ÇAWA JIYAN HATE SER ZEMÎNÊ?

Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Gelo jiyan bi strêrkên bi dûv û bi nêzeyan re ji gerdûna derve hate ser Zemînê? Gelo di destpêkê de jiyan bi tenê ji RNA hatibû avakirin, ne ji protînên DNA? Zîndewerê herî hesan, yê ko mirov dikare bêne ber çavên xwe, çawa bû? Gelo emê di pêşerojê de karibin jiyanê di azmûngehan de avabikin? Ny Teknik lêkolînên dawî yên zaneyan dike ber destên we.

Sir Fred Hoyle.

Stêrzanê inglîzî Sir Fred Hoyle, dibe ko ew herî bêhtir bi romana xwe ya leylana zanistî ”Ewrê Reş û Tarî” û bi nebehweriya xwe bi Çalên Reş navdar be, di salên 1960î de girîmankariya (hypothesis) xwe hişkere kir, tê dibêje ko bingeha jiyanê di nav ewrên gerdûnî yên di nav stêran de peydebûye û jiyan weke rêwiyekî bê bilêt li sterikên bi dûv (comet) û li nêzeyan (meteor) siwar bûye û bi wan re hatiye ser Zemînê

Di rastiyê de ev raman ne nû bû. Ramanên weke wê hê li ser devê feylesûfê yûnanî ji herêma Ionya di salên 400î de BZ hatibûne gotin û piştre Svante Arrhenius sala 1903 ew nû kiribû.

Lê her çi be bila be. Di destpêkê de gelek kes bi vê ramana kelevajî kenîn, lê piştî demekê lêkolînvanan ken di devên wan de sar kirin. "Dîtaneya Panavik" (panspermia theory) roj bi roj piştgiriyê di raportên lêkolînvanan de dibîne.

Akademya Zanistî ya Şahînşahî – Swêd - di vê heftiyê de semînarek li ser bingeha jiyanê bi rê ve bir. Ew li ser "kîralîte" (chirality), ev bêje têgehek e di kîmyayê de ji bo çep û rast tê bikaranîn, û li ser nêzeyan bû.

Cudayîyek di nav gerdên (molecule) ko di azmûngehan de tên çêkirin û yên xwezayî de ko zîndewer wan çêdikin heye. Weke lepikên destê çepê û rastê gerdên aloz yên hîdrokarbonan (hydrocarbon) bi du terzan (variant) peyde dibin, bi du binyatên neynikane vajîkirî (reversed), çep û rast in. Ev diyarde dikeve bin navê kîralîte de. Ji ber ko madeyên endamî (organic material) di bin ronahiya cemserkirî (polarized light) de rasterûyê cemserkirî vajî dike dizîvirêne ser aliyê çepê yan yê rastê, ji ber wê mirov basa terzê gerdan yê çep yan yê rast dike. Bûye adet ko ew bi tîpên l û d bêne nîşankirin

Di proseyên kîmyaya neendamî (inorganic chemistry) de, adetî terzên nîveke bi dest dikevin çep e û nîva din rast e. Lê li beramberî wê, hilberandina (prduction) zîndewerên giyandar (living organism) bi tenê ji terzê çep e. Ji vê xuya ye ko awayekî pir hesan heye, da mirov nasbike, ka made endamî ye yan çêkirî ye.

Di bingeha xwe de gerdên çep û rast xwedî yek xisletên kîmyayî ne. Lê yek tiştê giring awarte ye – ew jî karlêkirina (reaction) gerdan bi gerdên çep yan rast re ye. Hingî cudayî dikirin pir mezin bin.

Di destpêka salên 1960î de mirov pêrgî cudayiyeke kambax hat. Keresteyeke çalak di dermanekî vesihandinê (relax) de yê bi navê Neurosedyn pir zêde bi ser terzekî ve çû. Yek ji herdû binyatên neynikane vajîkirî ziyanên mezin yên zikmakî çêkirin.

Kimyazana emerîkî Sandra Pizzarello ji Zankoya Arîzona dibêje, ko di nêzeyekî de, ko ji gerdûna dûr e, serrêja (surplus) gerdên çep 15 ji sedî bû. Ev tişt nikare ji korfelaqî ve (coincidence) be.

Ev pirs bi kondrîtên têrkarbon (chondrite carbonaceous) ve girêdayî ye. Ew nêze ne, nêzeyên, tê gomankirin ko ji kembera astroyîdan ya di nav Behram (Mars) û Keywan (Jupiter) de ye, hatine. Dema ko Sîstema Rojê hatiye afirandin barista (mass) ko ji ber maye bûye nênze.

Parçeyek ji nêzeyê Murchysonme

Ji bilî gelek tiştên din Sandra Pizzarello lêkolîn li ser nêzeyê Murchysonme jî çêkirin. Ev nêze 82 kîlograman giran e, di sala 1969 de li Australya ketibû. Şîtelkirinê (analysis) derxist ko keresteyên aloz di nav de hene. Ev kereste tê de hebûn: hevbendên alîfatî (aliphatic compounds), hîdrokarbonên bêhndar (aromatic hydrocarbon), komên karboksîl (Carboxyl group), binke (base) û tirşî (acid). Bêhtir ji 100 tirşiyên amînî (amino-acid) yên cuda hatine dîtin û ji bilî wan jî beşek mîna keresteyên şekir bû.

Keresteyên di nêze de li derekê li dûr di gerdûnê de hatine afirandin. Bêgoman avakirina (synthesis) keresteyên endamî (organic material) li wir li der ve diqewime, weke jiyanê, bi gerdên çep û rast jî ji hev cuda ne. Û ji roja ko Zemîn ava bûye, ew bûye mertalê keresteyên endamî.

Gelo ew dikare bi vî awayî be, Sandra Pizzarello matmayî dimêne, ko serrêja gerdên çep yên ji gerdûnê weke katalîzatorekî kîralî kar dikin, û dikin ko jiyan li ser Zemînê bi aliyê çepê de were badan?

Lê jiyana here pîşî li ser Zemînê çawa bû? Rêzke lêkolînvanan li ser vê pirsê xwedî hizir in. Gelek lêkolînvan dîtinên xwe li ser hizireke din ava dikin, lê di destpêkê de dema ew hizir hişkere kirin gelek bi dîtina wan ya kelevajî kenîn. Di dawiya salên 1960 de Francis Crick (wî di sala 1953 bi James Watson re binyata zemberekî ya gerdên DNA vedît) pêşniyazek got, li gor wê di destpêkê de şêweyekî hesantir yê jiyanê hebû. Ew ne weke yê DNAyên -rotînên jinê- ko em îro nas dikin bû. Crick basa zîndewerên kawik (primitive organism) dike yên bi tevayî li ser bingeha RNA ava ne û yên ko têline yekta ne û pismamên têlên duta yên gerdên DNA ne. RNA dikarin weke protînan bêne pêçan.

Lêbelê eger rojekê ji rojan dinyayek peydebûbe û bi tevayî li ser bingeha RNA hatibe avakirin, ma gelo yadgarek (reminiscence) nedima, berdîne (fossil) yan tiştekî din nedima?

- Zîndewerzanê emerîkî Gerald Joyce dibêje belê çawa na. Û ew mane. Ew di hundurê şaneyên me de hene. Rîbosom (Ribosome), organel (organelle) li wir in li cihê ko kodên genetî têne wergerandin (transcribe) ser protînan, ew ji RNA hatine avakirin. Rîbosom berdîneyên jînkar (metabolic) in.

Eger merc durist bin, gelo jiyaneke nû li ser bingeha RNA dikare îro li ser Zemînê rû bide?

- Bersiva Gerald Joyce, na ye. Protîn zû gerdên RNA dihêrivênin û li ser Zemînê protîn li her derî hene. Jiyaneke li ser bingeha RNA nikare hesanî di cihaneke tijî dijminên xwedî niyaz, ko ew jî gerdên protînan in, vemêne (survive).

Gelo mirov dikare jiyaneke hê hesantir bêne ber çavên xwe?

- Erê. Guftûgo li ser delîva hebûna cîhana ber–RNA hatine kirin.

.......

Wêneyê serek ji cem Kaianders Sempler e.