KAMÊRA TAZÎKER VÊ BUHARÊ LI FIROKXANEYAN DIKEVINE BER KAR
Çavkanî:Monica Kleja, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Teknîka pêlên mîlîmetrî çekên di bin cilan de vedibîne

Dezgeha Swêdî ya Siwariya Hilfirînên Sivîl (Board of Civil Aviation) hizir dike ko, vê buharê, kamêrayên pêlên mîlîmetrî li xalên kontrola asayîşî bi cih bike. Bi alîkariya vê teknîkê karmendên firokxaneyê dikarin teqemenî û çekên, ko rêwî di bin cilênn xwe de diveşêrin, vebînin.
Dibe ko li Swêdê firokxaneya Landvetter bibe ya pêşî ko vê teknîkê biceribêne.
Serdarê asayişa Siwariya Hilfirînên Sivîl Dan Larsson ji Ny Teknik re dibêje:
- Bi alîkariya gelek girêdaran (contractor) em dixwazin di buhara 2006an de li firokxaneya Landvetter, li derveyî bajarê Göteborgê, vê teknîkê li xaline kontrola asayîşî biceribênin,
Dan Larsson dibêje, ko Dezgeha Siwariya Hilfirînên Sivîl li seranserî dinyayê digere, da ”alavekî gelemper” bibîne, alavekî bikaribe li firokxaneyan terorîst û tawanbarên giran, û heyberên gomanlêkirî û veşartî vebîne.
Teknîkeke bi vî rengî, ya ko nêzîk di pêşerojê de tê, teknîka kamêrayên pêlên milîmetrî ne, yan jî sehkerên pmm in, ew kamêra yekrast di nav cilan re dibînin. Tiştê herî giring jê ew e, ko ew ne tenê çek û kêrên kanî (metal) vedibînin, lêbelê ew herweha tiştên din yên tirsnak, weke keresteyên teqemenî yên bi lêş ve şîrêzkirî û kêrên çingo (ceramics), vedibînin.
Ji mêj ve lêkolîn li ser kamêrayan dibin, lê ji nû niha teknîk û çawaniya (quality) wêneyan gehaye, ko edî dikare li derveyî azmûngehan bête ceribandin.
Ceribandina pêşî ya naskirî li cîhanê, ya ko li cihekî beşegiştî were kirin, li gor hêviyan, dê piştî sersalê li Paddingstonstationa Londnê be.
Lê li Dezgeha Siwariya Hilfirînên Sivîl jî planên weha hene.
Dan Larsson:
- Em dixwazin ji aliyekî ve binerxênin, ka ji aliyê teknîkî ve kamêra gehane kîjan qûnaxê, ji aliyê din ve em alîkariya berhemdaran (producer) dikin, bi wê ko em ji wan re dibêjin, ka çi mercên karîger ji kamêran têne xwestin, da bikaribin li firokxaneyan karbikin.
Kontrolên asayîşî dive behwerbar (reliable) bin û bikaranîna kamêrayan ji pasevanan re hasan be, di hemandemê de dive ko rêwî bi çavekî dostane li teknîkê binerin, ev gotinên Dan Larsson in.
Ew behwer dike ko hilberîniya (prodution) kamêrayan dê hinekî dereng bikeve, lê ew dibîne ko ev teknîk pir bi soz e.
Teknîka pêlên mîlîmetrî ji mirovan re bêzerar e, lê kêşeyên hemûkîtiyê (integrity) hene. Dema ko mirov di ber kamêrayan re derbas dibe, wêneyê parçeyên lêş û heyberên, belkî, veşartî têne girtin, ji ber ko kamêra tîrêjên germa ji heyber diçirise, dipîvin. Li hin lereyan (frequency) mirov dikare laşan tazî bibîne.
Lêbelê haya pîşesaziya asyîşî baş ji vê pirsa hemûkîtiyê heye.
Claes Bergstedtê swêdî, rêberê beşgeya (company) Throughvision, ew jî yek ji wan beşgeyên ko ketiye nav guftûgoyên hevkariyê yên di bizavên Paddington de, şirove dike û dibêje:
- Skanerên (kamêra) me li ser lereya tetraherz kar dikin, li ser van lereyan parçeyên lêş zelal nayên dîtin,
Rastî
Sehkerên pêlên mîlîmetrî
Kamêrayên pêlên mîlîmetrî li ser teknîka pêlê radyoyî têne avakirin, li ser lereyên di nav 95 ta 300 gîgahertz de, yên ko navê herêma pêlên mîlîmetrî li wan tê kirin, ev herêm nêzîkî herêma tîrêjên infrasor (infra-red) e, ew bi xwe jî tîrêjên germê ne.
Kamêra tîrêjên germê digire û laş ji heyberên di bin cilan de, veşartî, cuda dike.
Komek beşgeyên brîtanî û emerîkî li ser çêkirina kamêran kar dikin.
Lêkolîn ji bo bikaranînên serbazî berdewam in.