CÎHANÊN TERÎB?

Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd

Weger: Zagrosê Hajo

Jiyan li wir, li der ve, hebe dibe ko êdî tu bi xwe bî li wir.

Jimara stêrzanên dibêjin, ko ev gerdûna em dibînin bi xwe yek ji nav gelek gerdûnan e, zêde dibe. Li pişt asoyê gerdûnî bêpîvan cîhan hene, di nav wan de yek bi tewawî weke ya me ye.

Gelo gerdûn bêdawî ye? Îro piraniya stêrzanan dibêjin erê, bêdawî ye. Eger ne wa be naxwe dê çawa be? Gelo emê karibin bigehin cihekî, ko li wir dawiya her tiştî tê. Di heyamên navîn de jî dihate behwerkirin ko Zemîn pehn e û dawiya wê heye. Û behwer dikir ko rêwiyên gehane keviya Zemînê û haya wan ji wan nebû ew ji ser serê Zemînê de ketine, win dibînin çiqasî behweriya wan çewt bû.

Li aliyê çepê ji Rojê û ber bi aliyê rastê yê Heyvê ve, li cihekî 10 hêz 10118 metran ji vi dûr, kopiyeke te bi xwe li wir dijî. Lê kîjan ji wan tu yî?

Na, gerdûr li gor endazyariya euklîdî (Euclidean geometry) xêz rast e (rectilinear) û bêdawî ye, ti sedem jî nînin da mirov bi awayekî cuda behwer bike. Lêbelê ji ser Zemînê em ti caran nikarin ji beşekî piçûk pê ve bibînin. Asoyê gerdûnî rê li ber dîtina me digire. Weke em dizanin, çiqasî em cihên dûrtir li gerdûnê bibînin, hewqasî em, ber bi paş ve, li demên kevintir dinerin. Lê gava em li cihekî ji wan cehan dinerin, cihên di demê de çardeh milyard salên ronahiyê ber bi paş ve ne, li wir dîwarekî hevgirtî der dikeve pêş û dîmenan dinixumêne. Bi rastî hingî em gerdûnê di heyamekê de dibînin, ko hê nebûbû dîweder de (transparent). Di wê demê de ji nû çend sed hezar sal di ser Teqîna Mezin (big Bang) re derbas bûbûn. Êdî bi teleskopên herî baş jî em nema dikarin dûrtir bibînîn.

Lêbelê ev yek pêşiyê lê nagire da gerdûn bêdawî be. Ev cîhana ko ji me ve xuya ye, di gerdûneke mezintir de, weke belbelîskekê ye, mezinbûna wê jî ta nemayê berdewam dike. Hêjayî gotinê ye ko ti nîşan nînin, bidine xuyakirin, ko herêmên dûr ji herêmên derdora me cuda bin.

Lêbelê gerdûna bêdawî bi xwe re rêzek tiştên seyr têne. Wek nimûne ko her tişt, zû yan derng, dê xwe dubare bike. Gerdûnzanê (cosmologist) swêdî Max Tegmark, yê ko êdî li zankoyê li Pensîlvanya profesor e, di gotareke xwe de di herdû kovaran de Scientific American û Astrophysics de, vê yekê de eseh dike.

ASTÊ YEKÊ: Bêne ber çavên xwe, ji bo hesanîkirinê, ko beşê gerdûna me yê li ber çav bi tenê ji çar parçekan (particle) hatiye avakirin. Bi çend awayan em dikarin van her çar parçekan binijinênin (arrange)? Erê, bi 24=16 awayan. (Çi? Heye xwendevan bipirse, ma ne jimara awayên nijinandinê dike 4·3·2·1=4!=24? Max Tegmark dibêje, na, ji ber ko em li ser parçekên çendikî (quantum particle) diaxivin, yên ji hev nayên cudakirin, ji ber wê ew bi tenê 24 = 16 guharto (altenative) ne.

Max Tegmark, gerdûnzanê xwedî azmûn ji Handels, KTH û Berkeley.

Rê bidin me em van her şazdeh mînîcîhanên, dikarin peyde bibin, li rex hevdû deynin. Lê eger niha hat û di gerdûnê de bêhtir ji van her şazdeh mînîcîhanan peyde bibin, hingî bêçare dive ew kopiya hin ji wan her şazdehên pêşî bin. Mirov dikare bijimêre ko di nav dûriyeke bi dirêjiya, nêzîkî, çar caran li tîreya (diameter) mînîcîhanan, mirov dê kopiyên rasteqîne bibîne.

Dîse rê bidin me ko em vê ramanê li ser gedûna xwe jî pêk bênin. Ev beşê gerdûnê yê ko derfet heye em ji vir, ji Zemînê, bibînin ew weke gokekê ye. Gok xwedî nîvtîreyeke (radius) nêzîkî 4·1026 metrî ye, yan jî 42 milyard salên ronahiyê ye. Vêca em bêjin ko Teqîna Mezin berî 14 milyard salan qewimiye û em raçav bikin ko ji hingî ve gerdûn fereh û mezin bûye. Di nav vê gokê de bi jimareke giroverkirî nêzîkî 10118 parçekên hîmî (elementary particle) hene. Ev parçek dikarin bi 2 hêz 10118 awayên cuda bêne nijinandin.

Yek ji wan her şazdeh mînîcîhanên ji çar parçekan, di dûriyeke bi dirêjiya nêzîkî çar caran li tîreya mînîcîhanan, dê bibe xwedî cîhaneke terîb (parallel). Li gokên sor binere.

Tegmark dibêje ko wateya wê ev e, ko li cihekî bi dûrayiya, nêzîkî, 10 hêz 10118 metran ji me dûr, cîhaneke din heye. Û ew bi hemû hûrgiliyan (detail) bê ti cudayî weke cîhana me ye. Li wir, xwendevanê delal, kopiyeke te ya durist heye. Ew niha vê gotarê dixwêne. Tevaya malbata te jî li wir e û her tiştê ko tu nas dikî jî li wir e.

Dive bête gotin ko ew cîhana terîb (parallel world) ji me re gelekî ji me dûr e, hewqasî dûr e, ko ti caran emê bi navgînên guhêzer (means of transport) yên îro têne naskirin, nikaribin xwe bigehên wê cîhanê. Lêbelê her çawa be jî li cihekî, li wir, li der ve, ew cîhan heye.

Lê ka em bi lez li ser baskên ramanan siwar bin, ji ber ko ev, ji nû, bi tenê astê pêşî bû yê cîhana terîb, ya ko dikare hebe.

Xwe qenc xwe bigirin, ji ber ko hê gelek cîhan hene.

ASTÊ DIDUYAN: Li gor dîtaneya naskirî bi navê dîtaneya vezîlandina gerdûnî (theory of cosmic inflation), ko berî deh salan ji aliyê gerdûnzan Andrej Linde û Alan Guth ve hatiye danîn, sedem hene mirov behwer bike ko gerdûn ne bi tenê ji yek belbelîska mezin avabûye, lêbelê ji gelekan avabûye. Mirov dikare gerdûnê bi kefa ko divezîle re berhev bike, nêzîktir, bi belbelîskên kefa ji nav piyala bîrayê derdikevin re, berhev bike.

Andrej Linde û Alan Guth

Ew belbelîsk ji hev cuda ne, ji ber wê ti kelem di pêşiyê de nînin, ko her yek ji wan xwediyê xisletên fîzyayî yên cuda be. Di cîhanên terîb de di astê diduyan de her rengê cîhanan yên li gor neguhorên xwezayî (physical constant) hene.

ASTÊ SISIYAN: Cîhanên terîb di astê sisyan de ji ramanek heye, dibêje ko her bijartinek cîhanê dike du beş. Di cîhanekê de, xwedevanê delal, tu li wir rûniştî yî û tu berdewam dikî vê gotarê dixwînî. Di cîhana din de te gotar daye aliyekî, xwe li ser hestanê piştê dirêj kiriye û bêhnvedanekê distênî.

Di cîhanên terîb de, ji pileya sisiyan, pêşeroj dikare bi her awayê, ko bikve bîra mirov de, were dîtin. Ew di rewşa pir bin de, weke ya di komputerekî çendikî de (quantum computer), peyde dibe.

Di wêjeya zanistiya xeyalî de gelek caran basa van şêweyên cîhanên terîb tê kirin. Gelek caran qehremanê çîrokê di gera xwe de, ya li nav gerdûnê, şaş diçe. Carcaran dema ew divegere malê, ew tê cîhanekê ko va ye Hîtler di Cenga Cîhanê ya Duduyan de bi ser ketitiye, yan jî cîhaneke ko çîniyan di sala 1492 de Amerîka vedîtiye û dagîrkiriye.

ASTÊ ÇARAN: Ev hê ne dawî ye. Di cîhanên terîb de, di astê çaran de, dûriyên cih (space dimension) hilweşane. Li vir hemû guhertoyên hizirbar (thinkable) yên binyatên (structure) bîrkariyê (mathematics) peyde dibin. Li vir destûrên me yên bîrkariyê, yên adetî, nema axatiyê dikin, cih dikare, wek dil bixwaze, xwediyê dûriyên bêjimar be û dem dikare ber bi pêş ve yan jî ber bi paş ve here.

Lêbelê dibe ko, her çi nebe jî, gîrdanek (restriction) hebe rawestekê ji pirbûna serberdayî ya jimara cîhanan re deyne. Feylesûf Gottfried Leibniz hê ji salên 1600 ve eseh kir, ko eger du tişt hevdû qir bikin, bi tenê yek ji wan dikare hebe. Lêbelê kîjan? Helbet, ew tiştê ko herî bêhtir rêkîtiya (compatibility) wî bi her tiştên din re hebe, ew dimêne.

Leibniz got, ko dibe rastî jî bi vî awayî be: Tiştên hev qir dikirn weha gelek bûn, ko bi tenê yek tişt ji wan tiştan vema (survived) – ew jî ev cîhan e, ya ko em tê de dijîn.

Ev raman di romana ebebozî (picaresque novel) ya Voltaire "Candide" de hatiye. Li vir Leibniz ramanên seyr, yên kesekî bi navê doktor Pangloss, diraxe. Ew Candide hîn dike, ko tevlî hemû perîşaniyê jî dîse em di cîhana ji hemû cîhanan çêtir de dijîn. Di rastiyê de bi tenê em dikarin di vê cîhanê de bijîn.

Max Tegmark bi xwe jî behwer dike ko piraniya cîhanên terîb vala û mirî ne. Û pirs ev e, gelo bûnewerên jîndar û bi ser de jî weha hizirbar dikarin di cîhanekê de bijîn, ko gelekî ji ya me cuda be.

Û dibêje:

- Em gelekî şad in di cîhaneke, ko cih tê de xwedî sê dûrî ye û xwedî yek demê ye.