Çavkanî: Edwin Cartlidge, sernivîserê nûçeyên Physics World
Werger: Zagrosê Hajo
Fîzyazan neutrînoyan di nav sedên kîlometrên qaşûlê Zemînê de diteqênin û piştre bi alîkariya jimareke mezin ji sehkerên di bin xakê de xisletên wan dipîvin. Edwin Cartlidge şirove dike çima.

Ji Konrad Elsener û hevpîşeyên wî re, yên li Azmûngeha Neteweyî Sassoya Mezin (Gran Sasso National Laboratory) li Îtalya kar dikin, berhevkirina karê wan bi gera li derziyê, di nav koma pûş de, hizreke pir pûç e. Armanca wan ew e, ko bi ser laşikên binatomî (subatomic particles) ve bibin, yên bi navê neutrino ne. Neutrino weke tîrêjê ji azmûngeha laşikên fîzyayî CERN (CERN particle-physics laboratory) li Cenêv ji nîvê Ewropa hatine berdan, ew 730 km di nav qaşûlê Zemîne re derbas bûne û gehane pêjingerên (detector) xwe yên di bin çiyayê Gran Sasso de. Da mirov bi ser tiştekî weha ve bibe karekî bêpîvan aloz e, ji ber ko karlêkirina (reaction) neutrîno bi madeyê re pir lawaz e – lêkolînvan rabîn dikin (expect) ko nêzîkî 1014 neutrînoyên bigehine pêjingerê xwe, pêjinger zirinceke (lead) nehîte ye, her sal bi tenê du neutrîno dê kar li sîsika pêjinger bikin.
Zaneyên di projeya ‘CERN berbi Gran Sasso (CNGS)’ de kar dikin, ya ko ji heyva çuyî ve destpêkiriye, di gera xwe de ne bi tenê ne. Li DYA, lêkolînvan li ser azmûna neutrîno ya “riya dirêj” di bin navê ‘Têrekerê Sereke yê Lêgerîna Lereya Neutrîno’ (Main Injector Neutrino Oscillation Search (MINOS)), kar dikin, ew 735 km dirêj e, û ne ji mêj ve wan encamên destpêkê yên karê xwe hişkere kirin. Nexşeya herdû azmûnan hate danîn, ji bo naskirina diyardeya balkêş ya lereya neutrîno (neutrino oscillation). Di vê diyardeyê de, dema ko neutrîno di nav valatiyê re derbas dibe, ew tê guhertin û “çêjekê” ji van hersê çêjan distêne - neutrîno elektron, neutrîno muon yan jî neutrîno tau. Li gor vê diyardeyê dive barista (mass) neutrîno hebe, lê ev yek û modelê standard yê fîzyaya laşikan li hev nakin.
Azmûnên berê prinsîpê lereya neutrîno nîşan kirine. Lêbelê dive hêjî zane bidine nîşankirin, ka kîjan texlîtê lereyê dikare pêk were – mebest, kîjan lere dikare ji çêjekê bibe yeke din. Bi ser de jî hê têgehiştina zaneyan ji hin ji xisletên hîmî yên lereya neutrîno pir bi sînor e. Bi taybetî ew dixwazin bizanin, ka neutrîno û dijneutîno weke hev dijenin yan na. Newekhevî pirsên hîmî yên hevdijatiya madeyê û dijmadeyê dide pêş, dibe ko ev rave bike çima xuya dike, ko gerdûna îro bi tenê ji madeyê pêkhatiye – tevlî ko tê behwerkirin ko tibabên (quantities) madeyê û dijmadeyê di Teqîna Mezin (Big Bang) de weke hev hatibûn afirandin.