EZMANÊ PAYÎZA 2008

 

Çavkanî: Marcel Bêlîk, Teleskopa Ûpîcî, Komara Çekî

Werger: Zagrosê Hajo

 

Havîn ber bi dawiyê ve diçe û 22 êlûnê seet 17:44 bi çaxê Ewropa Navîn şev û roj dibine weke hev û wext ji bo zêrevaniya ezmên dirêjtir dibe. Roj dihilkişe Birca Terazûyê (libra) û payîza gerdûnî dest pê dike. Bi zimanê stêrzanî em ji vê kêlîkê re dibêjin wekheviya payîzî û ev kêlîk yek ji herçar kêlîkên salê ye ya stêrzanî bi serbilindî destpêka zanînê bi bîr têne.

 

Roj li Birca Şehrîwarê

 

Ev demeke dirêj e ko stêrzanan bi duristî naskirine ka cihê tewerê Zemînê li kû dikeve û ji ber wê îro em baş dizanin ko cihê wê ne bi xêza di nav Birca Terazûyê û Rojê ve girêdayî ye. Di rastiyê de Roj dikeve nav Birca Şehrîwarê (Virgo), lê li cem remilavêjan (astrologan) û kêm caran li cem stêrzanan (astronoman) hê Roj di Birca Terazûyê de ye. 

 

Heyv

Piştî Rojê helbet dive em laşên gerûnî yên din jî li ezmên ji bîr nekin. Di pêşiya hemûyan de Heyv tê. Heyva yekşevî di 30 tebaxê de hilabû û 15 êlûnê Heyv li çardehê bû. Heyv û Roj li ezmên li hemberî hev xuyadikim, dema Roj here ava Heyv li rojhilat dihile û dema Roj hile Heyv diçe ava. Ji 22 êlûnê pê ve êdî Heyv bêhtir û bêhtir dê bi roj li ezmên xyabike û 29 êlûnê, ji ber ronahiya tîrêjên Rojê yên pir geş, nema tê dîtin.

 

Bercîs (Jupiter)

Helber exter (planet) jî cihê xwe li ezmên digirirn. Lê extera herî bêhtir em dikarin bi çavan bibînin Bercîs e. Exterên din tev pir nêzîkî Rojê ne. Geşbûna tîrêjên Rojê wan di nav xwe de winda dike. Extera Tîr (mercury) ji binî nayê dîtin, Gelawêj (Venus) bi kotekî piştî Roj here ava dibe ko di nav Birca Şehrîwarê de bê dîtin.

 

 

Bercîs 

 

Behram (Mars) weke Keywan (saturn) di nav tîrêjên Rojê de winda ye. Êdî ji extera şahane Bercîs pê ve ji me re namêne. Derfeta dîtina Bercîs ya vê salê hin bi hin kêtir dibe, ji ber ko ew zûtir û zûtir dê here ava. Lê di var rojên dawî de ji meha êlûnê Bercîs tevaya spehîtiya xwe dideyne ber çavan.

 

Antares

Dîmenê ezmên yê havînê herweha payîzî jî tê dîtin. Komên stêran: Qû (Swan), Lyra, Herkules û Eylo bilind di mijka ezmên de ne û Rêça Felekê (Riya Kadiz; Milky Way) weke çemekî fereh li seranserê ezmên e, ji rojhilat digehe ta rojava.  Zêrevaniya koma stêrên di Birca Tûpişk de di şevên herî sayî de jî pir çetin e.

 

Li vê payîzê stêreke geş xwedî rengekî pirteqanî, li başûr tê dîtin, ew hindikî di ser aso re ye. Ew Antares e. Antares stêreke superbertelaşî sor e, dikeve nav Rêça Felekê (Riya Kadizan; Milky Way) û bi geşbûna xwe ji nav hemû stêrên ezmên dikeve rêza şazdehan.

 

Antares li Birca Tûpişk  

 

Antares bi kêmayî deh caran ji Roja mezintir e. Ew dikeve nav koma stêrên bertelaşî yên sar. Eger em wê stêrê li şûna Roja xwe deynin, hingî dê Zemîna me di nav gewdê wê de melevaniyê bike û bergebayê (atmosphere) Antares dê bigehe herêma nav Behram û Bercîs. Ronahiya Antares her car ne weke hev e, bergebayê wê dijene.

 

Ew geş dibe û korî dibe ta hin deman ew dibe weke stêreke adetî li ezmên. Lê piraniya demê ew geş e û hêja ye ko mirov awirekê bide vê stêrê, ji ber ko ew dê di pêşerojê de, bi jimartinên gerdûnî ne pir dûr, ji bilî guhertinên geşbûnê, ew dê şanoyeke bêhempa şanî me bide. Li gor pêvajoya jiyana wê dê temenê wê çend sed hezar salên din jî dirêj bike, lê dibe ko temenê wê sibe jî bi dawî were, di vê de stêrzan ji xwe nepiştrast in.

 

Antares

 

Ev stêr dê biteqe û bibe supernova û em jî emê hemû şox û şepala wê bibînin. Ji ber ko ew negelekî dûrî me ye,  ew dê piştî teqînê demeke dirêj di ezmên de weke Heyvê mezin xuya bike.

 

* Wêneyên pêşî ji programê Stellarium in, yê dawî ji Wikipedia ye.