DYA DIXWAZE DAWIYÊ LI TELESKOPA HUBBEL YA 15 SALÎ BÊNE
Çavkanî: Ny Teknik; Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Ji bo dirêjkirina temenê teleskopa Hubbel ya 15 salî senata amerîkî ketiye qirika birêvebiriya serok Bush de, ya ko dixwaze dawiyê li teleskopa Hubbel bêne. Tevlî ko kongresê amerîkî berî niha biryar da, ko teleskop were çak kirin û ji budgetê sala 2005 an pere jê re hatine birîn. Niha senatorek ji Seraya Spî dixwaze ko ew ji biryara kongres dernekeve

Senator Barbara Mikulski niklên xwe avêtine serok Bush jî
Piştî ko mekoka gerdûnî Columbia
din sibata 2003an de di riya vegerê de şewitî û hemû ezmager tê de mirin, firîna
hemû mekokan hate qedexekirin. Ev yek bû sedem, ko planên başkirin û çakkirina
karê Hubbel nehatine pêkanîn. Ji ber wê jî rêvebiriya Bush di budgeta salê de
pêşniyaz kir, ko dev ji teleskopê berdin, da bi xwe hêdî hêdî bimire, tevlî ko
kongres biryara çakkirina teleskopê dabû û pêdivî jê re berdest kiribûn.
Bush pê li qanûnê dike
Seraya Spî ne bi tenê gelek stêrzan tore kirin, lê her weha hişt ko demokrat di kongres de bertekiyê bikikin. Senator Barbara Mikuski ya ji Maryland, ew wîlayeta ko Nasa Goddard Space Center û bingeha kontrola teleskopa Hubbel himbêz dike, ji bo parastina teleskopê têkoşînê dike û dibêje ko serok Bush hişkere pê li qanûnê dike, eger ew biryara kongres bi cih neke.

Koma stêrên Arches. Datayên ji teleskopa Hubbel didine xuyakirin, ko ew stêr 150 caran li Roja girstir nabin
Sînorê jor yê girsbûna stêran
Di haman dema ko danûstandinên bi
lez li ser pêşeroja teleskopa Hubbel têne kirin, stêrzanan datayên ji teleskopê
şirovekirin û vedîtin, ko dibe sînorê jor yê girsbûna stêran hebe. Berî niha
mirov behwer dikir ko girsbûna liblibê stêran 1000 carî li yê Roja me ye,
berhema lêkolônên dawî didine xuyakirin ko sînorê herî mezin 150 car girsbûna
Roja me ye.
Stêrzan gehane vê rastiyê piştî ko datayên ji koma stêrên Arches bi teleskopa
Hubbel wergirtin, şîtel kirin. Ew stêr nêzîkî 25 000 salên ronahiyê bi aliyê
Riya Kadiz ve ji Zemînê dûr in.