JI NÛ EZ TÊ DIGEHIM EINSTEIN ÇI DIBÊJE

 

Nivîskar Jan Melin, Ny Teknik, Swêd

Werger Zagrosê Hajo

 

 

Ez behwer dikim ko ez ji nişka ve di dîtaneya rêjeyîtî (theory of relativity) ya Einstein de gehiştim.


Bi kêmayî dîtaneya basa rêjeyîtiya demê dike, çaxê ko demjimêrên dilivin ji yên hedinî girantir dimeşin.

 

Ew pir hesan e.

Lê di dibistanê de ji mamostayên fîziyayê nehat ko vê pirsê ji min re ronî bikin. Piştî tewakirina bakaloryayê min komek pirtûkên bi piranî bi van navan bûn: ”Einstein for Dummies”, ” Einstein in a Nutshell” û ” dîtaneya rêjeyîtî bi şêweyekî hasan” xwendin.


Wan pirtûkan pir caran yek ji herdû birayên cêwî bi keştiyeke gerdûnî rêdikirine ezmanan. Dema ko rêwiyê nav ezmanan divegera ser Zemînê, ji nişka ve ew ji birayê xwe yê cêwî ciwantir dibû.


Ez di ti tiştî nedigeham.

Di pirtûkine din de trêneke perdên penceran berdayî ji êzgehê digindirandin û çirane seyr li wan deran miçûbel dibûn. Tev di bin behaneya şirovekirina bingeha dîtaneya Einstein de dibû.


Wan şiroveyan têrê nedikir, da ez behweriyê pê bênim.

Carekê min pirtûka Brian Greene ya bi navê ”Gerdûneke bijartî” vekir û xwend. Piştî 64 rûpelan ez têgehiştim, ka çima demjimêreke bi xuşîn di ber min re der bas dibe ji demjimêra di destê min de girantir dimeşe.

 

Greene demjimêreke ji du neynikên berên wan li hev û gişt 30 sentîmetrî ji hev dûr çêdike. ”Parçikekî ronahiyê”, fotonek di nav herdû neynikan de ji neynikekê dipeke ya din û dîse lê divegere.  

Piştî ko foton deh milyard carî di nav neynikan de diçe û tê, zimankê demjimêrê çirkeyekê dimeşe. Di wê demê de, di çirkeyekê de, foton dûrbûna sê milyon kîlometrî di nav neynikan de dibire. Fotonê demjimêra di cihê xwe de rawstayî be bi goşeyeke rast di nav neynikan de diçe jor û jêr.


Neha demjimêreke weke ya berê, lê bi xurtbûneke tirsnak ji milê çepê ve tê, di ber min re derbas dibe û ber bi milê rastê ve diçe.


Lê fotonê demjimêra bi lez derbas dibe, ji min re xuya dike weke ko foton tîrekî (diagonally) di nav neynikan de dilive, ji ber ko eger tu ji zêrevangeha min binerî, tê bibînî ko foton ne tenê diçe jor û jêr, lê herweha ji milê çepê diçe milê rastê jî.

Dema ko fotonê demjimêra min milyardek car di nav neynikan de teprep kiribe, çûbe jor û jêr, dê fotonê demjimêra di ber min re derbas dibe, negehabe hewqas car di nav neynikan de here û were. Riya ew foton tê re dimeşe, dirêjtir e, ji ber ko ew ”xwehr” diçe. Di rastiyê de dûrbûna ko ev foton dibire weke ya yê din e, ji ber ko xurtbûna ronahiyê her û her neguhor (constant) e.

 


 

Dema ko zimankê demjimêra min çirkeyekê dipîve, hê wextekî dirêjtir ji demjimêra din re dive, da çirkeyekê bimeşe. Bi gotineke din girantir dimeşe.


Pirs weha hesan bû.

Çima di dibistanê bi vî rengî ji me re nedigotin?

 

Dema ko zimankê demjimêra min çirkeyekê dipîve, hê demjimêra din negehaye milyardek car di nav neynikan de here û were, wextekî dirêjtir jê re dive, da çirkeyekê bimeşe. Bi gotineke din girantir dimeşe.