GPS, STÊRA HEYAMA GERDÛNÎ
Çavkanî: Mikael Grönblad
Werger: Zagrosê Hajo

Berê bi alîkariya stêran rê dihatin naskirin, wek nimûne bi alîkariya stêra Mengenê (Polaris) mirov dizanîbû kîjan rex bakurê dinyayê ye. Îro sîstemên navîgasyonê (rêberî, deryagerî) yên di satelîtan de cihê stêran digirin, navê sîstemekê ji wan GPS e. Gelekan navê GPS bihîstiye, lê ew çawa û ji çi re tê bikaranîn? Ev gotar dê hewl bide hinekî bersiva van pirsan bide.
Heyama ko keştî
riya xwe winda bikin derbas bû. Dibe ko Columbus destê xwe yê rastê di ber
amêrekî piçûk weke GPS de gorî kiribana. Ji ber ko mirov bi alîkariya GPS, çi
wextê bixwaze û li cihî li ser rûyê Zemînê ew, dibîne ka li kû ye. GPS, Global
Positioning System, sîstema heyama navîgasyona gerdûnî ye. Sîstem ji 24
satelîtan pêk tê. Demjimêrên atomî yên pir durist di wan satelîtîtan de hatine
danînîn. Ew ji bilindayiya nêzîkî 20 000 km di rojûşevekê de du caran li dora
Zemînê digerin. Pêlweşênên di nav satelîtan de pêlann bi sîgnalên cih û demên
yên durist bar dike û ber bi Zemînê ve diweşênin. Pêlgîra di amêrê GPS de, li
her dereke ser rûyê Zemînê, cihê GPS nîşan dide. Projekta GPS li Amerîka di
salên 1970yî de ji bo supayê emerîkî dest pê kir. Armanc jê ew bû da ko leşker
li nav biyaban û deryayan, li cihên ko lê nikarin li gor nexşeyan riyên xwe
nasbikin, GPS bi kar bênin, û da ko bombe û mûşek rast li nîşanan bikevin. Lê zû
hate dîtin ko ev sîstem ji bo kar û barên sivîl pir bi kêr tê. DYA sîstema GPS
ya herî durist ji bo hêzên parastinê hişt, lê piştî hin guhertinan ji bo
bikaranînên sivîl jî rê vekir û destûr da ji bo ko her kes li her derî û her
wextî GPS bi kar bêne. Û ya ji her tiştî baştir ew e ko bikaranîna GPS belaş e.
GPS (Global Positioning System) çawa kar dike?
Bê wanayên fîzyayî û endazyarî mirov dikare bi awayekî hesan vê sîstemê şirove bike. Her satelîtek agahdariyan li ser xwe diweşê, tê dibêje ew kîjan satelît e, seet çend e û li kû ye. Dema ko pêlgîra GPSa me agahdariyan ji 3 satelîtan distêne, amêrê GPS dikare hesab bike ka em li kîjan cihê ne. Ev pirs bi fîzyayê ve girêdayî ye, ji ber ko leza ronahiyê * dem = dûrayî, yan jî v*t=s û bi endazyariyê ve jî, bi sêgoşeyan ve, girêdayî ye. Eger em agahdariyan ji çar satelîtan wergirin, GPS dikare bilindayiya cihê me jî hesab bike.

Eger em zanibin kengî satelîtê sîgnalê bi agahdariyan barkirî ji xala B, ya ko cihê satelîtê ye, weşandiye, hingî em dikarin dûrayiya satelîtê hesab bikin, ji ber ko leza sîgnalê radoyî naskirî ye, ew di yek çirkeyê de dike 300 000 km. Ew jî bi vî awayî:
t = t2 – t1; (t1 = dema sîgnal ji xala B weşaye, t2 = dema sîgnal gehaye xala A, A cihê em lê ne),
s = v * t; (s = dûrayî, v = leza sîgnalên radyoyî, t = cudayiya di nav t2 û t1 de).

Bi vê em dizanin ko em di nav herêma kesk de ne (li wêne binere), lê hê em nizanin em li kîjan cihê herêma kesk in. Eger sîgnal ji satelîteke din jî hat, hingî emê zanibin ko em di nav herêma şûn de jî ne û bi sîgnalê ji satelîta sisyan emê zanibin ko em di nav herêma sor de jî ne. Herêma hevbeş ko lê rengên kesk û sor û şîn tev derbas dibin ew cihê me ye. Lê ji GPS re sîgnal ji çar satalîtan pêwist in, ji ber ko satelît pir bi lez cihê xwe diguherin û dive bandora dîtaneya rêjeyîtiyê ya Einstein were naskirin, ya ko tê de dem weke parametrê çaran tevlî hesban bibe.
Duristiya GPS çiqas e? Duristiya GPS ji bo kar û barên sivîl, teknîkî, dîtanekî (theoretically), nêzîkî 15 metroyan e. Lêbelê hêzên parastinê yên DYA hinekî keleman li ber vê duristiya GPS dideynin û ji bo wê jî teknîkek bi navê SA (selective availability = berdestiya bijare) bi kar tênin. Bikaranîna SA dike ko duristiya GPS hinekî kêm dike û dikeve bin 100 metroyan. Lê bêhtrên caran hêzên parastinê yên DYA destûrê didin da SA nêzîkî 30 metroyan be. Dibe ko mirov bipirse, gelo çima DYA teknîka SA bi kar têne? Sedem ev e, di destpêkê de sîstema GPS ji bo armancên leşkerî hatibû danîn, ji ber wê jî tirs heye ko terorist bixwe jî vê sîstemê ji bo wan armancan bi kar bênin.
Her xalek li ser rûyê Zemînê bi adresekê dikare were nîşankirin. Adres bi potaneyan (coordination) tê naskirin. potane ji du jimaran pêk tê, ew bi duristî nûnertiya her xala li ser rûyê Zemînê dikin. Potane cihê ko palalelek (hêla panayiyê) û merîdyanek (dirêjehêl) tev derbas dibin. Dema ko pêlgîra GPS cihekî nîşan dike û poteneyên wî cihî li cem xwe dihilêne, ew cihê te li ser rûyê Zemînê bi herû jimaran, ya palalel û merîdyan dide naskirin. Ev alîkariya te dike, da ko tu cihê nêçîra masiyên xwe, cihê nêçîra pezkoviyên xwe, rêç û şivîlên xwe, yan jî cihê parkkirina terembêla xwe hesanî careke din bibînî.
Ev çend war in ko GPS tê de gelekî tê bikaranîn: