rewşê de ye, gehên (on) e yan negehên (off) e.

 Navê ”memrîstor” li vî parçeyî hatiye kirin, ev nav ji bêjeya inglîzî memory (bîr, hiş) û resistor (bergirî) hatiye çêkirin. Dema memrîstor bikeve nav pîşesaziyê, hingî avakirina komputerên ko yekser pêdikevin û pir kêm wizeyê divin dibe rastiyek.

HP dibêje, ko wê demê derfet peyde dibin, da sîtemên wek sîstema mêjiyê mirov bêne avakirin.

 Tevlî van xisletan jî lê ”memrîstor” ji bîrên ko îro di komputeran de cih digirin girantir kartike. Dîtaneya li pişt ”memrîstor” berî 37 salan ji aliyê Leon Chua ve, yê lêkolînvan li Berkeley hatiye dariştin (formulate). Wî behwer dikir ko parçeyekî bingehî ji rêza bergirî, bargegir û şelêlkê (coil) kêm e.

 Bargira kehrebayî ya ”memrîstor” bi alîkariya tezûyeke piçûk tê guhertin. Eger tezû bête birîn jî ”memrîstor” bergira xwe ya keherbayî, ji dema ko tezû hebû, ji bîr nake. Bervajî bergir ”memrîstor” ji bilî bareya ”yek” û ”sifir” dikare gelek rewşên din jî bipejirêne. 

 Lêkolînvanên HP bi serpereşrtiya Stanley Williams nanoteknîk bi kar anîn da memrîstorê xwe, yê ko dikare biqasî 15 nanometran piçûk be, biafirênin.

 Pesnê mîmrîstor di kovara zanistî navdar Nature de hatiye weşandin.