HEBÛNA ÇALA REŞ HATE ÇESPANDIN
Çavkanî: Pallab Ghosh, peyamnêrê Zanistê, BBC News
Werger: Zagrosê Hajo

Pîştî lêkolîna 16 salan stêrzanên eleman çespandin ko çaleleke reşî (black hole) pir mezin di nîvê galaksiya me de, di Rêça Felekê (Riya Kadiz) de heye.
Bi du teleskopên li Çîlê stêrzanan zêrevaniya 28 stêrên, ko li dora navenda Rêça Felekê dizîvirin, kirin.
Li gor kovara Fîzyaya Gerdûnî (The Astrophysical Journal) ev çala reş 27 000 salên ronahiyê ji Zemînê dûr e, û ew çar milyon caran ji Rojê mezintir e.
Çalên reş bi xwe laşên gerdûnî ne, rakêşa (gravitation) wan hewqasî mezin e ko êdî ti tişt – ronahî jî di nav de – nikare ji nav lepên wan bireve.
Li gor Dr. Robert Massey, ji Komela Gerdûnî ya Şahane (Royal Astronomical Society), ji lêkolînan derdikeve ko galaksî li dora çalên reşî bertelaş (giant) kombûne û hatine afirandin wek çawa lûlû (pearl) li dora zixuran çêdibin.
'Gewhera reş'
Dr. Massey dibêje: “Tevlî mirov goman dike ko çalên reş tiştekî pir tirsnak in, helbet eger mirov pir nêzîkî wan bibe, lê dibe ko roleke wan di avakirina galaksiyan de hebû – ne tenê di avakirina galaksiya me de, di ya hemû galaksiyan de hebû.
“Rola çalên reş di civandina madeyê de û di nêzîkkirina wê ber bi hev de hebû, ji xwe dema gelek made li hev kom bibe û tîriya (density) wê têra xwe bilind bibe hingî mercên çêbûna stêran peyde dibe”.
“Dibe ko bi vî awayî nifşê pêşî yê stêr û galaksiyan peydebûbe”.
Lêkolîn ji Amojgeha Max Planck ya Fîzyaya Derzemînî (Max Planck Institute for Extraterrestrial Physics) li Elmanya dibêje ko çala reş 27 000 salên ronahiyê, yan jî 254 hezar milyon milyon kîlometran ji Zemînê dûr e.
Profesor Reinhard Genzel, serokê koma lêkolînvanan dibêje: “Bêgoman aliyê herî balkêş yê lêkolîna me ya 16 salan ev e, ko bi belgeyên azmûnemendî (empirical) hate xuyakirin ko bi rastî çalên reş yên super-baristene (super-massive) hene,”
“Çerxa stêran ya nêzîkî navendên galaksiyan dide xuyakirin ko tibaba baristê (mass) di navenda galaksiyan de biqasî barista çar milyon Rojan e. Ji xwe ti dudilyên aqilane nikarin li ber hebûna çala reş serî hildin, dive ko çala reş di navenda galaksiyê de hebe.”
Zêrevanî bi teleskopa 8.2 metrî ya bi nave Teleskopa Gelekî Mezin (Very Large Telescope (VLT)) ya li Çîlê û teleskopa 3.5 metrî ya bi nave Teleskopa Teknolojiya Nû (New Technology Telescope) hatine kirin. Zêrevanî bi destê Zêrevanîgeha Başûr ya Ewropî (European Southern Observatory (Eso)) hatine kirin.