Lêkolînvanên Amojgeha Karolinska (Karolinska institutet) dikarin bi şaneyan re biaxivin
Çavkanî: Anders Wallerius, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Bi alîkariya elektronîka plastîkî (plastic electronics, organic electronics) êdî lêkolînvan dikarin bi şaneyan (cell) re biaxivin. Elektronîk dikare rêjeya iyonên (ion) ko şane û tevn (tissue) bi kar tênin, da signalan ji hev û dû re bişênin, biguhere.
Laşê mirov weke orkestrayeke mezin e, tê de iyon û gerd (molecule) amêr in, hêz û rêjeya lerza wan awazan diafirênin. Her amêr û her awaz xwedî erkekî fîzyolojî yê taybet e.
Peter Kjäll zîndewerzanê şaneyan (cell biologist) ji Amojgeha Karolinska dibêje:
- Ew weke ko mirov li mûzîkê guhdarî bike. Awazek bi tenê tiştekî nade, lê hemû awaz bi hev re ahengê li dar dixin.
Niha lêkolînvan xwe hînî guhdariya mûzîka jiyanê dikin, û dixwazin bi çend jenandinên hesan sîmfoniyê kok bikin.
Fîzyazan Magnus Berggren ji Zankoya Linköping û zîndewerzan Agneta Richter-Dahlfors ji
Amojgeha Karolinska bi komên xwe yên lêkolînvan re gehane hev, da xwe bêhtir hînî zimanê awazên şaneyan bikin. Ew li navenda biyoelektronîka organî li ser pêşxistina teknîk û rêbazan kar dikin, da ew di proseyê bigehin, da weke çawa şane bi hev re danûstandinê dikin, wilo ew jî danûstandinê bi şaneyan re bi kin.
Raz (secret) di pumpeyeke iyonî plastîkî de ye. Pumpe bi awayekî elektronîkî tê gerandin. Piştî gelek azmûnan lêkolînvan bi ser madeyeke plastîkî ve bûn, ya ko şaneyan ji kar naxe. Şane bi tenê wan signalên gerdan distêne yên ko pumpe bi hêzeke durist, li cihekî durist û di demeke durist de dide.
Magnus Berggren dibêje:
- Me pumpa xwe ya iyonî wilo piçûk kiriye ko êdî em dikarin berê xwe bidine her take şaneyekê bi serê xwe.
Joakim Isaksson ji Linköping, yê bi xwe jî lêkolînvanê elektronîka plastîkî ye, dibêje:
- Me dest pê kir, em iyonên hesan yên xwedî karên biyoljî pumpe bikin nav gerdên mezin.
Ji Agneta Richter-Dahlfor re ev tê wê wateyê ko êdî ew dikare bûyerekê di hundurê şaneyekê biqewimêne û zêrevaniyê bike ka piştre çi dibe, dema ko pêlên iyonan di nav şaneyan de belav dibin.
Iyonên ko elektronîka plastîkî diberde, eger mirov bide bara hev, ew weke iyonên têne berdan dema striyek bikeve tiliha mirov de. Striyê derbas dibe nav laşê mirov li tûtûkeke kîmyayî ya ji iyonên kalsiyumê (calcium) dixe.
Agneta Richter-Dahlfors dibêje:
- Berevaniya parastinî (immune defence) ya şaneyan berê xwe dide cihê ko iyon lê tîrtir bin û di dawiyê de digehe cihê birînê, cihî strî, û wî cihî dorpêç dike.
Di seranserî lêş de kar bi vî awayî ew dibe. Wek nimûne dema ko bakteryayek xwe bi riyê herkandina mîzê ve bigire, signalên iyonî li nav pîstika çilmokî (mucous membrane) belav dibin, ko ew jî bandorê li herkandina xwînê dike. Berevaniya parastinî ya şaneyan jî riya xwe ber bi wir de dibe û nahêle riyên herkandina mîzê kul bibin.
Bi saya serê elektronîka plastîkî, ev cara pêşî ye ko zîndewerzan dikarin danûstandina di nav şaneyan de darîçav bikin û signalên gerdan bi hêzeke durist, li cihekî durist û di demeke durist de biguherin û bajon. Agneta Richter-Dahlfors hêvî dike ko ev wê alîkariyê bike, da di zindewerzaniyê de hinekî bêhtir nijinandin peyde bibe:
- Îro alavek nîne da pê bersiva pirsên weke hoyên (factor) mezinbûnê û bandora dermanan li ser şaneyan were dan. Her tişt bi hebûna iyonên kalsiyumê bête şirovekirin, têrê nake, dive mirov zanibe signal li kû ne, kengî peyde dibin û çend in.
- Derfetên bêpîvan ji zîndewerzanên şaneyan re divebin, û navgînên alîkar (facilities) yên nebînayî ji bo lêkolînvanên lêkolînên bingehî (basic research) divebin. Niha em dikarin hîndekariyan li ser jiyana şane û tevnan bikin, berî niha ev yek dore (impossible) bû.