HEVGUNCÎNA JÎRIYA MIROV Û MAKÎNÊ

Çavkanî: Helen Briggs, Science reporter, BBC News, Boston

Werger. Zagrosê Hajo

Danêner û zaneyekî emerîkî pêşbîniyê dike ko bi sala 2029an re dê jîriya destkar bigehe astê jîriya mirovan.

Ray Kurzweil dibêje ko mirovayî gehaye keviya pêşveçûnekê ko li wir êdî robotên hûrik dikarin di mêjiyê mirov de bêne çandin, da mirov jîrtir bibe.

Ev endazyar behwer dike ko bi çandina amêran di lêş de, dê laşê makîne û mirov tevlî hev bibin, da jîrî û tenduristiya mirov baştir bibin.

Kurzweil şirove dike:

- Makîne beşek ji bajarvaniya me ne, lê metirsî nîne ko makînên jîr êrîşî me bikin û cihê me bigirin.

Ew dibêje:

- Ji niha ve makîne sedên karan dikin karên, ko berê mirovan ew dikirin, û makîne weke me jîr yan ji me jîrtir û çêtir wan karan dikin.

Mirov dijî makînê

Ew dibêje:

- Emê bi sala 2029an re bibine xwediyên hişkalav (hardware) û bernameyên komputeran (nermalav, software) û bi wan emê karibin jîriya destkar (artificial intelligence), di nav de jî jîriya hestane (emotional intelligence), biafirênin û ew dê di astê jîriya mirovan de be.

Kurzweil pêşbîniyê (predict) dike û dibêje:

- Ji xwe bi rastî jî em bajarvaniyeke makîneyî-mirovî ne; em teknolojiyê bi kar tênin da em asoyên xwe yên fîzîkî û sewdanî ferh bikin û di vî warî de emê hê bêhtir ber pêş ve herin. Bi çandina amêran di nav laşê mirovan de, dê makîne û mirov tevlî hev bibin da ew saxlemtir bin û da jîriya wan baştir bibe.

- Nanorobot dê di riya rîşalan (capillary) re di mêjiyên me de bêne çandin û dê yekser kar li şaneyên rayên zindekî (biological neurons) bikin.

Ew dibêje:

- Nanorobot dê me şehrezatir bikin, dê tişt bêhtir bêne bîra me û automatîkî bi riya sîstema rayên me derbasî nav jîngeha rastiyatiya girîmanekî (virtual reality) bibin.

Rêzdar Kurzweil yek ji 18 zaneyên xwedî bandor e. Ew ji aliyê ´Akademya Neteweyî ya Emerîkî bo Endazyariyê´ ( US National Academy of Engineering) ve hate bijartin, da nas bike ka kîjan berhengariyên (challenge) teknolojî yên herî mezin di sedsala 21ê de rû bi rûyî me tên.

Danerê Google Larry Page, pêşengê genzaniyê Dr Craig Venter jî di nav wan pisporan de bûn. Di civîna salane ya ´American Association for the Advancement of Science´ li Bostonê ev 14 berhengariyên li jêr hatine hişkerekirin:

BERHENGARIYÊN PÊŞBERÎ MIROVATIYÊ SERÎ DIHILDIN

1. Bi arzanî bidestxistina wizeya Rojê (solar energy)

2. Dabînkirina wizeyê ji pişaftinê (fusion)

3. Pêşxistina kontrola karbonê (carbon sequestration)

4. Kedîkirina çerxa nîtrojênê

5. Dabînkirina ava paqij

6. Hînbûna proseyên karê mêjî û bikaranîna endazyarî ya wan karan (Reverse engineer the brain)

7. Rêlibergirtina terora navokî (nuclear)

8. Hêminiya internetê

9. Pêşxistina rastiyatiya girîmanekî

10. Pêşxistina jêrxaneya bajêrî (urban)

11. Pêşxistina ragehîzaniya tenduristî (health informatics)

12. Endazyarkirina dermanên baştir

13. Pêşxistina hînkirina kesane

14. Vedîtina sînorên xwezayî