Gelo nezemînî êdî li vir in? Gelo ew li nav me, û bêyî ko haya me ji wan hebe ew li ser Zemînê digerin? Ma ew weke Apollo di nav postekê xwedê de ne? Ma kî dizane? Grûpeke stêrzan û lêkolînvanan, jimara wan bi sedan e, agahdariyek di malpera xwe de belav kirin, pê ew hêvî dikin ko nezemînî xwe bavêjin nav tora wan û bersivekê bidin. Ew dixwazin rastiyê nasbikin.
- Şega, nezemînîno, Allen Tough dibake.
Payîza 1998an profesorê stêrzan yê emerîkî Allen Tough birêvebiriya grûpeke navneteweyî kir, endamên grûpê kesên akademisyan, hunermend û kesayetiyên çandî yên naskirî bûn. Wan bi hev re agahdariyek di tora internetê de belav kir, tê wan han dane nezemîniyan (extraterrestrial being) da têkiliyên sûdmend bi zemîniyan re deynin.
Di malpera grûpê de www.ieti.org vexwendinek heye, bi van gotinan dest pê dike:

” Şega nezemînîno!
Em bi germî dibêjine we, win yên koka we ji dereke din ya gerdûnê ye, win bi xêr hatin. Em we vedixwênin, da win bi mirovayetiyê re dest bi danûstandinan bikin…
Ev vexwendin ji we re ji cem grûpeke mezin, ji her çar aliyên dinyayê, tê. Endamên vê grûpê tev mirovine têkildariya wan, bi rengekî ji rengan, bi zanistê re heye – ew lêkolînvan, endazyar, hunermend, nivîskar û xwendekar in.
Em hêvî dikin ko win dyalogê bi mirovayetiyê re vekin, da ko em pirsên zanist û felsefê li ber hev raxin… …têkiliyan bi endamên me re deynin.”

Ala mirovayetiyê ya ji nezemîniyan re di malpera www.ieti.org de hatiye weşandin. Di alê de rengê Zemînê şîn e, yê Rojê zer e, gerdûn reş e û helbet Heyv jî spî ye.
- Ev gotinên han yekcar kelevajî ne, rexnevan dibêjin, û behwer dikin ko bi van gotinan Tough pîşeya stêrzaniyê pûç dike.
- Dîtinên we rexnevanan ne di cihê xwe de ne, Tough bersiva xwe dide. Dibe ko nezemînî li vir hebin û dibe jî ko ew rojekê dengê xwe bigehênin min, lê eger hat û ew nebin jî ji xwe dîse ti ziyana vê çalakiya me nîne.
Eger nezeminî di nav me de hebin, bêgoman hestê xweparastinê li cem wan nahêle ko ew xwe nêzîkî nûnerên dewletan bikin, Allen Tough weha behwer dike. Li hemberî vê dibe ko ew bixwazin, bi awayekî nehênî, bi kesên xwedî hizrên hevbeş re têkiliyan deynin. Û Tough behwer dike ko nezemînî dikarin têkevin tora internetê û emailê bikar bênin.
Di dirêjiya salê de gelek bersiv li ser wê vexwendinê ji grûpê re hatin. Lê mixabin bersivek ji wan jî ne ji cem nezemîniyan bû. Tevlî wê jî Allen Tough dev ji çalakiya xwe naberde.
Ka ew hemû li kû ne?
Li gor vedîtinên dawî Zemîn berî 4.6 milyard sal hatiye afirandin. Gişt 500 milyon salî piştre, dema ko qaşûlê Zemînê hinekî sar bû, jiyanên prîmîtîv li ser extera me peyde bûn.
Sala 1974an Christian de Duve yê beljîkî bû werigrê Xelata Nobel ya kîmyayê. Ew dibêje ko dema mercên fîzyayî peyde dibin, bêçare jiyan jî peyde dibe. Bi gotineke din: Ev çar milyard sal in, li her cihê din yê ko weke extera me ye, dibe ko jiyan peyde bûbe.
Eger wa be, na xwe jiyan li seranserê Rêça Felekê (Riya Kadiz, Milky Way) dixijmije. Û jiyan her û her ber bi formên bilindtir ve diçe. Ka çend bajarvaniyên xwedî astên teknîkî yên bilind, li wir, di nav galaksya me de hene, ev yek li gor hevkêşeya radyoastronom Frank Drake tê jimartin (li dawiya gotarê binere).
- Ka ew hemû nezemînî li kû ne? Hê sala 1950î fîzyazanê navokî (nuclear physicist) Enrîco Fermî ev pirs dikir. Ka çima deng ji wan der nakeve?
Wî bi xwe jî pênc bersivên mumkin, yên vê pirsê dan, ew jî ev in:
1. Nezemînînî li vir in, û di vê kêlîkê de jî ew di nav me de ne.
2. Ew berî niha hatine serdana Zemînê, lê em bi ser wan ve nebûn.
3. Ew li wir, li der ve ne, lê wan biryar nedaye têkiliyan bi me re deynin.
4. Hê bajarvaniya wan negehayê astekî da karibin têkiliyan bi me re girêdin.
5. Ew nînin.
………………………
N = R* . fp . ne . fl . fi . fc. L
Hevkêşeya Drake jimara bajarvaniyên jîr, yên nezemîniyên Rêça Felekê û yên ko ew dikarin têkiliyan bi me re deynin, hesab dike. Dive jimarên ber bi aqil cihê xwe di şûna faktorên cuda yên vê hevkêşeyê de bigirin. Ev jî problemeke aloz e. Ka em ji serî de dest pê bikin.
R* jimara stêrên weke Roja me ne, yên ko her sal di Rêça Felekê têne afirandin. R* bi vî rengî bi dest dikeve: jimara her 200 milyard stêrên di galaksya me de li ser dirêjiya jiyana wan, ko 10 milyard sal e, tê dabeşkirin êdî R*=20.
fp jimara stêrên xwedî exter e. Ev jimar nêzîkî 0.5 e.
ne jimara exteran e, yên bikêrî jiyanê tên. Ev jimar nêzîkî 0.15 e.
fl jimara exterên ko bi rastî jiyan lê dihêwire, yên dikarin bibin hêlîna jiyanê. Gelek stêrzan eseh dikin ko her û her dema derfet hebe jiyan peyde dibe, ji ber wê ev jimar dike 1.
fi jimara exteran e, ko formên jîr yên jiyanê li ser peyde dibin. Gelek zane behwer dikin ko jiyan bi demê re ber bi formên jîrtir ve diçe. Lê hin zane hene di vê pirsê de bi şik in. Ev jimar nêzîkî 0.1 e.
fc jimara exteran e, ko xwedî formên jîr yên jiyanê ne, yên hîn bûne telekomunîkasyona nav stêran biafirênin, wek nimûne, ew dizanin pêlên radyoyî bikarbênin. Ev jimar nêzîkî 0.5 e.
L jimara dawî di hevkêşeyê de ye. Texmînkirina vê jimarê ji hemûyên buhûrtî aloztir e. Ev jimara salên vemana bajarvaniyê ye, piştî ko bajarvanî hîn dibe telekomunîkasyona nav stêran biafirêne. Wek nimûne, ev 100 sal in bajarvaniya me hîn bûye komunîkasyona pêlên radyoyî bi kar bêne. Di nav sed salî de em zû nêzîkî qûnaxeke tirsnak bûn, ko êdî em dikarin hevdû qir bikin. Lê eger em baş li xwe miqate bin, dibe ko em 500 milyon salên di jî vemênin, berî ko supernovayek yan jî bi astroyîdekî mezin were Zemînê bihêrivêne. Ji ber wê jimara L di nav 100 û 500 000 000 de ye.
Eger niha em van jimaran li şûna faktorên hevkêşeya Drake deynin, em dê bibînin ko jimara bajarvaniyên di galaksya me de, yên têkilî bi wan re mumkin e di bin mercên herî xirab de 4 e û di bin mercên herî baş de 18 750 00 e.