KÎJAN HEVKÊŞA LI DINYAYÊ YA HERÎ ÇÊJXWEŞ E?

 

 

nîvîskar Kaiandes Sempler; Ny Teknik, Swêd

werger Zagrosê Hajo

 

Ji gelekan re hevkêşên (equation) bîrkarî (matematîkî) serêşî ye, lê ew ew hestekî bi spehîtiyê dide hineke din. Li jêr, di vê deqê de, va ne hevkêşên ko xwendevanên kovara Physics World Magazine dengê xwe dane rapirsînekê û hevkêşa herî spehî hilbijartine:

 

Hevkêşe dikare spehî be ji ber ko bingehî ye yan jî ji ber belû ye û di wan xisletan de şehrezatiyeke ciwan dide der. Yan ew dikare bibe pirek di nav şaxên zanistî yê cor bi cor de û ew dibe hokarekî pêwist ji bo zanistiya pêşketî re.

Dibe jî ew weke hevkêşa Euler, ya herî jîr, ew gelek prînsîpên bîrkariyê yên hîmî di nava xwe de bihêwirêne.

Di vî rûpelî de gelek hevkêşên spehî ji beşê mekanîka çendikî (quantum mechanics) tên. Lê hin hîmên bîrkarî hene, ko di despêka dîrokê de hatine vedîtin, wek ya ko em tev baş nas dikin 1+1=2 (yek û yek dike dido) û hevoka Pythagoras. Hin ji wan xwedî giraniyeke dîrokî ne, weke Prînsîpê Kêmtrîn Niyaz, ko di dema xwe de weke selimandina bi hebûna Xwedê dihate pejirandin.

 

Kesên ko dahênerên van hevkêşên spehî ne tev mêr in, yek jin di nav wan de nînin û bi ser de jî tev mirine. Çima weha bûye? Kengî dê nifşê nû yê hevkêşên bîrkarî serê xwe hildin û dê dîrokê bixemilênin? Û win xwendevan, ramanên we çi ne?

 

 

1. Hevkêşa Euler

Ew Girêdana di nav numaya cayî (exponentioal function) û ya sêgoşeyî de ronî dike. Di vê hevkêşê de nih hêmanên (elementên) bingehî yên bîrkariyê hene.

 

ei∏+1=0

 

e= hîmê logaritmên xwezayî ye. e=2.71828…

i= √-1 jimara aşopî (imaginary number)

∏= 3.14159.. Pî jimara Rodof

+= plus nîşana komkirinê

1= yek

0= sifir

 

 

2. Hevkêşa Maxwell

Şêrîna ber dilê xwendevanan e. Ew pesnê hemû tîpên pêlên kehrebemagnetîsî dide.

 

divD= ρ

divB= 0

rotE= -δB/ δt

rotH= J+ δD/δt

 

 

3. Qanûna Newton ya diduyan

 

Ew ronî dike ko hêz bi barist (mass) û tawdanê (accelaration) ve girêdayî ye

 

F= ma

 

 

4. Hevoka Pîtagoras

 

Girêdana di nav aliyên sêçikê rastgoşeyê de hesab dike.

 

a2+b2= c2

 

 

5. Hevkêşa pêlî ya Schrodinger

 

Pesnê pêlê di fîziyaya çendik (quantum) de dide.

 

HΨ=EΨ

 

6. Hevkêşa Einstein

Dide xuyakirin ko barist (mass) û wize (energy) yek tişt in.

 

E=mc2

 

7. Hevkêşa Bolzmann

Di germodînamîkê (termodynamic) de hevkêşeke bingehî yê

 

S=klnW

 

8. Yek û yek

 

Prînsîpê komkirinê ye.

 

1+1=2

 

 

9. Qanûna bandora hêrî kêm

Di wextekî de ev qanûn weke delîla hebûna Xwedê dihate nîşankirin.

 

δS=0

 

10. Hevkêşa de Broglie

Pesnê dirêjiya pêlên parçekên (particle) baristê dide.

 

P=h/λ

 

 

11. Guhartina Fourie

Hevkêşeke demî diguhere hevkêşke lereyî (frequent)

 

 

 

12. Dîtaneya rêjeyîtiya giştî ya Einstein

Ev dîtaneya (theory) dibêje ko barist gerdûnê diçivêne

 

Gμν=8πGTμν

 

 

13. Hevkêşa kembera bazin

Bikaranîna jimara taybet ∏(pî) bo hesabkirina kembera (circumference) bazin (circle) pêşkêş dike.

 

C=2r

 

 

14. Hevkêşa Dîrak

Pêşbîniya (prognos) parçekan (particle) dike, wek nimûne cihê laşikan

 

iλ. δΨ=mΨ

 

 

15. Hevkêş zet ya Riemann

Têkiliya vê hevkêşê bi serejimaran (prime number) re heye. 

 

ξ (s)= ∏[ps/ps-1]

 

 

16. Qanûna Hubble

 

Qanûna Hubble dibêje ko çiqasî galaksî ji hev dûr bin, hewqasî ew xurtir dûr dibin.

 

V=H0d

 

17. Têkiliya arîtmatîkî

Mezopotamya 5000 sal BZ

 

Ev formul ji heyam berê ve li Mezopotamya û Misrê hatiye naskirin.

 

a/b=c/d

 

 

18. Qanûna gazê ya nimûeyî

Têkiliya di nav fişar, germbûn û gewdê gazan ronî dike.

 

PV=nRT

 

 

19. Zincîra Balmer

 

Pesnê dirêjiya pêlên hêlîşebenga (line spectrum) hêmanên (element) bingehî dide.

 

1/λ=R(1/22-1/n2)

 

 

20. Hevkêşa Planck

Dibêje ko wizeya fotonan kvantîzekiriye û bi lereyê ve girêdayî ye

 

E=hv