DÎTANEYA EINSTEIN E=mc2 HATE ÇESPANDIN
Çavkanî: Malpera cnn.com
Werger: Zagrosê Hajo

PARÎS (AFP) – Piştî demeke ji sed salî dirêjtir dawiyê, bi saya serê karê bêwestan yên fîzyazanên fransî, elman û hungarî; hevkêşeya Einstein ya navdar E=mc2 (E=wize, m=barist, c=leza ronahiyê) hate çespandin.
Bi rêvebiriya Laurent Lellouch ji Navenda Fîzyaya Dîtaneyî ya Fransî (France's Centre for Theoretical Physics) û bi alîkariya yek ji superkomputerên li ser rûyê dinyayê herî bi hêz e, zaneyan nirxandinek nû ya barista (mass) proton û neutronan kirin; proton û neutronan jî laşikên hîmî (elementary particle) ne yên ko navika atomê ji wan hatiye avakirin.
Li got modela naskirî ya fîzyaya laşikan (particle physics) proton û neutron ji laşikekî piçûktir yê bi navê kwark (quark) û gluon (ji peyva inglîzî glue = şîrêz) hatine avakirin, kwark bi alîkariya gluonan bi hev ve têne girêdan. Tiştê seyr ev e: barista gluonan sifir e û barista kwarkan bi tenê pênc ji sedî ya atomê ye. Ka êdî 95 ji sedî ji barista mayî li kû ye?
Bersiv, li gor lêkolîna di kovara zanistî Science on Thursday de hatiye weşandin, ew e ko ev 95% ji barista windayî ji wizeyê (energy), ji liv (movement) û ji bandora ko kwark û gluonan li hev dikin (interaction) tê. Bi gotineke din, wize û barist hevseng (equivalent) in, her wek çawa Einstein sala 1905 di dîtaneya xwe ya rêjeyîtiya taybet (Special Theory of Relativity) de pêşnyaz kiribû.
Hevkêşeya E=mc2 nîşan dide çawa barist dikare bête guhertin û dibe wize, herweha wize dikare bête guhertin û bibe barist.
Ev hevkêşeya Einstein gelek caran ji bo naskirina ka çiqas wize dê bi dest keve dema tibabeke diyarkirî ya baristê bête guhertin û bibe wize. Ew bi taybetî di warê avakirina bomba atomî de hatiye bikaranîn û jê re bûye bingeha sirûşî (inspirational base).
Lê derket ko dîtina çareya hevkêşeya E=mc2, di astê parçekên subatomî (sub-atomic particle) de - bi alîkariya hevkêşeya bi navê kromodînamîka çendikî (quantum chromodynamics) – bêpîvan aloz e.
Navenda Fîzyaya Dîtaneyî ya Fransî bi serbilindî dibêje:
- Ta niha ev pirs girîmkarî (hypothesis) bû, lê niha ev cara pêşî ye ko ew tê piştrastkirin.