IBM DIXWAZE KOMPUTRÊN WEK MÊJÎ AVA BIKE
Çavkanî: Jason Palmer, peyamnêrê zanist û teknolojiyê, , BBC News
Werger: Zagrosê Hajo

IBM hişkere kir, ko bi hevkariya fermanrewayiya emerîkî, dê dest bi projeyekî hevbeş bike, da komputerekî bişibe mêjî ava bike.
Ev proje beşek e ji programê bi navê zanîndariya komputerî "cognitive computing". Lêkolînên di proje de dê pisporan ji warê jîndamarzanî (neurobiology), avakirina komputeran û psîkolojiyê bêne cem hev.
Wek destpêk Pêşkariya Parastinê ya Emerîkî (US defence agency Darpa) 4.9 milyon dolar ji bo lêkolînan terxan kiriye.
Teknolojiya ji encama projeyê were der, dibe ko ji bo şîtelkirina jimarên data yên pir mezin (large-scale data analysis), ji bo proseya biryardanê û ji bo naskirina wêneyan bête bikaranîn.
- Dharmendra Modha, zanayê IBM û rêvebirê projeya hevbeş, dibêje:
Sewdan xwedî şiyaneke seyr e, ew dikare agahdariyên ji hev cuda, di hest de, li nav hev bixe, û ew ji datayên hişdar (sensory data) dikare, bêkotekî, hestan li gor dem, cih û heyber binijinêne (systematize).
Û Modha hê pêve diçe dibêje:
- Ji dûr ve jî ti komputer nînin ko karibin nêzîkî şiyana balkêş ya mêjî bibin.
Ramana sereke ya zanîndariya komputrî ew e, ko makînên jîr bêne avakirin. Û ew makîne karibin bi hin çalakiyan rabin, yên ko hinekî bi ser binyat, livzanîn (dynamics), karkirin û rewiştên sewdên ve herin.
Pênc zankoyên emerîkî û IBM bi niyazeke bilind kar dikin, da zanînên ji warê sîstemên byolojî û encamên ko superkomputeran di handanbûnên (simulation) karê şaneyên damaran (neuron) de bi dest xistine bi hevdu ve girêdin. Piştre armanca vê grûpê ew e ko sîstemeke elektronîkî ava bikin, ya li gor rewiştên ko handanbûn diyar dikin kar bike.
Di pêşerojeke dûr de armanc ev e: avakirina sîtemên bi aloziya xwe bigehin astê aloziya mêjiyê kitikan e.