KWAZAR JI NÊZÎK VE
Çavkanî:

Dîmenê herî zelal yê êmkirina çala reş di nîvê kwazareke dûr de hat dîtin.
Komeke radyostêrzanan nexşeya ewrên gazî, ya li hawîrdorî çaleke reşî bertelaş e (supermassive) û di kakilê kwazara bi navê QSO I Zw 1 de ye, danîn.
Ew dibêjin ko delîlên herî baş di nav destên wan de hene, ko ewrên gerdî (molecular) yên bertelaş ardû dide koma stêrên herêmê yên li derdora çala reş.
Dibe ko beşekî piçûk ji wê baristê (mass) riya xwe dibîne û dikeve nav çala reş de. Ew dibe ardû ji kwazarê re û pê gêş û bi hêz dibe.
Heyberên dûr
Kwazar gelekî geş in, lê ew heyberne (object) gerdûniyî pir dûr in – şîmanekî (probably) ew, ew galaksî ne, yên di nav wan de çalên reş hene.
Johannes Staguhn, radyostêrzanê ji US space agency's (Nasa) Goddard Space Flight Center li Maryland, dibêje:
- Kwazar bêpîvan dûr in, û zêrerevaniya me gehaye sînorê tiwaneya çerxa me.
Lêkolînvanan QSO I Zw 1 bijartine ji ber ko ew yek ji nêzîktrîn kwazaran e, ew 800 milyon salên ronahiyê ji me dûr e. Ev kwazar dikeve aliyê kostêra (constellation) Birca Nihan (Pisces) de. Wan li pêlên radyoyî yên ji nav gasên ewrên QSO I Zw tên, temaşe kirin. Ew ewr tîr in û gaza di nav de ji gerdên (molecule) karbon monoksîdê ne (carbon monoxide). Lêkolînvan van pêlan şîtel dikin, da nexşeya binyata ewran deynin.
Bikaranîna rêza teleskopên rodyoyî yên ji Hat Creek li Kalifornia rê li ber lêkolînvanan vekir, da hûrgilî (in detail) li kwazarên piçûk yên gewdên wan ji kîloparsekê (kiloparsec) kêmtir e, binerin; yek kîloparsek nêzîkî 3000 salên ronahiyê dirêj e. Ev cara pêşî ye ko heyberên gerdûnî, ji cihên weha dûr û bi vî gewdê piçûk, hewqasî zelal bêne dîtin.
Bazinekî ewrên gazî hatiye dîtin, ew 4000 salên ronahiyê ji navenda kwazarê dûr e, û 200 bi xurtiya kîlometran di çirkeyekê de li dorê dizîvire. Barista wî ewrê gerdûnî mina barista milyard stêrên wek Rojê mezin e.
Li ser tixûb
Staguhn dibêje:
- Hin nîşan li ber destê me hene, ko ew bazin ber bi navenda galaksiyê ve diçe, lê ji ber ko zêrevanî gehaye tixûbê tiwaniya teleskopê, rejeya signal li ser girêçê (noise) pir piçûk e, û ev yek rê nade da ev rûdan were esehkirin.
Gaza di bêzin de dibe gilok, ew li hev kom dibin, rakêş wan bi ser hevdû de têne, pir tîr dibin û stêrên nû ji wan têne afirandin. Lêbelê beşek ji gazê yekser diçe nav hunurê çala reş û dema rakêşa çala reş wê bi ser xwe de rakdişêne, ew pir germ dibe ta dibe wek pizotê.
Ji ber ko gaza ewrên gerdûnî kaniya ko stêr jê têne afirandin, beşek ji wan gazan jî dibe êmê çalên reş, stêrzan bi hêvî ne, ko girêdana di nav komên stêrên nêzîkî kwazaran û radeya geşbûna kwazaran nas bikin.
Staguhn pêve diçe û dibêje:
- Zêrevaniyên kûrtir dê alîkariyê bikin, da vebire (determine), ka gelo girêdan di nav teqîna komên stêran û kwazaran de heye yan ne. Lê ev vebirîn dê li benda çakkirina teleskopên radyoyî bimêne. Teleskopa Atacama Large Millimetre Array hatie pêşniyazkirin, da bibe yek ji wan teleskopan