”EM DI HUNDURÊ ÇALAKE REŞ DE DIJÎN”
Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Teqîna Mezin (Big Bang) ne rojabûna dinyayê bû, ew bi tenê çivek di dîroka wê de bû. Ev yek li gor Gabriele Veneziano ye fîziyazanê lêketindarî (controversial) îtalî yê li Cerna Swîsrayê dixebite. Wî dîtaneya li ser supertêlan (Superstring Theory) bi kar anî, da vepirsînê (examintion) li ser dîroka gerdûnê bike, pê re ew geha wê encama seyr ko dibêje em di hundurê çaleke reş de (xala reş, black hale) dijîn.
Vê çîrokê dest pê kir, dema ko Veneziano xwe şerûdî kir û pirsa di kosmolojiyê de herî qedexe ye, danî ber xwe: Çi berî Teqîna Mezin hebû? Bersiva pisporan ev bû: Ev pirs bê wate ye. Ew weke ko tu bipirsî, ka çi li bakurê Cemserê Bakur heye.
Di rastiyê sedemeke hesan û sewdane heye, ko dihêle pispor guh nedinê vê pirsê. Weke ko tê zanîn di bîrkariyê de dabeşkirina li ser jimara sifir qedexe ye, û ev yek dike ko êdî modelên komolojî-matematîkî hew kar bikin, dema ko gerdûn di kêlîka Teqîna Mezin de tê kurkusandin û dibe tekîtiyeke (singularity) bê dûrbûn (dimension) û davezîlandin (extension).
Bi kurtî ew nikarin bi riyên hijmartinî bersivê derxin.
Lê dibe ko şêweyek hebe, da mirov li kêşeyê bifitile. Di dîtaneya supertêlan de mirov hemû kelpîçên binyata gerdûnê - kvark, lepton, boson, rakêş û gelekên din – weke têlan dibîne, ew têl di neh yan jî bêhtir dûrbûnan de dijenin. Dîtaneya supertêlan modeleke ko bi dehên salan e li kevîkên fîzyaya laşikan (quantum physics) peydebûye, lê di salên 1990î bi firê ketiye û bi nav û deng bûye.
Têl di neh, yan jî bêhtir, dûrbûnan de tê pesindan. Ji bilî her sê dûrbûnên valayiyê yên adetî (dirêjbûn, ferhbûm, bilindbûn) tê pejirandin, ko hê jî çend dûrbûnên li nav hev gelicî ne, yên bi subatomî têne pesindan, hene.
Ciwanî û taybetmendiya dîtaneya supertêlan ew e, ko bila ew çendî piçûk be jî, lê her û her vezîlandineke têlan heye. Ji ber wê jî mirov rûbirûyê kêşeya tekîtiyê nabe. Ti dabeşkirina li ser jimara sifir naqewime.
Eger em bihêlin ko dem ber bi paş ve vegere, ta bigehe kêlîka Teqîna Mezin, hingî dê bi rastî tevayiya gerdûnê bi ser hev de were kurkusandin û piçûk bibe, û di wextê ko dem bibe sifir ew jî dibe xalek. Lê dîse ti tekîtî pêknayê. Ji ber wê Veneziano dîtina xwe diparêze, û dibêje gelekî di cihê xwe de ye, ko mirov basa heyama berî Teqîna Mezin bike.
Kêşeyeke din ko ji mêj ve kosmoloj pê re efrayê dikin, ev e, çima gerdûn hewqasî hawçeşn e (homogeous). Gerek bû ko vezîlandinê hiştibana, ko tîrêjên kehrebayî-magnetîsî yan jî rakêş gehabana ko bihêlin bandor parçeyên gerdûnê li hev bibe. Gerek bû pêvajoya her parçeyekî gerdûnê bi awayekî cuda bi pêş de çûbana. Lê her tişt dide xuyakirin ko gerdûn hawçeşn e.
Kosmolojan çare ji vê tengaviyê re dît. Wan fazeke nû pêşkêş kir, ew faza ”pifdana” ji nişka ve ye, mezinbûna pifdanê weke ya gerdûnê ye û bi teqîna pêşî ve girêdayî ye. Dîtaneya pifdanê li ser hebûna rêzeke ”zeviyên Higgs” (Higgs field) yên girîmanî (hypthetical) hatiye avakirin û ji bilî zanayê fîzyaya laşikan Alan Guthaliyê çend zanayên din jî li ser kar kirine.
Pifênî ji Veneziano tê û dibêje:
- Gotinên kelevajî! Eger em di şûna wê de bipejirênin, ko bi rastî texlîtekî gerdûnê berî Teqîna Mezin hebû, hingî ji xwe têra xwe jî wext hebû, da parçeyê wê gerdûnê têkilî hev bibin û bandorê li hev bikin. Kêşeya hawçeşnîtiyê êdî çareserkirî ye.
Aha! Lê sîmayê wê gerdûna berî Teqîna Mezin çawa bû? Valacihekî ko ne heja bû mirov pêça xwe dabanê, Veneziano bersivê dide. Valacihekî ko bi tenê vehejandinên çendikî (quantum fluctuation) yên korfelaqî (random) hiştine ko tiştik û zevî rawestin. Û zû yan dereng van vehejandinan li hin herêman kirine ko gerdûn bi awayekî nebînayî were çivandin, ta ko çala reş hatiye afirandin. Li wan herêman germî û tîrbûna wizeyê bi awayekî dramatîkî bilind bû û hin bi hin bi ser hev de di xaleke piçûktir û piçûktir de kurkusî, da êdî piştre dîse li gor modelê adetî, yê ko kosmoloj pesnê wê didin, vezîle.
Veneziano dibêje:
- Di rastiyê de em di hundurê çalake reş de dijîn. Teqîna Mezin ne destpêka jidayikbûna gerdûnê ye, lêbelê ew di dîroka wê de xaleke guherînê ye.
Dîtaneya Veneziano berbîn dike (predict), ko tîrêjên binekokî (background) yên pêlên rakêşê, ji dema berî Teqîna Mezin ve, hene. Eger em karibin wan pêlan bipîvin, ew dê ji pirsa wî re bibe cerenîxekî (argument) bi hêz. Bextê reş, ti amêrên ko karibin tiştekî weha bipîvin hê peyde nebûne û dê hê demekê bixwe berî ko amêrekê weha peyde bibe.
Helbet dê her û her pirsa, çawa gerdûna hîmî peyde bû, dîse bimêne.