ÇEWTIYÊN PROGRAMAN YÊN HERÎ MEZIN

Çavkanî: Jan Melin, Ny Teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Di dîrokê de kîjan çewtiyên komputeran yên herî xirab in? Eger bi jimara kuştiyan were pîvan, ji xwe avêtina moşeka sala 1991ê di Şerê Kendavê ji hemûyan xirabtir bû. Lê çewtiya herî buha ya bi navê Çewtiya Hezarsaliyê bû. Pirs ev e, gelo bi rastî çewtî bû?

Bi gelemperî hema di her programekî komputeran çewtî hene. Lê bi tenê dema ko ew dibine sedema kêşeyan yan jî dema ko ew ewlekariyê dikine rewşeke tirsnak de, êdî hingî basa wan tê kirin.

Û bi rastî hin çewtiyên pir balkêş di dîroka komputeran de hene.

Rojnameya Wired, li gor behweriya xwe, deh çewtiyên herî mezin di lîteyekê de rêz dike. Lê rojname çewtiyan ne li gor jimaran rêz dike, ji ber ko sincî ye mirov çewtiyên hinekî segêjiyê çêdikin yan hinek ziyanên aborî didin, bide bara yên ko dibine sedema mirina mirovan.

Çewtiyek ji lîsteya Wired ya ko gelek kul û derd dane Therac-25 e.

Therac-25 kelûpelekî (equipment) kanadî ye, bi tîrêjan nexweşiya penceşêrê derman dike. Di salên 1980an de bû sedema mirina, bi kêmayî, pênc mirovan. Çewtiya bi navê "Race Condition" kir ko şaşîtiyeke piçûk bihêle, di dema dermankirinê de, laşê nexweşan qurtek tîrênên kujdar bimije.

Çewtiya Patriot, ne di nav lîsteya Wired de ye, sala 1991ê di Şerê Kendavê de 28 leşkerên emerîkî kuştin. Moşeka MIM-104 Patriot di şûna ko li moşekavêja dijmen bixe, li serbazgeha xwe xist. Çewtî di demjimêra komputerê ajovan de bû. Encama vê çewtiyê ew bû ko moşek 600 metrî dûrî nîşanê ket.

Li gor Wired, tevlê vê jî, seyr e ko çewtiyên komputeran yekser bibin sedema belayên ko mirina mirovan lê rû bide. Lê ew dibine sedema ziyanên aborî yên mezin.

Wek nimûne ne ji mêj ve Toyota 160 000 terembêl ji bazarê kişandin, ji ber şaşîtieyeke di motor de û ji ber vedîtina tevlîheviyekê di signalên balkişandinê de. Sedem tev çewtiyek bû di koda komputerê grafîkê de.

Gelek ji çewtiyên herî mezin bi belayên projeyên firînên ezmanî ve girêdayî ne. Sala 1996an, yekser pişî firînê, ji ber ko komputerek ji kar ket, rakêthilgira ewropî Ariane 5 peqî. Programê komputer ji Ariane 4 hatibû wergirtin. Haya vî programî ji hêza hilkişandina rakêta nû nebû, rakêta nû gelekî ji ya kevn bi hêztir bû. Datayên diherikîn ji karîna komputer bêhtir bûn, datayan da ser (overflow) vemiştekan (buffer), ew komputer ne ji bo barekî bi vê giraniyê hatibû çêkirin.

Çewtiyên komputeran yên plankirî

Lê ne her car çewtiyên komputeran ji korfelaqî ve (accidentally) rû didin. Dibe ko ew bi zanebûn hatibin plankirin.

Wired basa teqîneke pir mezin dike, ko di sala 1982an de li Sovyetstanên qewimî bû. CIAya emerîkî bi ser projeyekî nehînî ve bû, tê de dît ko Sovyêtistan dixwaze teknîkeke bilindî emerîkî bi dest xwe bixe. Sovyêtan dixwest wê teknîkê di sîstema komputerên xwe de bi kar bêne, da lûleyên gaza Sîbîryayê kontrol bike. CIA bi plan çewtiyek avête nav kelûpelên wê teknîkê, ew jî bû sedema teqîna herî mezin, ya neatomî, ko li dinyayê qewimiye.

Wired çewtiyeke navdar têne: ew jî şaşîtiya jimrtinê ya ko Intels Pentiumprocessor di sala 1993an dikir. Di bin hin mercan de di dabeşkirina jimarên xalcihguhêr de (floating point number) hinek şaşîtî derdiketin. Van şaşîtiya bandoreke pir piçûk li xwediyê xwe dikir, lê Intel neçar ma, ko mikroprosesorê her kesê bixwze, biguhere. Buhayê vê şaşîtiyê geha milyonên dolaran.

Tirsa li derdora hatina hezarsaliya nû

Lê Wired çewtiya ji hemû çewtiyan navdartir bi nav nake. Çewtiya bi navê Çewtiya Hezarsaliyê (the millennium bug, Y2K Bug), ya ko tirseke mezin belav kir, tirsa ji hêriftina tora telefonê bigire ta ketina balafiran û bivaştina (meltdown) karlêkên gerdîleyî (nuclear reactor).

Sedem vedîtina sîstemên gelek komputeran, bi taybetî yên kevn, bû yên ko bi tenê karîbûn salan wek du jimaran bixwênin. Êdî dema hezarsliya nû hatibana komputeran dê jimara salan şaş nîşan dabana, weke nimûne 2000 dibû 1900.

Ji bo çara vê kêşeyê bi tenê li Swêdê du milyard û nîv dolar li ji nû ve programkirina komputeran û kirîna komputerên nû hatine mizaxtin.

Lê dema sedsala bîstan derbas bû û ya bîst û yekê kete şûna wê li ti deran li ser rûyê Zemînê tiştekî xirab neqewimî. Dibe ji ber hewqas guhdan û hayedarî be, da mirov xwe ji şaşîtiya jimara sala biparêze. Lê bêgoman ewqas tirs ne di cihê xwe de bû.

Sedema vê çewtiyê ji ber wê bû ko yên di dema xwe de programên komputeran nivîsandin, behwer nedikirin ko dê berhemên wan vemênin (survive) ta sedsala bîst û yekê.

Pirs ev e, gelo navê vê çewtî ye?