Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Tê gomankirin ko guherîn xisleteke di genên me de hatiye çandin. Lêkolînvanan vedît ko koda genetî bi awayekî hatiye avakirin ko handanê dide hatina zîndewerên nû. Lêbelê ev hemû ji kû destpêdike? Kod çawa peydebûye?
Dema James Watson û Francis Crick sala 1953 DNA- binyata gerdan (molecule structure) vedîtin, ew tiştekî pir balkêş bû. Nehîniya jiyanê hate vedîtin. Hate naskirin ko kilîta kodkirina (encode) jiyanê bi darikên nêrdewana DNA (rung; double helix) hatiye danîn, lê çawa?
Jiyan elfabêyeke pir hesan bi kar têne, ew bi tenê ji çar tîpan e: A, C, G û T ne, yên cihê gerdên tirşiyan (acid) Adenîn (adenine), Cîtosîn (cytosine), Guanîn (guanine) û Tîmîn (thymine) digirin.
Ji ber vê vedîtinê Watson û Crick sala 1962 bi Xelata Nobel hatine pîrozkirin.
Lê çawa ev her çar tîp (A, C, G û T) dikarin wan bîst tirşiyên amînî (amino-acid) kod bikim, ew tirşiyên amînî yên protînên ji hemû zîndeweran re (organism) pêwist in, ava dikin. Piştî ko lêkolînvanan li ser çend metodên aşopîdar (imaginative) yên kodkirinê karkirin, hinekî dilşkestî man dema dîtin ko jiyan komên ji sê parçekên (triplet) hesan bi kar têne. Lihevsiwarkirina sê tîpan, her tirşiya amînî ya taybet kod dike (Li tabloya li jêr binere).
Hêdî hêdî hate naskirin, bervajiyî gomankirinên berê, ko protîn ne yekser ji gerdên DNA têne afirandin, lêbelê pêşî li pey hev rêzek DNA tê kopîkirin û dibe têline m-RNA, têline hesan yên ko pismamên têlên duta yên gerdên DNA ne. (Di navika RNA de urasîl (uracil= C4H4N2O2) cihê tîmîn (thymyne= C5H6N2O2) di digire.)

Wêne 1. Lêkolînvan dibêjin: Sedema ko jiyanê karîbû her qurçikeke Zemînê vegire, ji ber ko şaşîtiyek di birdebariya (toleration) koda genetî de heye. (Wêne Chris Davies)
Di kargeha şaneyan de ya çêkirina protînan, pirtika protînçêker (ribosme) li gor hînkirinên di têlên RNA de zincîrên dirêj yên tirşiya amînî li hev siwar dike û protîn ji wan têne çêdkirin. Ev bi alîkariya t-RNA diçe serî, gerdên nûgehayî ji aliyekî ve bi pencên xwe li kodonan (codon) dihêwire û ji aliyekî din ve li hin tirşiyên amînî dihêwire.
Hê zû hizirê lêkolînvan çû ser pirsa, ka çima weha hesanî pevguhestin di nav DNA û RNA de çêdibe û çima şaşîtî kêm diqewimin?
Hê sala 1965 Carl Woese (zîndewerzanê (biologist) ko piştre archeae, ew şaxê sisiyan ji dara jiyanê, vedît) dît ko kodonên herdû tîpên wan yê pêşî weke hev in, gelek caran, ew ji tirşiyên amînî re weke hev têne kodkirin yan jî yên hevcure re têne kodkirin, (li tabloyê binere). Gelek tirşiyên amînî dikarin, yek herduyan, ji çar yan jî ji şeş kodonên cuda bêne avakirin.
Ji ber vê, û ji ber gelek tiştin din, sala 2003 Carl Woese Xelata Crafoord wergirt.
Gişt di wê demê de jî Francis Crick vedît ko bêhtirên caran tîpa sisiyan ya kodonan bi şaşîtî tê wegerandin. Ev girêdayî ye bi xwendina pirtika protînçêker ji têlên RNA re; di tîpa sisiyan de girêdana di nav m-RNA û t-RNA de girêdaneke herî lawaz e. Crick navê "xingilîn" (wobbling) li vê diyardeyê dike.
Xisletên tirşiyên amînî bi gelek şêweyan ji hev cuda ne, lê xisletê herî girin ew e ka gelo tirşî hîdrofob (avnehezker) in yan hîdrofîl (avhezker) in. Dema ko gerdeke protînan ya weke zincîreke tirşiyên amînî tê avakirin ew xwe li hev diçivêne. Ji ber ko prose di nav gîrava (solution) avî de diqewime beşên hîdrofob ji zincîrê dê xwe di nav nîvê gerdan de bi cih bikin, bi vê dê xwe dûrî avê bixin, û beşên hîdrofîl dê bibin binyata nêzîkî qaşûlê gerdan. Eger hat û hîdrofobeke tirşiya amînî bi şaşîtî li cehekî rûnişt, cihekî ko gerek e hîdrofîl rûniştibana, hingî dê protîn bi awayekî şaş biçive. Lêblê eger tirşiyên amînî hevta bin hingî ti kêşeyeke mezin denakeve der, adetî ew pir baş derbas dibe. Û piraniya şaşîtiyên diqewimin ji xwe bi vî rengî ne.

Wêne 2. Tabloya sê parçekên gerdên asîdên RNA, kondon yên adetî ji her bîst tirşiyên amînî re hatine kodkirin û ji wan protînên hemû zîndeweran têne avakirin. Rengê şîn tirşiyên amînî yên hîdrofilî (hydrophilic, gerdên avhezker) didine xuyakirin û rengê bi ser sore ve tirşiyên amînî yên hîdrofobî (hydrophobic, gerdên avnehezker) didine xuyakirin. Tîpê U, C, A û G cihê gerdên asîdan RNA Urasîl, Cîtosîn, Adenînn û Guanîn digirin.
Stephen Freeland ji Zankoya Maryland dibêje:
- Ev yek dike ko koda genan gelekî çelengtir be ji tiştê me berê behwer dikir. Ji ber awayê avakirina kodê kêm caran wergerandina şaş encamên bêqidoş dide. Lê ne tenê ew, rastî ev e ko şaşîtî delîveyê didine guherînên bikêrhatî.
Freeland û koma xwe eseh dikin ko:
- Bi rastî binyata koda genetî (genetic code) bi rengekî kar dike, da guherînê pêkbêne.
Ji mêj ve dihate gomankirin ko koda genetî ji hemû zîndeweran re hatibû standarkirin, bi awayekî ko her û her sêparçekê (triplet) naskirî ji tirşiyên amînî yên naskirî re têne kodkirin. Dereng bi salan re derket ko ew bi ti awayî ne bi vî rengî ye.

Wêne 3. Stephen Freeland, li bingeha jiyanê dikole, wene ji aliyê UMBC ve ye
Hate xuyakirin ko rêzek ji zîndeweran guherkariyên di koda standard de bi kar tênin. Weke nimûne rêzek ji kumikan heye, yên pismanên Kandîda (candida: tuxmekî kumikên haveyn e) ne, ew kodona CUG kod dikin ko adetî leusîn (leucine: leusîn yek ji wan bîst tirşiyên amînî ye yên ko protîn jê avadibin) dikne serîn (serine: serîn yek ji wan bîst tirşiyên amînî ye yên ko protîn jê avadibin). Kevza kesk (alga) ya dotmama kevza deryayî asetabularia (acetabularia) ye kodonê dawiyê UAA û UAG werdigerêne dike glîsîn (glycine: glîsîn yek ji wan bîst tirşiyên amînî ye yên ko protîn jê avadibin). Ta niha 16 verêbûnên (deviation) ji kodonên standard hatine vedîtin, lê belkî hê gelekên din jî hebin.
Hê du tirşiyên amîniyî din jî, ji bilî wan bîstên ko normal hene, hatine vedîtin. Lê her tişt nîşan dide ko kodên genetî guhêrbar in û ew bi pêş ve diçin. Derencam ev e, ko wan ne her û her weke îro kardikirin.
Ev jî ramanên nû li ser bingeha jiyanê şiyar dike. Gelo berî milyardên salan demek hebû ko tê de zîndewerên kawik (primitive) dikarîbûn bi tewawî bê protîn li ser piyan rawestin? Gelo heyamek hebû ko jiyana seretayî (rudimentary) bê kodên genetî hebe?