Yek atom bi serê xwe dikare
weke kilîteke elektrîkê (switch) karbike û jimara yek yan sifir embar bike.
Lêkolînvanên IBM ev pêş me kirin. Wateya vê ew e, ko di demeke bê de emê karibin
prosesoran avabikin, ko ew ji libeke tozê ne mezintir bin.
Ev yek ji aliyê lêkolînvanan ve, di pêşangeheke nanoteknolojiyê de li navenda
lêkolînan ya IBM li Almaden li Kalifornya û li Zûrich, hate kirin. Wan metodek
bipêşxist, da karibin xisleta bi navê anîzotropiya magnetîzî (magnetic anisotrpy),
ya her take atomê bi serê xwe, bipîvin. Anîzotrpî bêjeyeke bedewtir e di şûna
bêjeya ”newekhev” de tê bikaranîn. Ji anîzotropiya magnetîzî derdikeve der, ka
çiqasî hesan e madeyek, li gor peywendiya bi zeviya magnetîzî re, dikare were
magnetîzekirin.

Di vî wêneyî de atomeke hasin li ser sêlek paxir e. Tîr nîşan didin ka berê
zeviya magnetîzî, ya atomê ko jê re anîzotropî dibêjin, bi kû ve ye.
Li gor IBM, dê hê bi kêmayî deh sal derbas bibin berî ko berhemên vê nanoteknoljiya pêşketî li bazarê bêne firotin. Lê ew dê gaveke pir mezin be ji bo ko li şûna silîkon teknîke nû were meydanê.
Dive bête gotin ko IBM, weke hevrikên xwe Intel û AMD, hûrbîniya prosesan ji 90 nanometrî (yek li ser milyonî ji mîlîmetrekê) gehandiye 65 nanometran, û di van salên li ber me çavên wan li 45 û 32 nanometran e. Lê çiqasî mirov hûrtir here hewqasî kehreba kêmtir tê zeftkirin, ta dawî ko êdî proses nema têne bikaranîn.
Matthew McMahon, şêfê ragehandinê li IBM dibêje:
- Di hemû
lêkolînên nanoteknolojiya me de em li ber xwe didin, da dema ko silîkon bigehe
sînorên bikaranînê, em nasbikin ka kîjan made bi kêrî teknîka komputeran tên.
Armanca dawî bidestxistina komputerên li ser binyata gerdî de ne, lê berî wê dê
hin gav bi rê de hebin. Belkî ew teknîka îro jî be lê ewê li ser binyata hîbrîd
(dureg) be, ko tê de nanolûleyên rejîyî (carbone) cih bigirin.

Tranzistorê gerdî yê IBM. Gerd tev,
naftalosyanîn (naphthalocyanine), bi du atomên hîdrojênê
(Hydrogen)
tê birêvebirin, ew di dawiya wêne de ne. Dema mirov voltajeke (voltage) piçûk ji
serê derziyê bi de gerdên hîdrojênê, mirov dikare bihêle ko atom tev kehrebayî
bibin gehên (conductive) yan negehên (non conductive), bi gotineke din ew di
rejîma on-off (pêketî-mirandî) de kar dikin.
Nasandina nanoteknolojiyê bi van gotinan tê kirin: teknîka hûrgilî ya ji 100
nanometrî piçûktir, yan hê jê jî piçûktir. Hûrgiliyên weha piçûk ji bo
nişankirin û guhastine take atoman bi mikroskopên elektronî jî nayêne dîtin, ji
ber wê rengekî din ji teleskopan pêwist e, ew jî mikroskopa elektronî ya skanker
(Scanning Electron Microscope) e.
Problemeke din germbûn e. IBM di azmûna xwe de germbûneke gelekî nizim bi akr
aniye, lê da ko bikaranîn praktîkî be, dive ew di bin germbûneke normal (li dor
22o C) de be.
McMahon dibêje:
- Gava bê ew e ko
anîzotropiya magnetîzî, ya take atoman, di bin germbûneke normal de were
pîvandin. Lê eger hat û me atom li gor armanca xwe jî peydekirin, dîse dê deh
sal derbas bibin berî ko ev teknîk bikeve praktîkê.
Kilîta elektîkî ya lêkolînvanên Zûrich ji gerdekî ko ji du atomên hîrdrojênê ye.
Ew dixwazin vê kilîtê ji atomne din jî avabikin. Armanc ew e ko sîstemeke bi rêk
û pêk ya kilîtên elektrîkî avabikin û ew bibe bazinekî lojîkî, da weke
prosesorekî kar bike.
Piştre dive sîstem bi jimarên mezin were çêkirin, li vir hilberînî (production)
ne di bin mikroskopa elektronî de ”bi mûçinkan atom li rex atomê” tê danîn.
Xisleteke atoman heye ko sûd jê dikare were giritin, ew jî meyldariya atoman e,
ko bi hin formên tabet bi xwe li hev kom bibin. IBM ev xislet di
xwelihevsiwarkirina atoman de bi kar aniye, da têlên mikroprosesoran ji hev cuda
bikin. Li hawîrdorî her têlekê milyardên belbeîskên valatiyê haine afiriandin.