HARVARAD LI BINGEHA JIYANÊ DIGERE

 

Çavkanî CNN News

Wereger Zagrosê Hajo

 

 

Bi destpêkirina projeyeke lêkolînî, da bersivê bide, ka çawa jiyanê dest pê kiriye, Zankoya Harvard tevlî guftogoyên dûr û dirêj yên li ser dîtaneya guherînê (theory of evolution) dibe. 

 

Zankoya Harvard dê her sal milyonek dolarên emerîkî, û bo çend salan, ji komeke lêkolînvanan re terxan bike. Proje di destpêkê de dipejirêne ko hin nehînî li dora bingeha afirandina jiyanê hene û ti kesî ta niha bi ti awayî bi piştrastî şirove nekiriye.

 

 “Rabîna (expectation) min ew e ko emê karibin vê bûyera aloz, ya destpêkirina jiyanê, bi jimarek bûyerên lojîkî û pir sade sînor bikin, yê ko bê tevlîbûneke xwedayî cihê xwe di nav proseyê de girtibûn,” Ev gotinên David R. Liu ne profesorê kîmya û kîmyaya byolojî li Harvard.

 

Zankoya Harvard ji koma lêkolînvanan xwest ko fakulte, lêkolînvan û amîrên pêwist ji proje re amade bikim. Harvard ne zankoyeke bi nav û deng e di vî warî de, lê  ev proje dibe ko vê dîtinê biguhere.

 

Dîtaneya guherînê dîtaneyeke zanistî bingehî ye, ew diyar dike çawa bûnewer di dirêjiya milyonên salan de hatine guhertin. Xwendina dîtaneya guherînê di piraniya dibistanên zanistî de beşekî standard bû. Lê di van salên dawî de guftûgo li ser hînkirina pirsa afirandinê û designa afirandina jîr bo şagirtan germ dibin.  

 

Dîtaneya designa afirandina jîr behwer dike, ko jiyan li ser Zemînê aloztir, da ko bi dîtaneya guherînê were şirovekirin û dibêje, ko dive tiliha hêzeke bilindtir di afirandina jiyanê de hebe.