GOOGLE KARÊ XWEDÊ DIKE

 

Çavkanî: Jan Melin, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

 

 

Google dê interneteke nû avabike. Dê bi serê xwe sîstema kar (operative system) derxe nav bazarê. Dê gerala (explorer) nav tora internetê û hemû bernameyên komputeran, yên ko pêdiviya piraniya me bi wan heye, li ber dest deyne. Ev bi tenê çend agadarî ne ji nav yên ko li ser saziya IT (Information technology)

ya herî çalak têne belavkirin.

 

Eger ev agahdarî bêne esehkirin hingî bi rastî Google berbi avakirina cîhaneke sîbernetîk (cybernetic world) ve diçe. Di wê cîhanê de dê cih ji internet yan jî Microsoft re nebe.

 

Gelo dê sîmayê wê cîhanê çawa be?

Malpera nûçeyan CNN Money rê da rêzeke dirêj ya zane, şêwirdar, karmendên Google yên kevn û kesên navdar û yê di IT de xwedî dîtinên dûr in, da gomanên xwe li ser pêşerojê hişkere bikin. Ji nav wan xwedî hizran çar senaryoyên gelekî dûrî hev hatine pêş, yek ji wan gelekî dûrî pêşbîniya rastîtiyê (realistic prognosis) ye, ew bêhtir nêzîkî zanistiya leylanî (science-fiction) ye.

 

Senaryoya pêşî:

Ew di bîst salên bên de diqewime. Wê demê êdî Google saziya ragehandinê ya serdest e. Bingeh Google TV ye, ko dikare her programê ko rojekê ji rojan di televizyonan de hatibe weşandin careke din deyne ber destê heweskaran, programên salan di sedhezarên serverên saziyê de parastî ne. Bi riya televizyonê jî milyonên pirtûkan, yên ji niha ve hatine skankirin dê li ber destê xwendevanan bin. 

 

Senaryoya diduyan:

Em di sala 2015 de ne. Google êdî internet e. Bingeh wê tora kablên optofîber (fibre optics) e, ew her kesî bi xizmetên Google ve girêbide. Alav jî Gbrowser e. Bi Gbrowser mirov dikare gelek karan bike, wek gera li nav weban û sazandina bêjeyan (word processing). Herweha hemû programên kar jî dibine beşek ji xizmetên tora Google.

 

Senaryoya sisiyan:

Ew piştî sala 2015 destpê dike. Di vê senaryoyê de em dibînin ko rewşa Google ne geş e. Saziya Google tertûbela dibe. Ew ji holê dirabe.

 

Sedem jî dido ne. Ya pêşî reklama zêde ye û xwetevlîkirina nav jiyana taybet ya mirovan e. Ew dike ko kesên gerala Google bi kar tênin berê xwe jê biguherin.


Sedama din ya ko pişta Google dişkêne serkeftina doznameya di sala 2017 de li dijî karmendê Google dirabe.


Ew karmend agahdariyên pir taybet li ser jineke ji San Fransisco ji tora Google didize û ew wan agahdariyan ji bo zivêrkirinê (harassment) bi kar têne. Dema eşkere dibe ko haya Google ji vê pirsê heye, êdî ti behwerî pê namêne û ev dike ko sazî tev ji meydanê rabe.

Senaryoya çaran:

Li ser vê senaryoya dawî pir kêm hatiye gotin. Sala 2105 Google bûye weke xwedawendê desthilatdar. Google bazinên ID didyene ser her DNA-yê… û kontrola her bûnewerê zindî dike.  


Lê em vegerin wan agahdariyên ko îro geş dibin û binerin ka rêjeya rasitiya herdû senaryoyên pêşî çend e. 


Rast e ko niha Google li DYA bazara kirîna gelek optofîberan dike. Lê sedema herî berbiaqil ya vê bazarê ew e ko pêdiviya Google bi toreke xwe ya xurt û ewle heye, ji bo ko hemû serverên xwe bi hevdû ve girêde, bi kurtî ev ji bo avakirina intraneteke mezin e.

 

Google dide mandelayê ew dixwaze programê navdar Ubutu, yê ko corek e ji programên Linux, derxe nav bazarê. Lê rast e ko Google Ubuntu ji bo interneta navxweyî bi kar têne. Eger pisporên Google giraniya xwe berdine ser çakkirin û nûkirina funksonan wê demê Ubutu ji bo avakirina sîstema kar dibe pişt.

Agahdariya herî kevn dibêje ko Google dê gerlayêke taybet bi xwe berhev bike.
Rast e, hê sala 2004 saziyê domênek bi navê Gbrowser weşandibû, û ev nav xweş li bejna  gerlayekê tê, lêbelê ev nîşan kêm e ji bo ko hebûna Googlebrowser biçespênin.


Dîse mirov nizane bi rastî çi diqewime. Dibe ko bi piştî deh salan Google ”bibe” internet. Yan jî ew li ber siha cûmikvanekî IT, yê ko îro ramaneke jîr di mêjî de diçirise, bin ax bibe.